BEÞDARVANÊN KAMPANYAYA BO YEKXISTINA ELFEBEYA KURDÎ
Listeya beþdarvanan piþtî
demekê were nû kirin.Di dawiya kampanyayê de wekî name encamên kampanyayê bo
hemû cîhên têkîldar werin þandin.
Beþvarvanên
Wek Kes
Êdî bese bila Kurdî yek a yekgirtî
çêbibe.Daxwazîya me ji Hikumeta
Herêma Kurdistan eve.Û ez dixwazim bêjim dema ez di bînim Kurdên
Baþûr tenê
bo soranî kardikin ez pir xemgîn dibim.Em wisa pêþnakevin.Derfet
di
destê Kurdistana azad de heye lê ew bo Kurdîya yekgirtî tutiþtî
nakin.Mînak peymanê bi telefona mobîl re çêdikê lê weke ku ez
zanim dê zaravayê
soranî bikarênin ev kêmasîyek zor mezine.Ya dî (nizam niha di
kîjan
astêdeye) dîsa peymana bi mîcrosoftêre dê bi soranî be.Heke
Kurdistana azad
halo berdewamke em tu cara nabin yek û nikarin bêjin em
Kurdin.Ger wisa
bikin ew ne Kurdin tenê Soranin.Ji berku daxwazîya hemû Kurdan
bi cih
naênin.Lê ez dîsa bibawerim ku wê vê kêmasîya xwe bînin û werin
ser ya
rast.
Divêt elifba
kurdiy þêrîn yek bibet û di serdemî ragehandin û teknolojyda
Kurdî jî bigehêt asta herî bilind.Ger Kurdî qels bimîne wê Kurd
jî qelstir bibin.
Nûrî Akrêyî,Akrê,Kurdistana Azad
Zimane
me nasnama meye!Gelek spas ji bo we,ev gavek mezine.Kurd pedviye ku zimane
xwe standard bike eve gava yekeme ji bo standard kirina zimane sirine
Kurdi.Serkeftine ji were dixwazim.
Gellek spas
ku HAWARDENGÛBAS.com dest avêdtiye mijareke ewqas girîng.Ez
hêvîdarim êdî rayedarên Li Kurdistana Baþur dev jiînatê berdin û
em ji vê dijwarî û paþ damayînê xelas bikin.HAWARDENGÛBAS stêrka
çapamenî kurdîye û weþaneke gelek pêþketî û hemdem e.Serketina
we û berdewamîya we dixwazim.
Lorîn Taþdelen,shivan@hotmail.com,Xwendevana Zaningehê,Batman,Kurdistana
bakur
Gelek
spas ku we ev kampanyaya da destpekirin,Ger em elfabeya xwe a latini bikar
binin, zimanê me
wê hin pêskeve. Gava Dewleta Kurdistan a Federe biryarekê li ser elfabeya
latini bide û wê bikar
bine eva hem yêkitiya kurdan diyari me dike, hem ji zimanê me dixe nav zimanên
dunyayê ku ciyeki wan taybet heye.
Rastî jî
ez kampanyaya HawarDengûbas gelek girîng dibînim.Hêvîdarim hûn wekî
HawarDengûbas wan Ev mesaj û
daxûyanîyan bigehênin rayedaran.Eger li Kurdistana Federe de konfenasek were
çêlirin di vê warî de ji
bo çareserîye gavekê girîng e.Bawerim ku milletê Kurd ji bo pêþketina
çapamenî,edebiyat,ziman û tiþtên
din bi giþtî derbasî elfebeya latini bin.Gelek spas.
Sipas bo gotara we ya liser
KampanyaKombuna Zimanê Kurdî
Belê weko
di daxwiyaniyê de hatiye rêzkirin pêwîstiyekî mezin gelê Kurd bivê heye, zana
û þarezayênziman û rêzimana Kurdîdivê demên xwe hinda nekin û zûtirîn demde
kombibin. Daxwaza xwe ya bidil û can danin ber destên karbidesta Kurdistan
ku dahatiya bingehê Kurdistana mezinçaverêdike.. Zimanê Kurdî bêguman pêwîstî bi „êk dengî û êk rengî“
( ez
livêderê þûna „yek“ , „êk“ bikartînim). Çimko yek bizimanê Farisiye. Hingî
gotinên Kurdî hebin ji çi zaravanbe bila divê em
bikarbînin. Lê ku gotinên di zimanê mede hatiye bikar anîn liber destên mebe
û serdajî gotinên biyanîdatînin nav zimanê
mede ez rast nabînim. Îro dema dibêjin,“ayinde“ gotinek farisiye(pêþeroj,
dahatî).„Arezo“ jî farisiye. Dicihê
wêde
„daxwaz, xwestek“divê bête
nivîsandin.Zimanê Kurdî bêguman
didema þoreþ û xebatêde nexasim li Bakûrê kurdistan
hindek mela û feqeyên dinava partiya rêzanîde cih girtibûn çi nihênî û çijî
diyar diparastin. Zimanê me îro mirovdikarit bêjit berbi pêþde çihêxwe girtiye û
rohniya pêþiya gelê Kurd iþkeredike. Lê weko wejî anî ziman divê Komîteyek
zanistî û
akademik liser vê dabaþa (mesela) êkbûyîna zimanê Kurdî dest bikar û xebatê
bikin, dem hatîye û direnge. Hemu
zaraveyan kombikin û hevbeþiyekî zanistî pêþde çûnekê bibînin.
Îsmaîl
Girikî 8.11.2005
Serkeftin
bo kompanyaya êkxisitna elfebeya Kurdî bo latinî
Elfebeya
herî pêþketî elfebeya latinîye,elfebeya herÎ pêþketiya Kurdî jî elfebeya ko
Nemir Celaled danîye.
Rizo,Kurdistana Rojava,Efrîn
Tîpa
latînî ne tîpa ataturk e, ya latînî ye, dinya hemû vê tîpê bi kar tîne îro.
Cend netewe henin ku tipa xwe bixwe bi kar tînin wek Rus, Yunaî, Cînî,
dewletên ereban û welatên din lê ev hemû jî bi tîpa latîni dikarin
bixwinin.Tîpa latînî eger ya dagirkeran be, ya ereban/musulmanan a çi ye
gelo? ma ew ne dagirkerin?Ez jî yek ji wan þagirtên Ferhad Sakelî bûm. Ji
ber me bi tîpên erebî nezanîbû, ji me re digot hûn ne Kurd in. Gava me jê
dipirsî ka "ziman" ji ku derê hatiye û kengê hatiye holê, bersiva Sakeli bi
kurtî; ” Xwedê ziman çêkiriye û ji me re þandiye” bû. Ev bersîv ne bersiva
lêkolînerek akademîk e, heya niha nizanim cend þagirt xwendina xwe
qedandine, lê gelek ji wan ji van gotinan têr dibin û dev ji xwendina xwe ya
pîroz berdidin. Mijarên me piranî ser ziman, ser sofism, ser dewlemendiya
edebiyata ereban bû.Ez ne tenê nivîsa wî rexne dikim ez wek dilxwazê fêrbûna
ziman û çanda kurdî daxwaz dikim ku ew dev ji mamostetiya xwe berde.
Hêviya me ya herî girin ewe jî, ku berî ez dawaza kurdistana mezin ya
ser bixwe bikin, gerek em daxwaza elfebeyek yekgirtî bikin da ku geleê kurd
yekîtiyek çandî, kulturî .... pêk bîne ji bo ku em karibin ji hev fam bikin
u em katibin bi hev re li welatek bijîn
Min weku
momasteyek le baþurî Kurdistan kar dikemawa,çak dazanim ke qûtabî elîfbeya
latinî le
erebî baþ tedigehejen.Maltan awa.Serketin
Gulin,baþûrê
Kurdistanê,Hewlêr,mamoste
Silav.Ez
gelek spas dikim ku HawarDengûbas.com dest bi vê karÊ kir.Ez gelek þadim ku
Kurd bûn xwedî dezgehek
wek Hawar Kurdistan Medya Grupê .Begûman qet hewce nake ko pewitiya elfebeya
latini eþkere bikin.Bp dewlemend bÛyîn û pêþkerina zimanÊ Kurdî û yekîtîya
netewî divê elfebeya latinî were bikaranîn.Çima Hikumeta Kurdistana baþur
biryarek wisa nagre çi sedemheye.Kurdistan Êdî azad.Çima wext derbas be.Çima rojek ji rojek pêþtir
em vê mijarê çareser nekin.BangÊ hemû gelÊ kurd dikim ku bo pêkhatine vê
armancê hewl bidin.
Serhad B.RÊNAS(Xwedî û Damezrênerê HKMG/Lêkolîner)
Xebatkarên Hawar Kurdistan Media Group
Þevîn ARÎ(Alîkarê Rêvebirinê-Derhênerê Dîtbarî)
Rebiwar KURDO (Edîtorî-Malpersazî)
Etem FERQÎN Edîtorî-Malpersazî
Hesen DILGEÞ Beþên Zimanên Bîyanî
Salim OZ Stretejî-Cêbecekirin
Hêlîn BARZAN Proje-Lêkolîn-Nûçe-Kontrol-Nivîs
Pasewan Proje-Lêkolîn-Nûçe-Kontrol-Nivîs
Rebiwar KURDO Têkîlî
KAMPANYA BO YEKXISTINA ELFEBEYA
ZIMANÊ KURDÎ
HAWARDENGÛBAS/Hawar Kurdistan Media Group
HÛN JÎGAVEK
BAVÊJIN!
Kampanyaya yekemîn
ya HAWARDENGÛBAS ser mijara meseleya çareserkirina kêþeya Elfebeya Zimanê
Kurdî ye.
Xwendin
û nivîsandina zimanê Kurdîji ber
helwestên zorbarî û bi yasayên ji mirovahîyê der hatibû qedexe kirin ketibû
asta herî kêm.Tenê "feqî" û "mela" yên ku di medreseyan
de perwerdeya olî bi zimanê Kurdî girtibûn istisnaya vê yekê bûn.Berhemên
Kurdî yên kevn ku bi vê elfebeyê hatibû nivîsandinfeqî û melayan ve ji ber ku elfebeya
Erebî dizanî bûn hat parastin.Lê ji ber perçe bûna Kurdistanê,nebûna
elfebeyekî standart û nabûna delfeta perwerdeya Kurdî û ji ber ku Komara
Tirk xwendin û nivîsandina Kurdî qedexe kiribû nifþên Kurd ji delfeta
xwendinaqezenca bi sedal salan;
berhemên nivîskî yên Kurdî bêpar man.Di vê çerçoveyê de pira di navbera
nifþên û nifþên berê de hat rûxandin. Ji nifþên nû lêkolînvanên wêrek jî ji
ber ku elfebeya Erebî nizanîbûn berhemên Melayê Cizirî,Ehmedê Xanî,Elî
Heriri,Feqiya Teyran ku hemû dewlemendiya zimanê Kurdî diparêzin nikarîbûn
bixwînin.
Zimanzanên Kurd bo ji holê rakirina kêþeya elfebe cara
yekem 1918’an de dest bi xebatê kirin ku hin vê demêde Komara Tirk ne
hatibû damezirandin û Tirk derbasî elfebeya latinî ne bûbûn.Lê temam kirin
û bikaranîna elfebeya latinîya Kurdî sala 1932’ê de pêk tê.Cara yekem di
sala 1918’de ji aliyê elfebeya latini pirtûka bi navê Elîfba Kurdî ku aliyê
Mîr Celadet Elî Bedirxan(1893-1951) ve hatibû nivîsandin de hat
bikaranîn.Di wan salan de li Baþurê Kurdistanê hewldanên Xelîl Xeyalî û
Tewfiq Wehbi hêvîyên Bedirxan mezin kiribû.Kovara Jîn ku di vê demê de li
Kurdistana Bakur dihat weþandin ji yekem hejmara xwe û pêve li beramberî
rexneyên tund dihat.Çinkî gelek tîp ji dervey wateya xwe ya rastîn dihat
bikaranîn û ji derdorên zimên û xwendevanan rexneyên tund dihat.Rêveberên
kovarê jî wiha bersiv dida ”Ka em çi bikin,zimanekî arî encax bi elfebeyekê
samî wiha tê nûsîn”(*). Piþtre jî elfebeya latini di kovara ku ji aliye
Celaled Elî Bedirxan ve hat derxisin de-ev kovar kovara Hawar(1932-1944) bû- jî hat
bikaranîn.Bi vê avahî zimanê Kurdî bi taybetî Kurmancî derbasî elfebeya
latinî kiribû.Kurdistana Baþur û Rojhilat ji ber ku dewletên ku wan
perçeyên Kurdistanê dagirkirine elfebeya wan a fermî elfebeya
Erebîye,elfebeya latinî re entegre nebûn.
Di dema
me de di Kurdistana Bakur,Kurdistana Baþur-Rojava,Ewrûpa û Rûsya(li gel
elfebeya Kirîlî) elefebeya Latinî,li Kurdistana Baþur û Kurdistana Rojhilat
de elfebeya Erebî tê bikaranîn.Kurdistana Baþur de televizyonan û hin
kovarên Kurdî,hin malperên înternetê û hin pirtûkênKurdî ku tên çap kirin de elfebeya Latinî
tê bikaranîn û xebatên bi vî rengî jî zêde dibin.Lê zimanê ku,zimanê 45-50
mîlyon mirovan be elfebeyek yekgirtî yê vî zimanê nebe.Ev jî malkambaxîya
me ya Kurdan e.
1▪Elfebeya Erebî ji alîyê rêzimanê de zirarê dide Zimanê Kurdî û di
nav elfebeya Erebî de gelek tîpên ku di zimanê Kurdî de hene,nînin.Elfebeya
Erebî bo zimanê Kurdî di gelek waran de kêm e.
2▪ Pirtûk,kovar,rojname û hemû
weþanên nivîskî ku li Kurdistana Azad û Kurdistana Rojhilat dertên
Kurdistanîyên ku elfebeya latinî bikartînin nikarin sûd verbigrin.Heman
þiklî Kurdistanîyên ku elfebeya erebî bikartînîn nikarin berhemên ku li
Kurdistana Bakur,Kurdistana Rojava,Ewrûpa û Qefkaya bixwînin.Ev yek jî dibe
asteng ku;
-arþîveke
neteweyî pêk were ku arþîv hiþe milletekê ye û arþîv garantî û çavkanîya
pêþketinên pêþarojê ye
-riheke
hevbeþ di wêje û çanda Kurdî de xurt bibe
3▪ Nebûna elfebeyekê hevbeþ nêzîk
bûna zaravayên Kurmancîya jêr û jor jî asteng dike.Her wiha ber rûniþtina
rêzimanê Kurdî jî digre.
4▪ Pêþketinên teknolojîk û zanyarî
de elfebeya Erebî nikare bersivê pêwîstîyên sedsala 21.an bide.Li Cîhanê
pêþketinên di warên teknolojî,zanist û ragihandinê bi giþtî ser bingeha
elfebeya latinî birêve diçe.
5▪ Nebûna elfebeyekê hevbeþ ya
neteweya Kurd bo dijminên Kurdistanê dibe sedema kêfxweþîyê.
6▪ Bi tu avahî têkîlîya ol(dîn) û ziman
nîne.Bila kes xwe paþ perdeya olê veneþêre.Elfebeya hevbeþ ya neteweya Kurd
latinî be jî hemû Kurdêm misiliman dikarin dîsa Qûranê Kerîm bi avayekê
normal bixwînin.Pejirandina elfebeya latinî bi tu avahî zirarê nade
misilimantîya Kurdan.Hemû misilmanên ku ereb nînin(ji xeynî fars,efqen û
pakîstanîyan) wisa dikin.
Êdî bo
sekinînê tu sedem nîne.Divê zûtirîn kat de Kurd vê meseleyê bigrin rojevên
xwe.Ger kêþeyên bingehîn ya gelê Kurd çiqas zû werin çareser kirin vê gavê
lezahîya pêþketinê jî di hemû waran de -wek ziman,wêje,medya,mûzîk,çand û
hwd.-zêde bibe.Serdema têkoþîna
mayîn û nemanê derbas bû niha dem dema pêþketin û pêþxistinê ye.Ji ber vê
yekê jî tu wateya paþvexistina çareserîyên pirgirêkan nîne.Niha perçeyekê
xaka Kurdistan Azad e û Hikumet,Parlemen û gelek dezgehên Kurdistanîheye ku kêþeyên wisa de rolekê bingehîn
bileyzin.
Ji ber
wan sedemên girîng û bo pêkhatina yêkîtîyê di zimanê Kurdî de hewceye ku
Kurdistana Azad bi temamî derbasî elfebeya latinî be.Bo vê yekê jî divê
Hikumeta Kurdistanê,Parlemena Kurdistanê û hemû dezgehên têkîldar dest bi
xebatê bikin.Di Konferanseke mezin û girseyî a zimanê Kurdî ku ji layê
Dewleta Federal a Kurdistan û akademîyên li Kurdistana Azad were çêkirinde
biryara derbas bûna elfebeya latinî were girtin.Divê ev konferans bi
tevlîbûna ji her perçeyên Kurdistanê hemû kes û sazîyên pêwen were li dar
xistin.Bi vî avahî him zimanekê standart pêk were him jî ji qezenc û
rabirdûya xwe qut nebe.Piþtî peyda kirina û pêkanîna çareserîyê hemû arþîva
ku bi elfebeya erebî hatiye nivîsan din vê bo latinî werin wergerandin.
Hûn
dikarin nav,cîh û nêrînên xwe biþînîn li navnîþana elfebe@hawardengubas.com
an jî ji forma jêr .Piþtî qedandina kampanyayê
HAWAR-DENGÛBAS
peyamên ku hatine þandin wê biþîne cihên têkîldar wek Hikumeta
Kurdistan,Parlemena Kurdistan,Korî Zanyarî Kurdistan,Enstîtuyên
Kurdî,Zankoyên kurdî û navendên din yên pêywendîdar da ku bo çareser kirina
vê arîþeyê gavek bêne avêtin.Hûn dikarin pêþnîyarên xwe jî bo çareser
kirina vê kêþeyê jî dîyar bikin.