|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Serxwebûn/Serwerî/Desthilatdarî mafê Neteweya/Milletê Kurd e jî û
Netewe,Ziman e…
Îbrahîm guçlu
23
Rêbendan ,2007
Teblîxnameya Îbrahîm GUÇLU ku ji sempozyuma KURD-KAVê re hatibû pêþkêþ
kir.
Ez di
destpêkê de Weqfa Çandî û Lêkolînî ya Kurdî pîroz û sipas dikim ku li ser
mijara “Gelo Kurd çi dixwazin?” sempozyumek bi dar xistiye û derfet daye min
ku ez jî li ser mijara “Ziman û Çanda Kurdî û Hînkariya bi Kurdî: Rewþa
niha, pirsgirêkên heyî û pêþniyarên çareseriyê” de bîrûreyên xwe pêþkêþî we
beþdarên bijarte û hêja bikim.
Helbet mijar û pirsa ku em dê gengeþî bikin, bes ne îro û ne di vê merhelê
de ketiye rojava me. Ev mijar û pirsa girêdayî pirs û pirsgirêka doza
Kurdistanê ya mezin, beþek ji pirs û doza me ya mezin e. Ji bona vê ev
mijara dê hîn dûrûdirêj bê gengeþî kirin. Lê tiþtekî gelek vekirî heye ku em
di vê mijarê de jî hewcedarî lîteratûreke nû, kûr û fireh in.
Dema ku ez di vê mijarê de bîrûreyên xwe pêþkêþ dikim, baþ dizanim ku ev
bîrûreyên min hewcedarî dewlemed kirin, kûr kirinê û nirxandinê ne. Loma jî
ez di bîrûbaweriyê de xwe zêde xwediyê îddiayeke mezin nînim. Rastiyeke din
jî heye ku mijara ku di beþa yekemîn de de tespît bûye, bi mijara beþa
duyemîn de tespîtbûyî re girêdayî ye û di nav hevûdu de ye ku mirov nikareke
ku bi mekanîkî ji ji hevûdu veqetîne. Ji bona vê dema ku ez bîrûreyên xwe
tînim ser zimên, ez dê bikevim nav sînorên mijara duyemîn jî. Gelek xwezayî
ye ku ezê zêdetirîn gorî pîvanên sosyolojiya siyasî bîr û reyên xwe pêþkêþî
we bikim.
Ezê bîrûreyên xwe di çar çarçewan de bînim ser zimên. Çarçewa yekemîn: Ji
bona mijara em munaqeþe dikin zelal bibe û girîngiya vê mijarê bê fahm
kirin, gerek çend pirsên bingehî yên girêdayî vê mijarê bên diyar kirin. Wek
mînak: Terîfa netewe/milet, rola neteweyan di dîrokê û di jiyana mirovatiyê
de çi ye, divê em ji bona Kurdistanê xwediyê paradîgmayeke çawa bibin û
girêdayî vê pirsê, di navbeyna fermîbûna ziman û perwerdayîbûna ziman de çi
ferq heye. Çarçewa duyemîn: Li Tirkiyeyê ji bo ziman û hêjayiyên neteweya
kurd de rewþ siyasî, civakî û huquqî çiye. Çarçewa sêyemîn: Di huquqa
navneteweyî û YE’yê rewþ di vê mijarê de çiye. Çarçewa çaremîn: Rewþa me
kurdan di vê mijarê de çiye û divê çibikin.
I- çarçewa yekemîn…
NETEWE, ZÝMAN E…
Ez di wê baweriyê de me ku di bin tesîra îdeolojiyên cihê de, em kurd jî di
terîf û wetaya netewe/milet de xwediyê nêrînên cihê ne. Ev yeka jî di
çareserkirina pirsên neteweyî û Kurdistanî de dibe pirsgirêkekê. Loma divê
em kurd bi tevayî li ser terîfa netewa/milet de konsensusekê çê bikin. Li
ser terîfa netewa/milet lihevkirina me, li pirsgirêkên neteweyî bi çavekî
cidî mêze kirin re jî dibe alîkar.
Tê zanîn ku li ser terîf û wateye/milet gelek fîlosof, sosyolog, dîrokzane,
siyasetzane rawestiyan e û xebat kirine. Ji bona netewe/milet gelek terîfên
cihê û cihê hatine kirin. Di van terîfan de gelek xal û wateyên ji hevûdû
cihê hene. Lêbelê terîfa hemû Fîlosofan, sosyologan, dîrokzanan û
siyasetzanan ji bona neteweya li ser sê unsuran lihevkirin û hevbeþiyek
heye. Ew unsuran: 1- Ziman e. 2- Li ser axakê jiyan e. Ev jî welat e. 3-
Jiyaneke hevbeþ, domdar, vekirî ye. Netewe, civateke dîrokî û domdar û temen
dîrêj e.
Ez jî di terîfa netewe de ev unsuran bingeh, esas û nayenguhertin dibînim.
Lê di van unsuran de, unsura yekemîn, unsura duyemîn û unsura sêyemîn heye.
Diyarkirina vê pirsê jî gelek girîng e.
Ziman jî hêjayiyek e ku milet çê dike û diqewîne. Lêbelê dema em li jiyan û
ceribandina mirovatî û netewe binêrin, gelek aþkere derdive holê ku dema
civatek xwediyê zimanekî nebe, bi civatê din re nabe xwediyê cûdabûyinekê,
hem jî ev civat di nav pêvajoyê de nikare bibe miletekî cihê jî.
Ez di wê baweriyê de me ku ziman her tiþtê miletekî ye. Milet kategoriyeke
dîrokî e ku di sedsala 17 û 18’an de qewimiye û pêþketiye ; formên nû qezenç
kiriye. Feqet ziman, beriya ku milet, wek kategoriyeke mirovatiyê derkeve
holê jî, hebû. Ji bona vê jî civat bê ziman tu caran nikare bibe milet.
Ziman jî di nav pêvajoyeke dîrêj de, gorî jiyana xwe ya piralî, jiyana
çandî, edebî, civakî, aborî, cîranî pêþ ket, li xwe zêde kir û formekî nû
girt. Dema ku ziman nû peyda bû wulo diyar dike ku, gorî rewþa civata
nehevbeþ, parçekirî, girtî û paþvemayî, ziman jî hevbeþ nebû û parçe bû. Di
zimanan de zarav û devok girêdayî ev rewþê derketin holê.
Heger zimanê civatekê nebe, tê wê maneyê ku miletek an asîmîle bûye, an ji
holê rabûye, an jî tevî civat û miletekî din bûye. Ceribandina mirovatî ji
vê rastiyê dûr nîn e. Ez dikarim bibêjim ku dinya bi wateyekê jî, goristana
ziman, civat û miletan e.
Ev pêvajoya bi gelek rê û rêbazan hatiye meþandin. Yek metodek ew e: Zimanê
qels di nav zimanê xurt yên cîran de heliyan. Metod û awayê xerab,
nemirovane, barbar jî ew e ku milet û civatên xurt yên mîlîtarîst, bi zorê
civat û miletên cîran û yên necîran xistin bin desthilatdariya xwe, serwerî
û hemû hêjiyiyên wan civatan û miletan yên civakî û miletî ji holê rakirin.
Miletê kurd û zimanê kurdî jî, ji bona ku holê bê rakirin û asîmîle bibe, 4
dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Îran, Iraq û Suriye) sed sala ku hewil
dide. Tiþtekî kêfxweþiyê ku miletê kurd û zimanê kurdî li hemberî ev êriþên
barbar û neînsanî xurt derket, li ser piya ma.
Ziman û çand: Ziman çand çê dike. Ji bona vê dema ku ji çanda neteweyekî bê
behs kirin, di destpêkê de ji ziman tê behs kirin. Çanda neteweyî ya nivîskî
û hûnerî bi ziman çê dibe. Çand, hêjayîke milet ya têkilhev e. Lêbelê dema
rewþenbîrekî neteweyekê bi zimanê xwe nenivîsîne û hûnera xwe bi ziman diyar
neke, ew hûner û afirandin aîdî wê neteweyê nabe. “Rewþenbîrekî kurd jî dema
ku bi zimanê xwe helbest, roman, kurteçîrokan, þanoyan û wd. berheman
neafirîne, nabe rewþenbîrekî kurd.” Ev yeka jî diyar dike ku unsura aîditiyê
ya aktîf û diyar, ziman e.
Ziman û dîrok: Dîrok, bûyerên di serê milet re derbasbûyî, jiyana wî ya
civatîyê ku ev civata kiriye milet. Dema ku ji dîroka miletekî tê bahs
kirin, ji du babetên dîrokê tê bahs kirin. Ev rastiya ji bo beþa çand, wek
çîrok, muzîk û stranan jî wusa ye û wulo tê pejirandin. Dîroka miletekî jî,
“devkî” û “niviskî” ye. Lêbelê dîroka aktîf û diyar, dîroka nivîskî ye.
Dîroka niviskî bi zimanê milet çê dibe, ew jî te wê wateyê ku ziman di
hemendem de dîroka miletekî jî çê dike.
Ziman û welat: Di jiyana civatan de , di navbeyna ziman û welat de
nêzikatiyek heye. Gorî ceribandina mirovatî û tespîtên min, dîroka zimên û
welat bi hev re dest pê dike. Li vir pirseke girîng heye ku divê ev pirsa
bersîv bibe. “Gelo di pêvajoya dîroka zimên û welêt de, ziman û an jî welat
li pêþ e?”. Her du unsur bi hev re gelek bi organîkî girêdayî ne, lêbelê di
opsiyon û babetên cihê de, rewþa wan her du unsuran ji hevûdu cihê ne.
Heger grubek însan, girêdayî gelek sedemên cihê (sedemên aboriyê,
þerênavxwe, birakujî, sirgûnî) dev ji welat û axa xwe berde biçe jiyana xwe
li welatekî din bidomîne; an jî qedera xwe bi miletekî din re li ser axa wî
bike hevbeþ; di van þertan de welat jiyana xwe nadomîne û welat li wir
diqede. Lê ziman li ser axa miletên biyanî ku ew gruba însan pê re dijîn jî
dom dike. Ev jî wek encam derdixe holê ku dema welat bê guhertin jî, ziman
jiyana xwe didomîne. Ziman aktîftirina xwe li hemberî welat nîþan dide.
Jiyan û ceribandina Kurdên li Anadoluya Navîn vê rastiyê wek ceribandinekê
ji me re nîþan dide. Ev rastiya ji bona miletê cihû (Yahudî) jî derbas dibe.
Lewra miletê cûhî mecbur bûn ku ji welatê xwe dûr bikevin, bibin miletek û
civateke sirgun. Lê cûhiyan li sirgûniyê zimanê xwe wenda nekirin, di sala
1948’an de ji bona xwe welatek çê kirin, dîsa ji bona ku taybetmendiyên xwe
yên miletî wenda nekiribûn bi rehetî bûn dewlet û mieleteke hevbeþ.
Dîsa zimanek dikare welatekî gelek bi hêsanî çê bike. Dewleta Yekbûyî ya
Amerîkayê (DYA) ji bo vê minakeke gelek balkêþ e. Lewra ji devre û ji gelek
welatan grub hatin li DYA ya îro bi cîwar bûn, îngîlîzî wek zimanekî hevbeþ
pejirandin. Ji bona xwe hem miletek û hem jî welatek çê kirin.
Ziman û asîmîlasyon: Dema ku kolonyalîst bixwazin miletekî ji holê rakin, bi
qedexekirina zimanê wan dest bi xebata xwe ya nemirovane dike. Dema ku
kolonyalîstan zimanê miletekî ji holê rakirin, wê demê wan miletan gelek bi
hêsanî dikarin bi rêve bibin û hegemonyaya xwe mitlaq bikin.
Ev jî derdixe holê ku jiholêrakirina miletan de, ziman ji holê rakirin gelek
girîng e.
Ziman û netewetî/welatparêzî: Di navbeyna ziman û netewetî/welatparêzî de jî
pêwendiyeke rasterast û xurt heye. Netewetî/welatparêzî bi kurtî ji hemû
hêjayiyên miletî re xwedî derketin, azadiya netewe parastin û ji bo
rizgariya welat têkoþîn meþandine.
Helbet netewetî xwe bi xwe dernakeve holê, girêdayî gelek sedeman, di demeke
taybet a dîrokî ya miletan de peyda dibe.
Xebata netewetî bi her awayî tê meþandin. Zimanê miletekî di vê xebata
netewetî de rola sereke dilîze. Ji bona vê jî gelek neteweyên bindest di
çarçewa azadiya ziman de xebat û têkoþîna xwe ya netewetî meþandine. Heger
ev xebata netewetî û têkoþîna rizgariyê bi zimanê wî miletî naye meþandin,
ev xebat û têkoþîna dibe kêmnetewetî.
Di encama vê beþê de, girêdayî van hemû norm û pîvanan dikarim bibêjim ku
dema ku em ji miletê kurd jî behs dikin, em ji zimanê kurdî behs dikin.
Lewra em baþ dizanin ku dema ku zimanê kurdî nebe, ji neteweya kurd jî behs
kirin mimkûn nîne. Zimanê kurdî, bingeha çand û dîroka kurd e.
DÝ JÝYANA MÝROVATÝYÊ DE ROLA MÝLETAN…
Kategoriya milet, di demeke dîrokî ya mirovatî û civatan de derket holê. Her
kes dipejirîne ku pêvajoya miletbûnê beriya þoreþa Fransayê (1789) dest pê
kir û bi þoreþa Franseyê proses û avabûna “dewletê neteweyî” dom kir. Encama
vê proses û pêvajoyê gelek civat, an encama þerekî navxwe û li hemberî
cîranên xwe, an jî bi dilsozî di nav xwe de yekîtiyek pêk anîn, bûn
“dewletên neteweyî”. Ev pêvajoya “dewletên neteweyî” ji mirovatiyê re demeke
dîrokî vekir. Ev dema dîrokî nêzikî 400 salî dom kir û di vê merhelê de jî
dom dike. Împaratoriyên gelek mezin, wek mînak Împaratoriya
Evusturyayê-Almanyayê û Împaratoriya Osmanî encama ev piroses û pêvajoya
“dewletên neteweyî” belav bûn û ji holê rabûn.
Di sedsala 20’an de piroses û pêvajoya “dewletên neteweyî” û dewletbûna
miletan bi xurtî dom kir. Hem piþtî þerê cihanî ya 1’emîn û hem piþtî þerê
cîhanî 2’emîn û hem di dema þerê sar de û hem jî piþtî þerê sar bi dehan
milet bûn dewlet. Dinya ji aliyê ziman, çand û ax de gelek rengîn û
dewlemend bû.
Em ne hewceyê ku biçin kûraniya dîrokê, piþtî salên 1999’an ji aliyê miletan
û miletbûnê de pêvajoyeke gelek xurt û pêleke dîrokî dest pê kir. Pêvajoya
miletbûnê hem bû sedem ku dewletên nû ava bibin, hem jî bûn sedem ku
Împaratoriya Sowyetî û Yugoslavyayê ji holê rabe û parçe bibe, hem jî
rêjimek, rêjima otorîter û totalîter ya çep û sosyalîst tasfîye bibe. Li
Yekîtiya Sowyetê 16 dewlet, li Yugoslavyayê 7 dewlet ava bûn. Çekoslovakya,
bû du dewletên serbixwe, Elmanya û Yemen dubeþ û du dewlet bûn, bûn yek
dewlet.
Hejmara dewletan gihîþte 200 î. Ji wan dewletan beþek wan xwediyê 50 hezar
nûfus e û beþek jî xwediyê 100-200 hezar nûfus e.
Ev proses û pêvajoya miletan bi xwe jî derdixe holê ku di dîroka mirovatiyê
de û di dîrok çêkirinê de wek civat kategoriya milet û miletbûnê gelek
girîng û tayinkirî ye. Piþtî þerê sar jî em vê rastiyê gelek bi hêsanî
dikarin tespît bikin.
Piþtî þerê sar, “di guhartina dinyaya nû de rewþa miletên bindest û
kolonyalîst rûyê dinyayê guhart û ji nû ve di avabûna dinyayê de miletên
bindest, bûn dînamîkeke bingehî. Li cem demokratîzbûn û lîberalîzebûna
dinyayê, guhartina di rewþa miletên bindest de, ew xetimandina ku ji aliyê
dema þerê sar ve çêbibû, ji holê rabû. Pozisyon û opozisyona miletên
bindest, zor da ku ew sînor û dîwarên di navbeyna du sîsteman de hene,
bixelin/birûxin. Pêwendiya miletan di çarçewa atmosfera dinyayeke zêdetir
demokrat de xurttir bibe….
“Tê gotin ku lîberalîzebûna sîstema aborî û demokratîze bûn, bûn sedem ku
dema þerê sar ji holê rabe û ber bi yeksîstembûnê biçe. Lêbelê ev tespîta
rastiyeke bingehî û tayinkirî vediþêre. Ev rastî jî, opsiyon û pozisyona nû
ya ku ji bona miletan derketiyê holê ye. Heger di van 16-17 salên dawiyê de
23 milet negihîþtina azadî û serxwebûna xwe û dewletên xwe ava nekirina, ew
sîstema kolonyalîst a ku dixwast miletan di destê de bigre, rê û derfet
nedida ku pêwendiyên azad, berfireh, sebixwe di navbeyna blokan, sîsteman û
miletan de çêbibe.”
Gelo pêvajo û rewþ li Kurdistanê çawa ye/çawa bû?
Hezar mixabin ev piroses û pêvajoya ji bona miletê kurd baþ nemeþiya. Piþtî
þerê 1’emîn ya cîhanî gelek milet bûn dewlet, kurd wek milet û Kurdistan wek
welat bi Peymana Lozanê bû çar parçe û ket bin desthilatdarî û hegemonyaya
çar dewletan (Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê, Suriyeyê), Kurdistan bû kolonî. Piþtî
þerê 2’emîn ya cîhanê dîsa gelek milet bûn dewlet, miletê Kurd bes li
parçeya rojhilatê Kurdistanê, Komara Mehabadê ya Kurdistanê ava kir. Hezar
mixabin temenê wê dirêj nebû, encama siyaseta rojava û yekîtiya sowyetê û
êriþa leþkerî ya dewleta Îranê hat rûxandin. Dîsa di dema þerê sar de jî,
gelek milet bûn dewletên serbixwe û an jî di navbeyna sîstema rojava û
sosyalîst de cihên xwe guherandin, kurd dîsa nebûn dewlet. Bes di sala
1970’yî de li baþurê Kurdistanê Otonomiya Kurdistanê ava bû. Temenê vê
otonomiyê çar sal bû. Piþtî ku hukûmeta merkezî ya Iraqê bi piþtgiriya
yekîtiya sowyetê êriþ bir ser, Îran û DYA’yê jî piþtgiriya xwe qut kir,
otonomiya Kurdistanê hat hilweþandin.
Di demê þerê sar de miletê kurd azad û serbixwe nebû, lêbelê tevgera
Kurdistanê û bi taybetî jî tevgera bakurê Kurdistanê ji tevgerên miletên din
yên dinyayê ferqtir bû xwediyê nexweþiyekê. Tevgera miletên din, hem
îdeolojîkbûyin pejiarandin û hem jî bi wê rê pêvajoyê miletbûna xwe û
berjewendiya neteweyîbûnê baþ meþandin, gihîþtin armancên xwe. Feqet rewþa
tevgera bakurê Kurdistanê bi awayekî din û li aleyha miletbûnê dom kir.
Tevgera Bakurê Kurdistanê îdeolojîkbûn, di ser pêvajoya miletbûnê re girt.
Ji bona vê yekê jî siyaseteke gelek kozmopolît û li dijî hêjayiyê netewetî
meþand. Li dijî xweser organîzekirin û rêxistinîbûna miletê kurd li ser navê
îdeolojiya enternasyonalîst ya çep hat derketin. Rola miletan baþ nehat fahm
kirin. Ji bona vê jî ev rewþ û pozîsyona girêdayî þertên subjektîv û
objektîv yên Kurdistanê Tirkiyeçitiya hatibû qewimandin, bi gelek awayan hat
dom kirin. Qerektera tevgera netewetî nehat fahm kirin, ji bona vê îddîa hat
kirin ku tevgera neteweyî dê bes bi sinif û tebeqeyên xebatkar bê meþandin.
Ev yeka ji bona tevgera neteweyî bû feqekê.
Wek tê zanîn, “tevgera neteweyî, tevgereke gelemperî û ji gelek unsurên
bingehî pêk tê. Tevgera neteweyî tê wê manayê ku ji ziman, çand, edebiyad,
dîrok, folklor, welat re xwedî derketin e û ji bo azadî û serxwebûna welêt
xebat kirine. Ji bona vê yekê di tevgera neteweyî de ciyê her kategoriya
civat û milet heye. Her kategorî jî, gorî taybetmendiyên xwe rola xwe
dilîzin û vatiniya xwe tînin cîh. Lê rastiyeke bêmunaqeþe jî heye ku di
tevgera neteweyî de unsurê siyasî di dereca yekem de rolekî dilîze. Lewra
pirsa miletên bindest û kolonî, girêdayî kolonyalîzm/emperyalîzmê pirseke
siyasî ye.
“Ji bona vê jî, helwest û çanda siyasetvan û sinifa siyasî ya bakurê
Kurdistanê gelek girîng bû. Helwesta siyasetvan û sinifa siyasî ya kurd, li
hemberî zimanê kurd û çanda kurd, pozîtîv nebûye.”
Rewþenbîr û siyasetvanên bakurê Kurdistanê bi giranî bi zimanê tirkî siyaset
kirin, karên rêxistinî bi tirkî rê ve birin, bi gel re pêwendiyên xwe bi
tirkî meþandin. Rewþenbîrên bakurê Kurdistanê berhemên xwe bi zimanê tirkî
afirandin. Ji bona vê jî, ji bin bandora çanda tirkî xelas nebûn. Heta
rewþenbîr, siyasetvanên kurd û sinifa siyasî ya kurd, zimanê kurdî ewqas
biçûk û bêqîmet dîtin ku ji aliyê hinek serokên tevgera kurd ve gelek bi
hêsanî hate parastin ku dewleta kurd ava jî bibe, dê dewletê bi zimanê tirkî
bimeþînin.
Îro jî ev kêmasî û trajediya dom dike. Rêxistinbûna miletê kurd di çarçeweya
etnîkî û neteweyî de meþrû naye dîtin, miletê kurd bi miletên din re wekhev
naye dîtin, mafên ji bo miletên din tên pejirandin, ji bo miletê kurd naye
pejirandin.
Ji bona vê yekê ez di wê baweriyê de me ku têgihîþtina netewetiya bakurê
Kurdistanê, têgihîþtineke kêmnetewetî ye. Ji bona vê jî rewþenbîr,
siyasetvan û sinifa siyasî kurd qiymet zêde nade ziman, çand û hêjayiyên
miletê kurd.
PARADÎGMA Û SENARYOYA CIVAKÎ…
Ji bona ku em rewþa niha, pirsgirêkên heyî û pêþniyarên çareseriyê di mijara
ziman û çanda kurdî û perwerdayiya zimanê kurdî de zelal bikin, divê du alî
bên diyar kirin. Aliyek aliyê dewleta tirkiyeyê, ezê vî alî di beþa pêþî de
ji aliyê siyasî, civakî û huquqî de zelal bikim. Aliyek jî, aliyê me kurdan
e. Divê em paradîgmaya û senaryoya xwe ya civakî û projeya mezin ya li pêþ
xwe diyar bikin. Lewra paradîgma û senaryoya me ya civakî, di tespîtên
pirsgirêkan de, di þirovekirina rewþê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan
pêþniyar pêþkêþkirinê de ji me re dibe alîkar.
Hezar mixabin di paradîgma û senaryoya civakî de hem serê me kurdan tevlihev
e û hem jî di vê pirsê de hevbeþiyek û miþterekbûyineke neteweyî jî tune ye.
Opsîyona yekemîn: Dema ku em Kurdan wek miletekî bipejirînîn, wê demê tê wê
wateyê ku em serxwebûna kurdan dipejirînin, em dibêjin ku miletê kurd jî
divê qasî miletê tirk û miletê dinyayê yên din xwediyê mafan be, qedera xwe
bi îradeya xwe tespît bike, li ser axa xwe li Kurdistanê desthilatdar/serwer
be. Ew jî di çarçewa sê statûyan de pêk tê. Statûya yekemîn, dewleteke
serbixwe ye. Statûya duyemîn, federalîzm û federebûn e. Statûya sêyemîn,
konfederalîzm e.
Di vê opsiyonê de helbet hîç þik tune ye ku zimanê kurdî dibe zimanê fermî,
ziman, çand û hemû hêjayiyên miletî dê xwe xweser organîze bike pêþ bixe. Lê
dema ku dewleteke serbixwe wek paradigma û projeya civatê bê pejirandin, ji
dewleta tirk ji bona ziman, çand, hêjayiyên din yên miletî tiþtek daxwaz
kirin, pir di cî de nabe. Tu bes ji bo dewleteke serbixwe xebat dikî,
dezgehkirin û pêþxistina ziman û çanda kurdî ji aliyê tevgera neteweyî de tê
çareser kirin. Lê dema ku federalîzm û federebûn wek paradîgmayekê bê
pejirandin, ev statûyeke hevbeþ e, bi miletên tirk re ji aliyê maf û huquqê
ve di çarçewa wekhevî de jiyaneke hevmiþterek e: Helbet di van þertan de ji
bona ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdayî daxwaz kirin makul e.
Opsîyona duyemîn: Dema ku em kurdan kêmnetewe bipejirînin, wê demê em ne
hewcedarî paradîgma û senaryoya civateke serbixwe nî. Wê demê em dixwazin ku
di bin hegemonyaya û serweriya miletê tirk de bijîn, bigihîjin mafên xwe yê
zimanî û çandî. Helbet di van þertan de mafê kurda ye ku daxwaz bikin ku
zimanê kurdî bibe zimanê perwerdayî, lê wê demê ne hewceye ku zimanê kurdî
bibe zimanê fermî.
Ez xwediyê paradîgma û senaryoya civakî yê opsîyona yekemîn im. Ez bîrûreyên
xwe û pêþniyarên xwe di çarçewa wê paradigma û senaryoya civakî de pêþkêþ
dikim. Lewra fermîbûna zimanê kurdî, desthilatdariyeke fermî û dewletî
dixwaze.
II- Çarçewa duyemîn
DEMA KU MAFÊN MILETÊ KURD TÊ ROJEVÊ HUQUQA TIRKAN DÝQEDE..
Em ji bona ku rewþa ziman û çanda kurdî, bi gelemperî mafê miletê kurd di
huquqa dewleta tirk de diyar bikin, gerek em li felsefeya avabûna dewleta
tirk û li paradigmaya îdeolojiya fermî û senaryoya civakî ya ku hatiye
avakirin mêze bikin. Lewra baþ tê zanîn ku huquq, pîvan û normên ku dewletê
û civatê, pêwendiyên fermî û nefermî, pêwendiya dewlet û gel, maf û azadiyên
hemwelatiyan, berpirsiyarî û desthilatdariya dewletê û dezgehên dewletê
terîf dike.
Huquqa dewleta tirk li ser înkar û tunebûna miletê kurd ava bûye…
Piþtî Þerê Cîhanî 1’emîn Împaratorýya Osmanî wenda kir. Derket holê ku
Împaratorýya Osmanî nikare jiyana xwe bidomîne. An jî ji aliyê dewletên
rojava de biryar hat girtin Împaratorýya Osmanî ji holê rabe. Ji bona vê jî,
dewletên rojava hatin li ser axa Osmanî ku bes Kurdistan digirt nav xwe,
rûniþtin. Di vê demê de projeya dewleta tirk hat hûnandin. Ev projeya
dewleta tirk, girêdayî desthilatdariya çep û sosyalîst ya mîlîter/bûrokratîk
li Rusyayê zelal bû. Dewleta tirk li hemberî desthilatdariya li Rusyayê wek
projeyeke dewletên rojava û bi taybetî jî wek projeya Îngiltereyê ava bû.
Di destpêkê de hem ji bo berjewendiya dewleta nû û hem jî girêdayî çanda
Osmanî hebûna miletê kurd nehat înkar kirin.
Dewleta tirk, wek “dewleteke neteweyî” hatibû proje kirin, lê li holê miletê
tirk tune bû. Ji bona vê jî pêwîst bû ku miletek bihata ava kirin. Ev jî, ji
miletê kurd û grubên etnîkî yên din dikarîbû ku ava bibe. Encama vê projeyê
miletê kurd tune hat pejirandin û hat gotin ku “Kurd jî tirk in.”
Encama vê projeyê, îdeolojiyeke fermî, paradigma û senaryoya civatê li ser
bingeha yek milet miletê tirk, yek ol olê Îslam, li ser yek mezhebê mezheba
sun’î, li ser îdeolojiyekê îdeolojiya dewletê (piþt re li ser kemalîzmê), li
ser yek sinifekê sinifa sivîl ya bûrokratî û leþkerî hat hûnandin. “Dewleta
neteweyî” ne, “neteweya dewletê” derket holê. Huquq û peymana civakî (zagona
bingehî) gorî ev paradîgmaya û senaryoya dewlet û civatê, rengek, qerekterek
û wesfek qezenç kir.
Ji avabûna dewleta tirk heta vê merhelê em têde dijîn gelek zagonê bingehî
çêbûn û ev zagonan hatin guhartin. Lê pîvan û norma nehatî guhartin ew e ku
“herkesê ku bi pêwendiya hemwelatî bi dewletê re girêdayî be, ew kesa tirk
e.” Ev pîvana mitlaq di zagona bingehî ya îro de di xala 66’emîn de jî cîh
digre. Zagona bingehî gelek eþkere diyar dike ku miletê kurd tirk in û her
kurdek tirk e.
Înkarkirina miletê kurd bi xwe re qedexekirina hemû mafên neteweyî jî anî..
Piþtî ku “neteweya dewletê” ava bû, mafên miletê kurd bi her awayî qedexe
bûn. Miletê kurd nikarî bi zimanê xwe biaxife, bixwîne û binivîsîne. Ew
kesên ku kurdî qise kirin, cezayê hepisê û peran wergirt; iþkence, zulim û
zordarî dît. Pêvajoyeke xurt ya asîmîlasyonê dest pê kir. Ev konsepta
asîmîlasyonê, konseptekî nayeguhartin hat pejirandin, 87 sala ku ev konsepta
bi darê zorê û zora dewletê dom dike.
Miletê kurd, ji bona ku ev statûya li ser wê hatiye ferz kirin, ji hemû
mafên xwe yên neteweyî, civakî, îdarî, mirovî bêpar bû li ber xwe da, serî
hilda. Ev serîhildana heta sala 1938’an bi çekdarî domand. Encama van
serîhildanan, pêvajoya merhelaya qedexekirina mafên miletê kurd bi
qetilkirin û tunekirina fizîkî ya miletê kurd dom kir.
Di salên 60’yî de her çiqas di jiyana rojane de kurdî qise kirin qanûnên
neqedexebû jî, berpirsiyarên bûrokrat û leþkerî fiîlên li Kurdistanê qedexa
zimanê kurdî bi xurtî domandin. Ew kesên ku di jiyana xwe ya rojane de bi
kurdî diaxiftin, ji wan re heqeret û tehdît hat kirin. Bi taybetî jî li
gundên Kurdistanê zulim û zordariya di zimanê kurdî de hatiye kirin, zulmeke
naye terîf kirin.
Dema ku di sala 1960’yî de leþkeran îddia dikir ku wan li hemnberî
dîktatoriya DPê desthilatdarî girtiye destê xwe, li ser navê demokrasî û
azadiyê di destpêkê de êriþî kurdan kir û 300 kurdên bijartî li Qampa Sîwasê
çend mehan hepis û sirgûn kirin, piþt re jî ji wan 55 kesên bijartî sirgûnî
bajarên tirkan, rojava kirin.
Di sala 1971’an de dema ku leþkeran dîsa desthilatdarî girte destê xwe, ji
bona ku DDKO’yê û TÎPê, endamên PDKTê û welatparêzên kurd ji bona ku ji
hebûna miletê kurd û mafên miletê kurd behs kiribûn, ji bona mafên miletê
kurd di nav têkoþînekê de bûn, kîtlewî hatin hepis kirin û ceza kirin. Her
çiqas ji aliyê pîvanên niviskî û qanûn de kurdî di jiyana rojane de neqedexe
bû jî, di pratîkê de qedexeyê dom dikir.
Di sala 1980’yî de rêjima leþkerî ya Kenan Evren, qanûnek çêkir û kurdî di
jiyana rojane de jî qedexe kir. Ev qedexa di dema desthilatdariya Tugud OZAL
de her çiqas wek pîvana qanûnî ji holê jî rabû, qedexeya li ser zimanê kurdî
rojane jî dom kir.
Em dema ku li rewþa huquqî ya îro jî mêze bikin, zagona bingehî hem hebûna
miletê kurd û hem jî hemû mafên neteweyî ya miletê kurd qedexe dike.
Qanûnên li bin zagona bingehî hatine çêkirin ku ez ji wan e dibêjim “qanunên
binî” jî gorî zagona bingehî hatine dizayin kirin. Ev zagonan jî gelek
eþkere hemû mafên miletê kurd qedexe dikin.
Gorî huquqa dewleta tirk:
* 1- Hebûna miletê kurd tune tê pejirandin. Hemû xalên zagona bingehî vê
yekê diyar dikin. Di Zagona bingehî de ew sê xalên pêþî yên nayen guhartin û
bi taybetî jî xala 3’emîn bi hiþkî ji bona tunekirina miletê kurd hatine
pejirandin. Xala 66’emîn a zagona bingehî, rasterast tirkbûyina kurdan
realîze û formûle dike.
* 2- Zimanê kurdî fermî naye pejirandin. Gelek eþkere ye û ne hewce ye ku bê
diyar kirin, bi kurdî perwerde bûn qedexe ye. Girêdayî pêwendiyên Yekîtiya
Ewrûpayê (YE’yê) zagona di derbarê zaravên (neziman) herêmî de hatine
pejirandin, hebûna zimanê kurdî napejirîne. Felsefeya zagona zaravayên
herêmî jî, kurdî wek zarava zimanê tirkî dipejirîne. Ji bona vê yekê dema ku
li dadgehan ji bona wergêran biryar tê girtin, biryar ji bo zimanê kurdî ne,
ji zaraveke herêmî tê girtin.
* 3- Di zagona hilbjartinê de dema qempenyayê hilbijartinê bi kurdî axiftin
û propagande kirin, bi maneya mitlaq qedexe ye. Di derbarê vê pirsê de ji
bona kê/kî doz vebûye, hemû doz jî bi cezayê qediyane. Ji bona vê min û
Birêz Melîk Firat di hilbijartina 2002’an de ceza girt. Ji derveyî me jî
gelek kesan ceza girtiye.
* 4- Di zagona partiyên siyasî de jî, di xebatên partiyan de kurdî qise
kirin bi awayekî mitlaq qedexe ye. Di vê qadayê de jî dozên hatine vekirin,
bi cezayê dawî hatin. Ji bona vê yekê ji berpirsiyarên HAK-PARê (hem
merkezî, hem ji bo þaxa Edanayê û Amedê), DEHAPê, kesan doz hatine vekirin.
Doza HAK-PAR’ê hatiye merhela dawiyê. Diyar dike ku ev doza dê bi cezayê
biqede. Di derheqê min de, hem ji bona ku ez berpirsiyarê HAK-PARê bûm û hem
jî ji bona ku min di kongre û civînên HAK-PARê de bi kurdî qise kiriye,
gelek dozên hatine vekirin hene.
* 5- Di zagona dewleta tirk de, bi nasnameya kurd û kurdistanê rêxistin ava
kirin qedexe ye. Bes di ev salên dawî de bi navê “kurd” komele û weqif ava
kirin de facto tê pejirandin. Lêbelê ev komeleyên bi navê “kurd” avabûne,
nikarin ku mafên miletê kurd, mafê perwerdayiya zimanê kurdî biparêzin û
daxwaz bikin. Nikare avakirina pirtûkxaneyeke kurdî, mûzeyeke kurdî daxwaz
bike û bi kurdî bi niviskî danûstandinên xwe bimeþîne. Wek tê zanîn Komeleya
Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOM) ji bona ku ev mafên neteweyî ya miletê kurd,
perwerdayiya zimanê kurdî û hêjayiyên din yên neteweya kurd diparast hat
girtin û nûha doza komeleyê lý dadgeha bilind e.
* 6- Exîtîm-Sen’ê ji bona ku di rêbaza xwe de diyar kiribû ku zimanê kurdî
bibe zimanê perwerdayî, hat girtin . Exîtîm-Sen’ê piþtî ku ji rêbaza xwe ev
xala derxist, ji qedexebûnê xelas bû.
* 7- Di derbarê vexwendina Þeredariya Amedê bi kurdî ji bo festîvalê doz
vebû û ev doza dom dike.
* 8- Di van rojên dawî de Þeredariya Sûrê biryar da ku karûxebat bi zimanê
kurdî bimeþîne. Encama vê biryarê di derbarê serokê þeredariyê de ji aliyê
wezîrên karên hûndir de lêpirsîne dest pê kir. Di vê merhelê de heger
nêrînên otorîteyên huquqê jî bên þirove kirin, rewþa huquqî ya di derbarê
zimanê kurdî de gelek bi hêsanî derdikeve holê. Beriya vê biryarê ji bona ku
þeredariya Sûrê programa kurdî ya makinemêjûyê jî pêk anîbû, ev jî bû pirsa
lêpirsînê.
Huquqa Tirkiyeyê, rêjima neteweyan û rêjima kêm neteweyan jî nanirxîne û
napejirîne.
III- Çarçewa sêyemîn:
HUQUQA/RÊJÝMA NETEWAYAN Û KÊMNETEWAYAN
Ji bo civatên millî, neteweyî û etnikî du rêjim hene. Rêjimek, rêjima
netewayan e. Rêjimek jî, rêjima kêmnetewayan e.
Rêjima netewan, gorî civatên ku di ketegoriya netewayan de ne hatiye diyar
kirin. Ev rêjima, di serî de ji aliya Beyannameya (Peymana) Neteweyên
Yekbûyî de vekirî hatiye formûle kirin. Gorî Beyannameya Neteweyên Yekbûyî,
her netewek xwediyê maf e ku çarenivisiya xwe bi destê xwe diyar bike.
Neteweyekî dema xwast dikare bi miletekî re bijî, an jî xwast dikare
serbixwe be. Netewe, dikare maf çarenivisiya xwe di çarçewa statûya dewleta
serbixwe, dewleta federal û dewleta konfederal de dest nîþan bide û jiyana
xwe rêxe.
Rêjima kêmnetewayan piþtî þerê sar zêdetir bû rêjimeke aktûel û rojane.
Piþtî þerê sar, ciyê kampên îdeolojîk, nasnameyên etnikî û neteweyî girt. Di
vê çarçewê de li gelek welatan pirsa etnikî, olî, zimanî û di bingeha
neteweyîbûnê de rêjima kêmneteweyî hate holê. Lê di pirsa kêmnetewayan de
karûxebatên hatine kirin, konsept û peymanên hatine pejirandin têre nakin.
Ji bona ku li Ewrupaya navîn û rojhilat ku li wan welatan pirsa kêmnetewan
gelek zindî û diyar e, rêjima kêmneteweyan ava bû. Ev rêjima di çarçewa
Konseya Ewrupayê û AGÎK/AGÎTê de qels û têre neke jî ava bû.
Di Konseya Ewrupayê de peymanên rêjima kêmneteweyî diyar dike ew in: 1-
Peymana Mafên Mirovî ya Ewrupayê: Xala 14’emîn û qedexeya cûdayetiyê, 2-
Þerta Ewrupayê ya Zimanên Kêmneteweyan û Herêman: Di sala 1998’an de hat
pejirandin, 3- Peymana Çarçewaya Parastina Kêmneteweyan: Di sala 1998’an de
hat pejirandin.
Konseya Ewrupayê, bi Belgeya Kopenhagê ya AGÎKê dest bi xebata pratîk kir.
Di vê belgeyê de ji bona ku kêmneteweyan bên parastin taahûdên siyasî
pejirand.
Di AGÎT/AGÎKê (ku dewletên YE’yê jî emdam in) de ji bona parastina mafên
kêmnetewayan çend belge û raporên giring hene û ew in:
1- Belgeya Civîna Kopenhagê ya Konferansa Însanî: Di sala 1990’î de hat
pejirandin. 2- Þerta Parîsê Ji bona Ewrupaya Nû: Di sala 1990’î de hat
pejirandin. 3- Belgeya Civîna Moskovayê ya Konferansa Însanî: Di sala
1991’an de hate pejirandin, 4- Rapora Pisporên AGÎKê Ya Di Derbarê
Kêmneteweyan de: Di sala 1991’an de hat pejirandin.
Kurd, civateke netewe ye. Di huquqa navneteweyî de Rêjima neteweyan ji bo
miletê kurd derbas dibe.
YE, TÝRKÝYE, PÝRSA NETEWEYA KURD, BÝRYARA KONSEYA YE’yê…
Tirkiye, di pirsa Kurdistanê de ji herdû rêjimên navneteweyî re, ji rêjima
neteweyan û kêmnetewayan re xwedî dernakeve û tetbîq nake. Ji bona vê jî di
pirsa kurd de YE’yê dixapîne.
Li Tirkiyeyê zagonên ji bo lihevkirina YE’yê jî, ji bo pirsa Kurdistanê
helwestekê diyar nake. Bes zagona di derbarê zaravên herêmî de bi awayekî
dest nîþan dide ku kurd dikarin bi zimanê xwe biaxifin, di radyo û
telewîyonê de di her hefteyê de çend seatan bi kurdî bername pêk bînin. Di
vê mijarê de pirsgirêk çiqas zêde ne, tên zanîn.
Dema ku li hêjayên YE’yê û li felsefeya avayiya wê; li federalîzma
belçîqayê, Elmanyayê, Ewusturyayê mêze bikî, rewþa îspanyayê bînî berçav ji
bo çareserkirina pirsa Kurdistanê, YE’yê li Tirkiyeyê xwediyê potansiyelekê
ye. Hezar mixabin, YE’yê ji aliyê pratîk de ji bo çareserkirina pirsên
neteweyî de bê çare ye. Bêçaretiya YE’yê, di pirsa Baskê, Îrlandayê û pirsên
etnikî yên grêdayî Fransayê de derketin holê.
YE’yê ji bona bipejirîne ku miletê kurd jî qasî miletê tirk xwedî maf û
desthilatdarî ye, divê ku em kurd hewil bidin, siyaseteke xurt, bi plân ya
sivîl ya bêîdiatkarî bimeþînin.
Dezgeh, rewþenbîr, siyasetvanên kurd, divê ji bona ku YE’yê li ser pirsa
Kurdistanê zêdetir bifikire, rê û rêbazeke krîza siyasî bi rêve bibe.
Civata Parlamenterên Konseya Ewrupayê, “Rapora Rewþa Çand û Zimanê Kurdan”
pejirand. Di vê raporê de li ser kurdên li Tirkyeyê, Suriyeyê, Iraqê, Îranê
tê rawestandin. Kurd, “neteweke 25 mîlyonî ya mezintirîn e û bê dewlet e li
cîhanê” tê nirxandin. Rapor, ji dewletên ku kurd lê dijîn daxwaz dike ku
divê ziman û çanda kurd biparêzin û qiymetê bidin perwerdayiya zimanê kurdî.
Ji Tirkiyeyê jî tê daxwaz kirin ku: 1- Pirsa kurd bes gorî ewleyiyê
nenirxîne, bi awayekî fireh û gorî pîvanên navneteweyî binirxîne. 2- Divê
Tirkiye, Peymana Zimanên Herêmî û Kêmneteweyî ya Ewrupayê îmza bike. 3-
Gerek di hejmartina nifusê ya bê de hêjmara kurdan, bêqusur û tam bê diyar
kirin. 4- Ji bo perwerdaya kurdî derfet çê bibin. Ji bona ku li
ûnîversiteyan ziman û edebiyata kurdî bên xwandin, rê vebe. 5- Malbatên
kurdan bên þiyar kirin ku ji zimanê xwe re xwedî derkevin û zimanê xwe fêr
bibin. 6- Li Tirkiyeyê navendên çand bên ava kirin. 7- Divê komeleyên kurdan
bi awayekî fermî bên nas kirin û palpiþt kirin.
Ev biryara jî derdixe holê ku dewleta tirk rêjima neteweyan û rêjima
kêmneteweyan jî, ji aliyê huquq de napejirîne.
IV- Çarçewa çaremîn…
REWÞA KURDAN ÇÝYE Û DÝVÊ EM KURD ÇÝ BÝKÝN…
Dema ku ez ji rewþa kurdan behs dikim, ez vê yekê bi rewþenbîr, nivîskar,
hûnermend, siyasetvanên kurd, bi taybetî jî bi sinifa siyasî ya kurd sînor
dikim. Lewra ketogoriyên kurd yên din aktîf û deshilatdar nînin.
Rewþa kurdan li hemberî ziman û hêjayên kurd çi ne, divê çi bê kirin, li
beþên jorîn min anî ser zimên. Li vir dixwazim hem dubare bikim, hem jî ji
nû ve realîze û formûle bikim.
Gerek em tespîteke bingehî beriya her tiþtekî bînin ser zimên. Di demeke
kurt û navîn de jiyana hêjayiyên kurd, jiyana ziman, çand, hûnera kurd di
destê rewþenbîr, siyasetvan û nivîskarên kurd de ye. Hezar mixabin helwesta
wan jî wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, zêde ne baþ e. Rewþenbîr,
siyasetvan, nivîskarên kurd zêde qiymetê nadin zimanê kurdî.
* 1- Ji bona vê di derece yekem de divê rewþenbîr, siyasetvan, nivîskarên
kurd bi tevayî ji bo ziman û çanda kurdî seferber bibin. Jiyana xwe gorî
kurdbûnê organîze û li Kurdistanê realîze bikin, bi kurdî biaxifin, bi kurdî
bi civatê re danûstandin bikin, bi kurdî civînên xwe bi dar xin, bi kurdî
binivîsînin. Bi taybetî jî divê siyaset bi kurdî bê meþandin. Lewra beþa
siyasî di dereceya yekemîn de xwediyê rolekî ye û hêzekê ye.
Helbet divê rewþenbîr, siyasetvan, nivîskarên kurd bi dezgeh û rêxistinên
hevbeþ yên xurt kar û xebatên xwe bimeþînin. Di civateke bê dewlet de bes bi
dezgeh û rêxistinên xurt hêjayiyên neteweyî tên parastin.
* 2- Divê kurd sîstem û ceribandina miletê cuhî ji ber çav derbas bike, ji
vê ceribandinê sûd werbigre.
* 3- Divê kurd, li hemberî dewleta tirk, dinyayê, YE’yê helwesta xwe di
derbarê mafên miletê kurd de, di derbarê ziman û çanda kurd de zelal bike.
Ji bona vê jî em kurd hewcedarî paradîgmeyeke û senoryayeke hev beþ in. Ev
jî “peymaneke neteweyî û civakî” pêk tê.
Divê kurd di vê platformê û çarçeweyê de biryar bide miletek e û kurd jî
dixwazin qasî miletê dinyayê xwediyê maf bin û li welatê xwe Kurdistanê
desthilatdar bin; an jî na ne milet in, em kêmnetewa ne.
Dema ku kurd milet e, daxwazên xwe di çarçewa rêjima neteweyan de de dikare
formûle bike. Heger kurd kêmnetewe be daxwazên xwe di çarçewaya rêjima
kêmneteweyan de formûlê dike.
Di herûdu rêjiman de jî, ji kurdan re daxwaza hevbeþ ew e ku zimanê kurdî
bibe zimanê perwerdayî. Divê li hemû beþên dibistanê -zanîngeh jî tê de-
zimanê kurdî bibe zimanê perwerdayî ye.
* 4- Em bi ceribandina xwe baþ dizanin ku li Tirkiyeyê guhartin zêdetirîn
girêdayî þertên derve û pêwendiyên derva tên holê. Di jiyana Tirkiyeyê de
YE’yê gelek girîng e. Tirkiye, berendama YE’yê ye. Ji bona vê divê em YE’yê
û rêjima YE’yê di derbarê mafên miletan û grubên etnikî de baþ nas bikin.
Dewletên endamên YE’yê jî em baþ nas bikin. Ji ceribandinên wan sûd
werbigrin. Bi taybetî jî, divê em sîstema Belçîqayê, Îspanyayê baþ nas
bikin.
Her çiqas Swîsre endama YE’yê jî nebe, divê em sîstema Swîsreyê jî baþ nas
bikin.
* 5- Di bin sîwana/þemsiyaya KURD-KAVê de ji zimanzanan, sosyologan,
nivîskarên edebî û siyasetvanan Grubake Xebatê ya Þopandina siyaset û çanda
vê mijarê ava bibe dê baþ bibe. Ev Gruba Xebatê raporan amade dike, reya
giþtî ya Tirk û Kurd, reya giþtî ya YE’yê agahdar û ronî dike. Daxwazên
miletê kurd yên rewa bi qerardarî dê bîne ser zimên.
ENCAM: DÝVÊ EM 2007’AN BÝKÝN SALA KERKÛ KÊ…
Di encamê de ez dixwazim li ser pirsa Kerkûkê rawestim.
Hûn hemû dizanin ku sala 2007’an sala Kerkûkê ye. Di dawiya sala 2007’an de
li Kerkûkê referandumê pêk bê û Kerkûkê bibe beþek ji dewleta federe ya
Kurdistanê. Ev bûyera ji bo miletê kurd mîladek e û di ser sedsalekê re
bazdane. Ji pêvajoya dewletbûn û yekîtiya miletê kurd re destpêkek e.
Dijminên miletê kurd û bi taybetî jî dewleta tirk ji bona ku pêþiya
referanduma Kerkûkê bigre hewildaneke qirêj dimeþîne, ji bona ku tîfaqên
xeter ji bo kurdan peyda bike di nav pêwendiyên herêmî û navneteweyî de ye.
Heta dikarim bibêjim ku dewleta tirk, li hemberî miletê kurd bi tevayî û bi
taybetî jî li hemberî dewleta federe ya Kurdistanê þer îlan kiriye.
Divê em kurd jî, li hemberî dijminên miletê kurd rêflekseke neteweyî ya
organîzekirî derxin holê. Ji bona vê yekê, sala 2007’an bikin SALA KERKÛKÊ.
Ji bona Kerkûkê li Amedê konferansekê bi dar xin.
Kurdistan, Amed, 20-21. 1. 2007
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|