|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Siyaseta
Tirk û heqareta li Kurdan
05 Adar, 2007
Þovenîstî, mêrkujî, mafyakerî, kedxwarî, kevneperestî, derew, çêr, dizî,
yexme, xapînekî, bêexlaqî, bêrûmetî, bêhurmetî, þelaqî û çiqas peyvên bi vî
rengî hebin...
Çi ne ev? Siyaset e. Li Tirkiyeyê navekî din ê siyasetê ev peyv in. Ev e
nasnameya siyasetmedar...
Hûn li kîjan siyasetmedarî dinêrin binêrin, dê ji bilî wan peyvan tiþtekî
din neyê bîra we...
Her yek ji yekî gemartir, ji yekî heramtir, ji yekî xirabtir e...
Yê herî nûxwaz dixuye, kirêt û paþvemayiyê tevan e.
Yê herî demokrat dixuye, faþîst û nijadperestê tevan e.
Yê herî lîberal dixuye, paþvemayî û korbawerê tevan e.
Yê herî kedkar dixuye, kedxwar û xwînmêjê tevan e.
Yê herî paqij dixuye, kirêt û gemarê tevan e.
Yê herî biînsaf dixuye, bêwijdan û zalimê tevan e.
Yê herî bicesaret dixuye, tirsek û þelaqê tevan e.
Yê herî aþtîxwaz dixuye, þerxwaz û mirovkujê tevan e. We di nûçeyan de dît û
xwend ne?
Erkan Mûmcû çi dibêje we bihîst ne?
Erkan Mûmcû, nûxwaz û nûjenê wan e!!!
Tîmsala edeb û merîfeta wan e...
Berê jî wisa bû, lê bi taybetî van rojan bi hev re ketine pêþbirkê...
Kî çiqas heqaretê li kurdan bike, ew ew qas neteweperwer e...
Kî çiqas heqaretê li kurdan bike, ew ew qas siyasetmedar e...
Heqareta li serok û rêberên kurdan bûye rêyeke din a bidestxistina dengan
(reyan)...
Dijberiya kurdan bûye riyeke din a bidestxistina desthilatdariyê...
Yê ku di çêran de bi ser bikeve dê di hilbijartinên pêþiya me de jî bi ser
bikeve...
Þeref, heysiyet, edeb, exlaq, terbiye, wijdan, mantiq, zanîn û karîna wan ev
e...
Ev kirin, gotin, çêr, sixêf û her tiþtê aîdî wan; ji ber ku layîqî nav, þan
û þerefeta wan e qet naçe zora min...
Ya ku diçe zora min ev e:
Yên ku li hemberî serok, rêber, þehîd û nirxên kurdan ketine pêþbaziya çêr û
heqaretê dikin, li welatê kurdan xwedî rêxistin in, xwedî alîgir in.
Nûnerên wan ên kurd, li hin bajarên kurdan þaredar in û rêveber in...
Li hemû bajar û bajarokên kurdan rêxistinên wan hene...
Yên ku serokê rêxistinên wan in, kurd in...
Yên ku rêveberê rêxistinên wan in, kurd in...
Yên ku rey didin û wan dikin þaredar, kurd in...Yên ku li welatê kurdan, wan
li ser piyan digirin kurd in...
Ev e ya ku diçe zora min...
Ev e ya ku diþewitîne dil û cegera min..
(Y.O.P)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|