|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Meþa Dîrokî Ya Kurdan Ji Bo Xorasan, Li Rojhilata Îranê
BEHRÛZ
11
Sermawez, 2006
Di zimanê Kurdî de navê Kurd wateya netirs, þervan û dilêrbûnê dide. Piþtî
dagirkirina Bakûrê Rojhilata Navîn ji aliyê Îslamê ve di sedsala heftan ya
Zayînî de, heya niha navê Kurdan ji bo nasandina xelkê Rojavaya Îranê di
çiyayên Zagrosê de tê bikaranîn.
Di destpêka sedsala þanzdan de, Împeratoriya Îranê (Sefewiyên Þîe meseb) li
hember Împeratoriya Osmanî (Sunî meseb) wek rikeber derket holê û Kurdan di
çarçoveya desthilata li jêr deiya Împeratoriya Osmanî û Sefewiyan de serî
hildan. Her du Împeratorî di sala 1514’an ya Zayînî de li deþta Çaldiranê bi
hev re þer kirin ku di wî þerî de Împeratoriya Sefewiyan rastî têkçûnê hat û
encama vî þerî pêkhatina sînoran û parvebûna Kurdistanê di navbera van du
Împeratoran de bû.
Meþa eþîrên Kurd ji bo Xorasanê di dema desthilatdariya Sefewiyan de, li
derdora sala 1590’an ya Zayînî de dest pê kir ku sebeba wê di rastî de tenê
siyasî bû. Merem ji þandina Kurdan bo Xorasanê eva bû ku Kurd vê herêmê li
hember êrîþa Ozbek û Muxulan biparêzin. Kurd weke mirovên egîd û welatparêz
hatibûn naskirin û paþdebirina þervan û dagirkeran li ser axa xwe ji wan re
ne kareke dijwar bû. Bi vî awayî encama siyaseta Þahê Sefewiyan ji rêya
mifahwergirtin ji Kurdan ji bo parastina serxwebûna welat kemilî.
Niha bi qasê 2 milyon kes Kurd di Xorasanê de ku dikeve Bakûra Rojhilatê
Îranê akincî ne û dijîn. Piraniya wan jî wekî ew kesên ku hatine bidûrxistin
ji axa bav û kalên xwe yanî Kurdistana mezin hatine ji bîr kirin. Û hewce bi
gotinê nake ku nebûna îmkanatên dewletî û bûna xizanî û desttengî û
pêþneketinê di vê deverê de bi eþkere tê dîtin.
Li wir tu dezgehên siyasî yên Kurdî ku hatibe organîzekirin yan navendên
perwerdehiyê ji bo çêtirkirin û nûjenkirina çand û zimanê Kurdî û pirsên
civakî ku bingeha mafên sivîl e, tune ye. Navlêkirina Kurdî ji bo zarokên ku
taze ji dayîk dibin, bi giþtî qedexe ye û divêt naveke îslamî di nava
pirtûka navan ku li pêþde di Îdareya “Sebt û Ehwal” de hatiye hazirkirin,
hilbijêrin. Temaþakirina kanalên Kurdî û televîzyonê din yên esmanî ne tenê
bi giþtî qedexe ye, belku helîkopterên rejîmê li pey sêlên setelaytan
digerin û heke sêlên setelaytê ji aliyê “Sipaha Pasdaran” û Hêzên sîxor û
ewlekariya rejîmê were dîtin, dê dest biser da bê girtin û xwediyê wan bi
lêdana þelaq û cirîma hazirî dê werin sizadan. Her wiha rojnamevan û
weblagnivîsên Kurd hertim li jêr zêrevaniya rasterast û ne rasterast ya
dezgehên dewletî de ne. Leheng û nivîskarên Kurd yan tên binçavkirin yan
ketine ber bêrêzî û bêhurmetîkirinê. Bo mînak, Dr. Kelîmulah Tewehûdî,
nivîskarê Kurd û hejmareke din hatine girtin û di girtîxaneyê de ne.
Piraniya Kurdên akincî yên bajarên Xorasanê bi zaravê Kurmancî yek ji
zaraveyên fermî yên zimanê Kurdî diaxivin. Ew bajarên Xorasanê ku Kurd têde
akincî ne û temenê wan bi 420 salan berî niha divegere, navhatî ne ji:
Qoçan, Bicnûrd, Esferayn, Þîrwan, Çinaran, “Derê Gez”(Geliyê Gez), Kelat,
Aþxane, Faroc, Bacgîran, Mane û Similqan û her wiha hejmareke zaf ji Kurdan
li bajarê Meþhedê de ku paytexta Xorasanê ye, dijîn.
Piraniya Kurdên akincî yên Xorasanê di gundan de dijîn ku eva yê bûye sebebê
parastina çanda Kurdî û zimanê Kurdî û bêy wê çandê ku were Asimîlekirin,
weke xwe paqij û bê desttêwerdan bi cih maye. Qoçan Bajareke Kurdakincî û bi
rûberê 533 - 849 kîlometran ku li parêzgeha Xorasanê hilketî ye û ji Bakûrê
tevî Geliyê Gez û ji Baþûrê ve tevî bajarê Nêyþabûr û Esferaynê û ji
Rojavayê ve tevî bajarê Þîrwan û ji Rojhilatê ve tevî bajarê Meþhedê
hevsînor e. Qoçan herwisa tevî welatê Turkemenistanê hevsînor e (Di welatê
Turkemensitanê de jî pitir ji 400 hezar Kurd dijîn). Qoçan ji aliyê Bakûr ve
tevî vî welatê bi qasê 75 kîlometran tixûbê hevbeþ heye. Bicnûrd dikeve
Bakûra Xorasanê û rûberê bajarê Bicnûrdê bi qasê 935 - 114 kîlometra çargoþe
ye. Herwiha rêya fermî ji bo pêwendiyan tevî parêzgehên Bakûr yên Îranê bûye
û ji bakûrê ve tevî welatê Turkemenistanê cîran e û bi qasê 97 - 1
kîlometran tevî vî welatî hevsînor e. Herwisa ji aliyê Rojhilatê ve tevî
bajarê Sîrwan û ji aliyê Rojavayê ve tevî parêzgeha Golistan û ji bakûr ve
tevî bajarên Esferayn û Girme û Cacrom ve hevsînor e. Li gor destkeftên
kevnarnasan û herwisa send û belgeyên dîrokî, temenê vî bajarî divegere bo
5000 salan berî niha..
Werger ji Îngilîzî bo Farsî: Agirî
Werger ji Farsî bo Kurmancî: Hemîd Muxtarî
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|