|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Bajarê Kurdan ê herî kevnar: Kerkûk
FORUMA
VEKIRÎ
15
Sermawez, 2006
Ji bo zelalkirina rewþa Kerkûkê dê di kanûna 2007 an de referandûm pêk bê.
Dîroka lidarxistina referandûmê çiqas nêz debe, li herêmê jî niqaþ, alozî û
pirsgirêk zêdetir dibin.
Kerkûk bajarekî dîrokî ye. Di dîrokê de ji bo Kerkûkê gelek þer qewimîne.
Kerkûkê ji bo asurîya û huriyan jî paytextî kiriye. Her çiqas ji bo gelên
cur bi cur jî bûye war, lê ji bo kurdan bûye warekî qedîm. Pirsgirêka
Kerkûkê ne tenê pisgirêka kurdan e. Dewletên li herêmê û gelek dewletên
cîhanê li ser Kerkûkê disekinin. Di rojeva Îranê, Iraqê, Suriyeyê, Amerîka û
Brîtanyayê de pirsgirêka Kerkûkê heye. Di van rojên dawî de Kerkûk zêdetir
ketiye rojeva cîhanê. Her roj li kuçeyan teqinin çêdibin. Roj nîne ku xwîn
neherike li kuçeyên Kerkûkê. Her roj êrîþên erebên sunnî zêdetir dibîn. Ji
ber vê jî hizûr û aramiya þêniyên li bajarê Kerkûkê xirabtir dibe.
Ji bo çi li Kerkûkê teqîn çêdibin? Li piþt van teqînan kî hene?
Piþt vê þidet û van teqînan di serî de hêzên herêmê tên. Dîroka referandûma
Kerkûkê nêzîk dibe. Bi nêzîkbûna referandûmê re, nerihatbûna hêzên Iraqê û
hêzên herêmê jî zêdetir dibe. Hêzên hundûrê Iraqê û yên herêmê li piþt van
teqînan in. Þiî, sunî û tirkmenên bi Tirkiyeyê ve girêdayî di nav van
teqînan de cih digirin. Ev hêz, naxwazin li herêmê pisgirêk bêne
çareserkirin.
Ji bo pisgirêka Kerkûkê û pisgirêka kurdan neyê çaresekirin çi ji destê wan
tê dikin. Dîsa yên van hêzan destek dikin Tirkiye, Suriye û dewleta Îranê
ne.
Ev her sê dewlet statûperest in, kolonyalîst û xwînxar in. Li Kerkûkê
xebatên xwe yên tarî û qirêj didomînin. Naxwazin li Kerkûkê kurd ser
bikevin, kar û xebata van li hemberê serfiraziya kurdan e. Ji bo van hêzan
çareseriya Kerkûkê, li herêmê tunebûna kurdan e. Hêza herî li hember
çareseriya Kerkûkê jî Tirkiye ye. Tirkiye qet naxwaze Kerkûk bikeve destê
kurdan. Ji dîroka têkçûna osmaniyan vir de li Musul û Kerkûkê xwedî
derdikeve, mirazên wê yên împeryalîstî û dagirkerî yên derbarê herêmê de
didomin. Ji bo vê jî çi bêyomî û xerabî ji destên wan tê dikin. Hem aliyê
sîyasî, hem aliyê diplomasî hem ji aliyê þerê qirêj de di nav hewldanan de
ye. Ji bo þerê qirêj li baþûrê Kurdistanê û Kerkûkê bidomînin. Hêzên
sîxuriyê ava kirine. Hêzek ji van jî Eniya Turkmenan (ITC) ye.
ITC Kerkûkê wekî bajarekî tirkan dibîne û ji bo vê jî çi karên ne li rê û
nerewa ji destên wan tê, dikin; ev jî lîstik, dek û dolabên kirêt in. Ev
teqînên vê dawiyê jî bi destê vê hêzî têne kirin.
Herwisa dewleta Surîyeyê jî wekî paþverûtiya Baasê nêzikê pirsgirêka Kerkûkê
dibe. Allîkariyê dide nijadperêstên Baasê û li hemberî kurdan, ew Tirkiye û
Suriye bi hev re ne.
Li gorî peymana wan Suriye dê li ser Musulê kar bike. Tirkiyê jî bi Kerkûkê
re pêwendîdar e.
Dewleta Îranê erebên þiî destek dike. Zêde li nav teqînan de cih nagirin. Li
hemberî federasyonêkê jî dernakevin, lê dibêjin lazim e ereb ji Kerkûkê
dernekevin. Kerkûk bajarekî ereban e û Kerkûk wekî wilayetekê bimîne. Ji bo
vî jî piþtgiriyê didine erebên þiî.
Ji bo dewletên navnetewî jî Kerkûk bajarek giring e. Di serî de ji bo
Amerîka…Amerîka dizane ku eger pirsgirêka Kerkûkê wekî daxwaza xwe çareser
bike, dê di proja xwe ya Rojhilata Navîn de bi serkeve. Herwisa jî hewldanên
xwe kûrtir dike. Hêzên din jî li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibin.
Belê em dikarin derbarê Kerkûkê de gelek tiþtan bibêjin. Ji îro pê vê jî dê
gelek tiþt bênê gotin. Kerkûk bajarekî dewlemend e. Dewlmendiya Kerkûkê
erdnîgariya wî ye, pirçandî û pirkomaleyetiya wî jî dewlemendiyek girîng e.
Yek ji bajarên kurdan yê herî qedîm jî, bajarê Kerkûkê ye. Nêzîkbûna kurdan
a derbarê Kerkûkê de roj bi roj ronîtir dibe.
Beriya her tiþtî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kerkûkê, pêwisti bi yekîtiya
kurdan heye.
Di nav kurdan de ji bo çareseriya pirsgirêka Kerkûkê komîteyek ji 15 kesan
hatiye avakirin, lê avakirina vê komîteyê tenê ne bes e. Divê yekîtiya
kurdan bête xurtkirin. Hikûmeta herêmê gîraniya xwe bide ser pirsgirêka
Kerkûkê. Dîsa divê nêrînên þêniyên bajêr bên girtin. Ne tenê nêrîna kurdan,
herwiha nêrîna ereban, tirkmenan, asuriyan û gelên din jî bên girtin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|