|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Hec
çîye? !
GOTARA OLÎ
12
Rêbendan ,Înê 2007
Hec yek ji ruknê Îslamê ye û tê mena serdana mala Xwedayê Te´ala. Serdaneke
ku mirov barê xwe dide herêm û erdê herî pak û pîroz û xwe dispêre dergahê
Yazdanê Pak û Mihrîban. Diçe serdana Muhemed Pêxember silavên Xweda lêbe.
Rojekî ye, ku ji bona xwepakkirina manewî ji her alîyan ve, misliman berê
xwe didin Kabê, mala Xwedê û di hin rojên dîyarkirî de ji Xweda re zikir
îbadet dikin.
Mirov diçe serdana wê Mala, ku cara yekemîn ji alîyê " Îbrahîm Pêxember" bi
emr û fermana Xweda hatîye avakirin. Xanîyê yekemîn di dunê de ji bona
îbadetê hatîye çêkirin, “Kabe“ mala Xweda ye. Xwedê Te`ala ferman da Îbrahîm
Pêxember ku ji bona îbadeta xwe xanîyekî ava bike.
( Bê gûman mala yekemîn ku ji bona bereket û hîdayeta cihanê hatîye
danîn/avakirin, mala li Mekê, Kabe ye) Ali-Îmaran ayet 96.
Îbrahîm Pêxember silavên Xweda lê be, dest bi avakirina mala Xwedê dike û
piþtî Kabê ava dike, destê xwe li ber Xwadayê Te´ala vedike û vê duaya hanê
dike:
...û dema ku Îbrahîm ji Xwedayê Perwerdîgar re got; Tu vî bajarî ( Mekê)
ewle bike û min û zarokên min ji îbadetê seneman dûr bike. Perwerdîgar, Ji
ber ku wan (seneman) gelek mirov birin ser rêya þaþ-delaletê, êdî kî li pêy
min werin ji min e û kî jî li dijî min derkevin, êdî yê Bexþende û Dilovîn
Tu yî.
Ya Perwerdîgarê me, min hinek ji zurîyeta xwe di vê newala ku tiþtek lê
hiþîn nabe, li ba Mala te ya Muherem-Kebê bi cîh kirîne. Perwerdîgarê me, ji
bona ku Nimêja xwe rast û durust bikin,; Tu mêla dilê hin mirovan bide bi
alî wan ( zurîyetê min) û ji mêwa jî riziq bide wan, ku bi hêvîya sipasdar
bin.) Ibrahîm, ayet 35-36-37
Xwedê Teala du´ayê Îbrahîm P êxember qebûl kir û heskirina herî þêrîn,
heskirina Kebê kir dilê hemû mislimanan û niha ji tevaya dunê ref bi ref
misliman diçin serdana mala Xwedê Beyta Heram; yanî Kebê.

Ferzbûna
Hecê
Hec ruknek ji ruknê Îslamêye. Tiþtên ku Ferzbûna Hecê dide îsbatkirin, ayet
u suneta Muhemed Pêxember e. Xwedê Te´ala derbarî Hecê de wah dibêje;
”Û ji bona Xweda, li ser wan kesên ku bi hêzin ( xedî îmkanin) û dikarin
biçin wura (hecê), serdana wî xanîyê (Kebê) bikin!“. Ali Imran. Ayet 97
Li gora vê ayet û sunete ku li jor hate dayîn, li ser kesên maldar di jîyanê
de carek serdana mala xwedê Te´ala ferz e. Divê malê mirovan têra xerc û
mesrefa mirovan û ew kesên ku nefeqên wan du stûyê mironvan de ferz e, bike
û tu astengî li ser rêya mirovan tunebe ku nehêle mirov biçe hecê.
Bi sê awayan hac tê kirin
Heca Înfrad: Bêyê ku nîyet li umrê jî bine, bi tenê nîyeta heca ferz tîne û
dikeve îhraman.
Heca Temetu´u: Berîya dema haca ferz bê, niyeta ´umrê tîne û ihramên xwe
girê dide û heca xwe ya umrê dike. Piþtî hatine dema heca ferz, vêc dikeve
iramên heca ferz û heca xwe ya ferz jî eda dike. Heca herî xêra wî zêde,
haca temetu´u e.
Hecul-Qiran: Dema mirov diçe ( mîqatê) ew ciyî ku divê mirov li wêderê
ihraman girêbide, niyeta heca ferz û umrê bi hev re tîne û herdûyan bi hev
re dike.
Wê di pêþ de bi kitkit î, ( tefasil) behsa van awayên hacê were kirin.
Þertên Hecê çar in
Mirovên diçin Hecê divê ev herçar þertana tê de hebin, ew kesên ev þertên li
jêr tê de tunebin, Hec li ser wan ferz ninin. Ew jî:
Mirov Musliman be.
Mirov biaqil be.
Mirov kamil-balix be
Derfetên mirovan hebe û mirov dewlemand be.
Derfet-îmkan, ji eda kirina Hecê re, þertê herî bingehîye ku derbarî wî de
ayeta pîroz dakatîye. Xweda Te´ala waha dibje; ”Û ji bona Xwedê, li ser wan
kesên ku bi hêzin ( xedî îmkanin) û dikarin biçin wura (hecê), serdana wî
xanîyê (Kebê) bikin“. Ali Imran. Ayet 97
Derfetên Hecê evin
Xerc û mesrefa rêwîtîya mirov û ya mala mirov, bi qesî midê ku mirov diçe
Hacê û di zivire hebe.
Tendurustîya mirovan li cî be, ku karibe biçe.
Divê rê ewle be.
Ji Jinan re digel þertên li jor hatin behskirin, divê yek ji namîhremên wê
pêre biçe hecê.
Ji ber ku hedîsa Pêxember waha dibêje; „Jin bê mehrem nikare derkeve
rêwîtîyê û mirov nikare biçe ba wê jina ku bê mehrem b e“.
Li gora îctihada hin aliman, heke rê ewle be û grubek jin bi hev re biçin
Hecê û ji heqê rêwîtîyê bêne der, jin bê mehremê xwe jî dikarin biçin hecê.
Kesê nikaribe biçe Hecê, yekê din dikare ji ber wî de biçê Heca wî bike
Kesekî ku Hec li ser wî ferz bûye, lê ji ber nexweþîya ku çara dermankirina
wî tune, an jî pîr e û hêza wî/wê ya çûyîne Hacê tune, dikare yekê din ji
ber xwe de biþîne Hecê.
Ji Îbnû Ebas hetîye ragihandin ku jinek hatîy ba Pêxember, selat û selamên
Xwedê lê be û gotîye ya Resulelah, “bavê min Hec lê bûye ferz, lê ji ber ku
pîr e nikare biçe Hecê, ez dikarim ji ber wî de biçim Haca wî bikim?
Pêxembar, di ber wî de biçe Hecê bike !“. Mutefekun eleyhi
Kesekî ku Hec li ser wî/wê ferz bûbe û berîya ferza Hecê edebike wefat bike,
yekê din dikare ji ber wî/wê de biçe haca wî/wê bike.
Dîsa hedîsek ji Îbnû Ebas hatîye ragihandin ku, jinek hatîye ba Pêxember û
pirsîye ku dîya wî nezir kiribû ku biçe Hecê, lê neçû Hecê û wefat kir. Gelo
ez dikarim ji ber wê de biçim Hecê? Pêxember Ddubêje;; Erê, tu dikare ji ber
wê de biçe Hecê! Gelo heke li ser dayîka te deyn hebe, ma te yê deynê wê
neda? Deynê Xweda bide, Xweda Te`la ji her kesî ewlatire ku mirov heqê Wî
bide.
Ruknên Hecê çar in
Girêdana Îhraman, yanî nîyet anîn.
Roja 9ê meha Zilhecê biçe çîyayê Erefê û hinek li wêderê bisekine.
Tewfa Kebê.
Reva- Se´eyê, ya di navbera Sefa û Merwayê de.
Ruknê yekemîn ketina Îhraman
Li ser her kesekî diçe Hecê, divê ji ( Mîqatê) yanê wî cîyê ku Muhemed
Pêxember kifþ kirî, neyta Hecê û girêdana Îhraman bîne. Berîya mirov niyeta
xwe bîne, divê ji sê awayên Hecê yekê hilbijêre.
Heca Înfrad.
Heca Temetu´u.
Hecul-Qiran.
Edakirina Heca Temetu, berê jî hate nivîsîn ku berîya dema Haca ferz bê,
mirov nîyet li umrê tîne û ihramên xwe girêdide û heca xwe ya umrê dike.
Piþtî hatine dema Heca ferz, vêc dikeve iramên heca ferz û Heca xwe ya ferz
jî eda dike. Ew kesên ji dervayê Mekê diçin hecê, ji bona zêde di îhraman de
nemînin, nîyeta Hecu-temetu tînin û piþtî Heca umrê hate kirin, hatanî
hatina dema heca ferz bê, ji îhraman derdikevin û wekî mirovn normal li Mekê
dijîn. Heca temetu, waha tê kirin.
Ew kesên ji dervayê Mekê tên, ji Mîqatê; yanê ew cîyê ku Pêxember kefþkirî û
divê her kesekî li wêderê bikevin îhraman, nîyeta xwe ya îhraman tîne û vê
du`ayî dixwîne.
“Yarebî! Ez dixwazim haca umrê bikim, Tu ji min re hêsan bike û heca min
qebûl bike“ dibêje û îhramên xwe girêdide.
Dema çû Meka mukerem, heft caran Mekê tewaf dike û piþtî tewafê du reka`et
Nimêj dike. Paþê s`eya nevbera Sefa û Merwayê de, dike. S`eya di nabvera
Sefa û Merwayê de, çûyîneka di navbera pir zû û revê da ye. Di nava miletê
tê gotin guroloqkî; yenî dema diç di loqe. Paþê, divê ew kesa biçe serê xwe
tiraþ bike û bi vî awayî heca xwe di qedîne.
Kesê bi vî awayî heca xwe ya umrê qedend, ji îhraman derdikeve û wek mirovên
din cilên xwe yên normal li xwe dikin û karên ku di îhraman de nikarîbû
bikira, dike.
Kirina Heca Qiran, dema mirov diçe ( mîqatê) ew ciyî ku divê mirov ihraman
li wuderê girê bide, niyeta Heca ferz û umrê bi hev re tîne û herdûyan bi
hev re dike. Paþê du rekaet Nimêj dike û vî duyaê dixwîne. “Yarebî! Ez
dixwazim heca Ferz û umrê pêkve bikim. Tu ji min re hêsan bike û Haca min
qebûl bike“
Û Lubeyke Ellahume lubeke, lubeyke la þerîke leke lubeyk. Înel-hemde we
nîmete leke wel-mulk, la þerîke lek.. dibêje.
Kesê ku nîyeta Hecul-qiran anîbe, dema hat Mekê, pêþî umrê dike. Diçe
Beytulahê tewaf dike û s`eya nvbera Sefa û Merwayê dike. Piþtî bi cî anîna
menasikên Umrê, berê ku ji îhraman derkeve dest bi cî anîna ferzên hecê
dike.
Cîyê-Miqatên ku Ihram lê tên girêdan
- Mîqata kesên ji alîyê Medînê ve tên, divê li “Zul-Hulefê“ Îhramên xwe girê
bidin.
-Mîqata kesên ji alîyê Þam, Misr û nêzê wî alîyê ve tên, divê “El-Cehfetê“
îhram girêdin. Niha di cîyê El-Cehfetê de ( Rabix) hatîye amadekirin ku hecî
li wê derê Îhramên xwe girêdidin.
- Miqata hacîyên ku ji alîyê Yemenê ve tên, divê li “ Yelmelemê“ û hecîyên
ji alîyê Iraq û wî alîyê ve tên jî, divê li “ Zate´erqê“ Îhram girêdin.
Piþtî hat zanîn ku çend cure cîyên girêdana Îhramê henin, ji kesên dervayê
ehlê Mekê re, ya qenc ewe ku niyeta Hecu Temetu´u bîne û bikeve Îhraman. Ew
kesên dikevin Îhraman, ji bona ku bi þekleke herî baþ û bê kêmasî vê ruknê
hanê bi cî bnin, divê bizanibin ka di Îhraman de çi dikarin bikin û çi jî
nikarin bikin.
Yek ji menasikên Îhramê, divê mirov nîyet bîne. Ji ber ku Muhemed Pêxember
sialvên Xwedê li be, dibêje; “ Emel binîyeta ne“
Ew kesên dikevin Îhraman, divê van tiþtên li jêr pêpkbînin
Paqijî: Divê gelekî girîngîyê bide paqijîyê. Jêkirina neynûk û teraþkirina
binçeng û tiþtên wek wî... Serî û rûhê xwe çêke Simbêlê xwe kurt bike. Ya
baþ ew e ku xwebiþo/xusla xwe bike an jî destnêmj bigire
Cil û bergên xwe yê normal yên dirûtî derîne û Îhraman li xwe bikin. Îhram
jî du perçan pêktên, ya yekemîn ku dikare ji navê berjor xwe pê bi nixêmîne
û ya duyemîn jî wek pêþmal bide ber xwe û ji navê berjêr xwe binixêmîne.
Du reka´et Nimêja sunetê Îhraman bike û di reka´eta yekem de, sûrê “
Kafîrûn“ û di rika´eta duyem de sûreyê “Ixlas“ bixwîne. Ji ber ku Pêxember
bi xwe wusan kirîye.
Paþê nîyeta xwe bîne. Heke bixwaze berê Heca Temetu´u; Yanê berê Heca ferz û
paþê jî Umrê bike wê nîyeta wê, heke Hecul-Qiran bike; yanî Heca ferz û ya
Umrê pêkve bike, wê nîyeta wê û heke hecul-Infirad; Yanî tenê Heca Ferz bike
wê nîyeta wê bîne.
Tiþtên di Îhraman de qedexene
Kesên nîyet anîn û ketin Îhrama û berê xwe dan Kebê mala Xwedê, divê van
tiþtên li jêr nekin. 10 tiþt li ser kesên di îhramada ne, qedexeye û divê
neke. Dema wan tþtên qedexe bike, divê li gora mezinayî û piçûkayîya wê
tiþta ku kirîye qurban bide.
Cil û bergên dirûtî li xwe neke û serê xwe bi tiþtên dirûtî negire. Lê mirov
dikare ji ber germa havînî û hin sedemên din, sîwan ( þemsîyê) bi kar bîne
an jî dibin sîya kon de bisekine.
Divê serûçavê jinan vekirîbe. Lewra jin nakevin Îhrama û bi cilên xwe yê
normal dest bi cî anîna Ruknê hecê dikin. Lê divê jin serûçavê xwe negirin.
Dema mêrên namîheram hatin nêzê jinan, wê demê jin dikarin bi laçika xwe
serûçavê xwe bigirin û dema mêr derbasbûn divê dîsa ser û çavê xwe vekin. Ji
ber ku Hz. Ayîþe Xwedê jê razî be waha dibêje; Me li gel Pêxember tewaf
dikir, dema komek mêr hat texma me, yekê ji me laçika xwe avêt serûçavê xwe,
dema mêr derbasbû dîsa serûçavê xwe vekir, ( Ji Ebû Dawut hatiye
riwayetkirin)
Porê xwe boyax, hine, cîle û tiþtên ku wek wan neke.
Porê xwe tiraþ neke û bi qestê muyên zêde ji bedena xwe jêneke.
Nenûkê xwe çêneke û jêneke.
Bihana wek parfum, misk, zeferan û ava gulê û hemû tiþtên ku bêhên dide li
xwe nexe.
Nêçîrê neke û heywanan nekuje.
Di Îhramande jinan mehr neke.
Têkilîyên cinsî neke û bi jina xwe re nelîze Ji tiþtên dibe sedemî
hiþyarkirina hisasîyetê cinsî yên bi þehwat, dûr bisekine.
Ew kesên di Îhraman de van tiþtên ku li jorê hatin nivîsîn bike, divê “
Hedye“ yanê qurbanek kefaret bide. Lê dema mirova yek meher kir an jî mehra
yekê bibirî, mirov qurban nade, lê ew nîkah betal e. Hz. Usman xeda ji
razîbe ji Pêxember (sa) radigihîne ku ( kesên di Îhraman de, ne dikare bi
xwe û ne jî dikare mehra yekê din bibire û nikare kesî bixwaze/ nîþan jî
bike)
Ew kesên ji ber hin sedeman ku ruknekî Hecê nikiribe, heta wê ruknê bi cî
neyne, ji Îhraman dernakeve. Lê heke tiþtên wacib ji bîrkirbe, divê qurbanek
kefaret bide. Heke sunetek jî bîrkiribe, tiþtek nade.
Qurban bi pênc awayî li ser mirovan wacib dibe!
Dema mirov “ Nusuk“ yanê wacibatê Hecê bi cî neyîne, wekî ku mirov ji Miqatê
Îhram girê nede, divê mirov pezekî qurban bide, heke pez tunbû divê mirov
deh roj Rojî bigire ku sê roj li hecê û heft rojan jî dema vegerîa mala xwe
bigire.
Dema mirova di Îhramn de serê xwe bi cilên dirûtî bigire an jî serê xwe
teraþbike û mûyê zêde ji bedena xwe bi qestî jêke, an jî serê xwe boyax,
cîle an jî bêhna xweþ li xwe bixe, divê mîyekî qurban bide, heke mîh tunebû
sê rojan Rojî bigire an jî sedeqe bide þeþ kesên feqîr. Kefaretê sedeqê ew e
ku danekî zikê þeþ feqîran têr bike.
Dema di Îhramn de nêçîrê bike û heywanek bikuje, divê heywaneke wek ya ku di
nêçîrê de kujtî bike qurban, heke ew hywanek wek wê peyda nebû an jî tunebû,
wê demê divê bi qasê fîyeta wê heywanê, genim bikire û her feqîrekî çar kulm
genim bide, an jî dikare biqasî sedeqa fitrên meha remaznê kefaret bide.
Heke nikarîbî wî jî bide, divê ji ber her kulmekî genim ve rojek Rojî
bigire.
Dema di srê mirov de êþ heb û di esnayê Îhrman de serê biêþe, dikare serê
xwe tiraþ bike û paþê ya pezek bike qurban, an sê roj Rojî bigire an jî bi
qasî fitrekî sedeqe bide feqîran. Lewra Pêxember (sa) ji Ke´eb binî Hecret
re waha dibêje; ( wusa dîyere ku serê te, te aciz dike? Ke´eb got belê ya
Pêxemberê Xweda. Got serê xwe tereþbike û sê roj Rojî bigire, an kefaret
bide þeþ feqîran û an jî pezek bike qurban.) Mutefequn Eleyhi; yanê hemû
aliman li ser vê hedîsê li hev kirine
Ew kesên di Îhraman de têkilîyên cinsî bike, divê ew kes berê “bedene“ bike
qurban. Bedene jî huþtir/devekî pênc salî re tê gotin. Êdî çi nêr û çi jî mê
be ferq nake. Heke deve tunebû dikare dewrarek du salî, heke dewar jî
tunebe, dikare heft pazî bike qurba. Lê heke ew jî tunebe, divê bi qasî
fîyeta “bedenê“ xwarinê bikre û li feqîra belav bike. Heke feqîrbû û
nikarîbû ewqas pere bide, dikare ji ber her kulmek genim de rojekî Rojî
bigire. Sedeqe û qurban divê li herêma Mekê û bê dayîn.
Ruknê Duyemîn Seknandina li Çîyayê Erefê
Sekninadina li çîyayê ´Erefê, ruknê herî mezin yê Hecê ye. Roja 9ê meha
Zîl-Hecê, mirov bi zikr û tekbîran derdikeve Çîyayê Erefê. Rojeke wusaye ku
herkes tenê bi þekl û rengê roja mehþerê ji Bakûr, Baþûr, Rojhilat û
Rojavayê dunyayê tên bahev û herkes di eynî mistewayê da ne ku kesek ji kesî
zêdetir nîne. Bêguman ji bîlî peyama bê hempa ya dînê Îslamê û ´eqîda ebedî
ku ji tîrîncên Wehyê pêkhatîye, tu tuþteke din nikare ewqas mirovan ji çar
alî dunyayê bîne ba heve. Roja ku mirov xwe ji her demî zêdetir nêzê Xweda
Te´ala dibîne û bi dilekî þewat û hisîyatên herî nazik û germ waha dibêjin:
“ Lubeyke Elahume Lubeyk, lubyeke la þerîke lek lubeyk. Inel-hemde we
nî´mete lek wel-Mulk, la þerîke lek“ dibêjin û ji Xwedayê Mihrîban doz
lêborînê dixazin û dûbare didin zanîn ku em serê xwe li ber emr û fermana Te
ditewîne û bidil û can jî amadane.
Li gora Hedîsa Ebû Dawaûd ku ji Pêxember (as) radigihîne waha dibêje; “ Hec
Erefe ye“. Yanê ew kesê di medê kifþkirî de xwe negîhîne çîyayê Erefê, heca
wî qebûl nabe û divê sala were, carek din biçe Hecê û Heca xwe eda bike.
Dema sekinandina li Erefê
Roja 9ê meha Zil-Hecê dema “ zewalê“ yanî roj vedigere ku dibe piþtî nîvroyê
û hetanî berbang/fecra sibê ya roja eydîyê, divê mirov bi qasî deqeyekî li
herêma kifþkirî ku jê re tê gotin Erefe ye, bisekine û ruknê herî mezin yê
Hecê bi cî bîne. Ji ber ku sekana li Erefê Ruknê herî mezine û bêyê wî Hec
qebûl nabe, mirov bi qasî lehzeyekî be jî li Erefê bimîne, dîsa jî qebûle.
Êdî mirov çi hiþyarbe, çi razayîbe, an jî jin ketibin ´edetan, çi mirov di
Erefê re derbas be û çi jî mirov nizanebe ku vê derê Erefeye, dema bi qasî
lihezekî lê Erefê bi sekine, Heca mirova qebûl dibe.
Roja 8ê Zîl-Hecê yanî þeva 9ê Zil-Hecê, Hecî piþtî roj derdikeve, diçin
Minayê û wê þevê li wê radizên û roja 9ê Zil-Hecê piþtî roj derket, diçin
Çîyayê Erefê. Hecî li Erefê Nimêja Esr û Nivroyê bi qesranî dikin û li wê
hetanî Mexrebê dimînin û pîþtî ku Mexreb hat demkî kin li wê dimîne û paþê
derbasî Muzdelîfê dibe. Muzdelîfe, cîyeke nêzê Minayê ye.
Ruknê sêyemîn Tewafa kebê ye
Tewaf di loxet de, tê wateya ku mirov tiþteke zîyaret bike û li dora wî
bigere. Lê di dîtina dînê Îslamê de, ji hevft caran gera dora Kebê/Mela
Xweda re Tewaf tê gotin.
Hîkmetê Tewafê ew e ku ew kesê Tefwaê dike, divê xwe wusan hîs bike ku
herwekî Nimêj dike û bi Xwedayê Dilovan û Mihrîban re rûbirû dimîne. Ruhîyet
û rewþa wan kesên ku Kebê Tewaf dikin, her wekî ya wan Melaktên li dora
`Erþê Xweda Te´ala dizivirin.
Piþtî hecîyan Ruknê mezin a sekinandina li Çîyayê Erefê edakir, tên
Muzdelîfê û li wê derê Nimîja Mexreb û Îþayê bi seferî; yanê Nimêja mexrebê
dibin ser ´Eþayê û herdûya pêk ve dikin û kevirên recma þeytan li Muzdelîfê
komdikin û hetanî nîvêþevê li wê disekin. Lê ya qenc ew e, ku hetanî sibê
bisekinin û piþtî edakirina Nimêja sibê, ji bona recimkirina þeytan berê xwe
didin Minyê û recma yekemîn ya “ cemreul-Kubra“ yanê þeytanê mezin recim
dikin.
Piþtî wî, ew kesên li ser wan qurban hebin wê qurbana xwe bide û ji Îhraman
derkevin û serê xwe teraþ bikin. Ew kesên ji Îhraman derketin, ji bilî
têkilîyên cinsî hertiþtî dikerin bikin. Pîþtî tewafa Kebê ya ferz, êdî wek
mirovên normal her tiþt ji mirovan re helal e.
Rejma Þeytan
Piþtî Hecîyan kevirên ji bona recimkirina þeytanê (lientî) ji Muzdelîfê kom
kirin, diçin li Minayê þeytan recim dikin. Roja eydîyê ya yekemîn de, dema
roj derdikeve û hetanî nizê nîvroyê, “ Cemreul-Ûla, an jî Cemreul-Kubra“
yanî þeytanê yekemîn tê recim kirin. Herdû þeytanên din jî, piþtî nivroyê û
hetanî roj diçe ava divê bi dorê berê “Cemreul-Wusta“ þeytanê navîn û paþê
jî Cemreul-Eqebe“ þeytanê dawî bên recim kirinê.
Dema Tewafê
Ji derketina berbanga sibê ya roja yekemîn a eydîyê hetanî hersî rojên dawê
yên eydîyê, çi demî bixwaze, dikare Tewafa Ferz pêkbîne. Lê ya meþhûr û bi
xêr ew e, ku di roje yekemîn ya eydîyê de de Tewafê bike. Lewra kurê Umer
xwedê jê razîbe waha radigîhîne ku; “Pêxember (as) roja yekem ya eydîyê,
Kebe Tewaf dikir“
Lê kesên bi uzr û pirsgirêkên wan yê tendurustîyê hebin, pêswîst nake biçin
Muzdelîfê û li wê bimînin, belkî ji Çîyayê Erefê, rast diçin ku Ruknê
Sêyemîn Tewafa Kebê eda dikin. Lewra Pêxember (as) ji kesî xwedî uzur re,
îzin daye ku ji Erefê rast biçin Tewafa Ferz bikin.
Þertên Tewafê
Dema wê hatibe; yanê ji berbanga sibê ye roja yekem ya eydîyê.
´Ewretê mirovan nixamtîbe. Kesên tazî û rût nikarin Mala Xwedê Tewaf bikin.
Paqijî. Mirov bi destmêj be û cenmabet nebe û cil û bergên mirovan paqij be.
Lewra kesên tewf dike divê di Kebê de, Nimêj bike.
Divê heft caran Kebê tewaf bike. Ji ber ku Pêxember (as) heft caran tewaf
kirîye.
Divê ji texma kevirê Hecul-Eswedê dest bi tewafê bike ku Kebe bikeve alîyê
mirovan yê çepê.
Mirov çawa Kebê Tewaf dike?
Dema mirov ji alîyê ( Babu Selam) Derîyê Selamê de ket herême Kebe, bi
dileke þewat û bi tirs û edeb vî du´ayê dixwîne; ( Eûzû bîl Lahîl `Ezîm, we
sultanîhîl Qedîm, mîne þeytan recîm Bî Îsmîllah. Ellahume selî ´ela
Muhemedin we alihî we selem. Ellahume exfîrlî zunubî, we efte´h lî ebwabe
rehmetîk)
Dema çavê mirovan li Beytullahê ket, vî du´ayê dixwîne ( Ellahuma zid
hazîhî- el Beyte teþrîfen we tezîmen we tekrîmen, we mehebeten. We zid men
yeþerîfhû we yekerimhû mîmen hece ew îtemere, teþrîfen we tekrîmen we biren.
Ellahume Ente Selam we mînke Selam, feheyîna Rebena bî Selam)
Tewaf ji kevirê Hecul-Eswedê destpêdike û heke karibe, bila kevirê
Hecul-Eswedê paçî bike, heke nikarîbû paçî bike, dikare destê xwe bidê û
selam bike, heke nikarbe wî jî bike, dikare ji dûr ve destê xwe îþaretê
kevirbike û selam bidê. Piþtî kevir silav kir, Beytullahê bigira alîyê xweyê
çepê û dest bi tewafa Kebê bike. Ji hercarekî ku ji texma kevirê
Hecul-Eswedê destpêkir û gerîya û dîsa hat texma kevir re, “ þewat“ yanê
dorek tê gotin û her wusa ji heft caran re jî heft “ þewat“ yanê heft dor
tên gotin û bivî awayî Tewafa ferz temam dike. Di esnayê Tewafê de vî du´ayî
dixwîne.( Ellahume Îmanen Bike, we tesdîqen bîkîtabîke, we wefaen bi
´ehdîke, we tebe´an lî sunetî Nebîyîke sele Lahû eleyhî we selem)
Divê Tewaf li ser pîya û mirov bi rêveçûyînê bike. Tewafa bi sîwarî, ji bilî
kesên uzrê wan hene, durust nîn e. Kesên uzrê wan hebin û nikaribin di nava
ewqas qelebalixê de bi rêveçûyînê Tewafê bike, dikarin bi siwarî Tewfê
bikin.
Divê her heft caran li pêy hevdû bike. Ji ber ku Pêxmber ( as) jî Tewaf hemû
li peyhev û di yek carekî de kirîye. Mirov nikare 4 caran bike û hinek bêhna
xwe bide û paþê 3 carên din bike.
Lê heke jibona hin sedemên mejbûrî, yên wekî edakirina Nimêja Ferz, Nimêja
cenazê an jî hin tiþtên din, tefa xwe di nîvî de birî, dikra piþtî ji wî
karî mejbûrî valabû, ji nû ve destmêja xwe bigire û çend carên mayîn temam
bike.
Sunetên Tewafê
Di her dora ku dema Tewaf qedîya û hat cîyê ku dest bi tewafê kirîye, bi
destê xwe rastê selam bide ruknê Yemenê û her wusa kevirê Hecul-Eswedê hege
karibe paçî bike an ji selam bidê.
Di hersî dorên ewul de heke karibe weke ku mirov bireve zû birêve biçe û di
herçarên din de, wek edetî berêve diçe. Ji ber ku Pêxmber ( as ) wusa
kirîye.
Piþtî Tewfa xilas bû mirov du reka´et Nimêja Sunat li piþtî “Meqamê Îbrahîm
Xelîl“ dike.
Celebên Tewafê
Ji bilî Tewafa ku li jorê hat behskirinê ya ku Ferz e, hin cûre Tewafên din
jî henin. Ew jî, Tewafa “Tewetu“ Yanî her dema mirov ket Kebê, qenc e ku
mirov Kebê Tewaf bike. Yanê Tewfa Musteheb e, bike jî dibe û neke jî dibe,
lê ya xêr ew e ku mirov di her firsetê de karibe Kebê Tewaf bike baþ e.
Twaful-Qudûm: Ji Tewafa ku mirov cara yekem diçe Kebê re tê gotin. Ew kesên
ku çawa gihþtin Mekê, sunete ku Kebê Twaf bikin.
Tewfa Umerê: Dema mirov heca Umirê ya sunet dike, divê mirov Kebê Tewaf bike
Teafaul-Weda´e: Dema mirova menasikên hecê bi cî anîn û êdî tevdîra vegrê
dike, carekî din Kebê tewaf dike û xatirê xwe ji kebê dixwaze. “wafa Xatir
xwestinê“
Ruknê çaran se´eya/Tewafa navbera Sefa û Merwayê ye
Xwedayê Te´ala derbarê se´eya/tewafa navbera Sefa û Merwayê de waha Ferman
dike: ( Bêguman Sefa û Merwa ji nîþanên Xweda ne. Êdî ji wan kesên ku
serdana Beytulahê dikin, an jî diçin Umrê re, guneh nine ku wan “ Sefa û
Merwayê“ Tewaf bikin...) Beqere. Ayet; 158
Sefa û Merwa navê du girên ku dikevin rojhilatê Kebê. Xanima Îbrahîm
Pêxember (sa) Hecer, ji bona kurê xwe Îsmaîl li avê gerîyaye û dinavbera
herdû giran de heft caran bi revê çûye û hatîye. Ew kesên diçin Hecê û Kebê
Tewaf dikin, di heman demê de se´eya navbera Sefa û Merwayê jî dikin.
Berîya Îslamê, li ser herdû giran pût/pêker hebûn û dema Îslam hat ew pûtana
ji wê rakirin. Lê hin kes di gumanan dabû, ku heke mirov wan girana tewaf
bike wê gunehkar bibe. Lê Xwedê Te´ala bi ayeta ku li jorê hete behskirinê
de, ferman dike ku dema mirov herdû giran Tewaf bike guneh nîne.
Dayîka misliman Hz. Ayîþe radigîhîne ku Pêxember (sa) “Sefa û Merwa tewaf
kir û mislimana jî tewaf krin“ ( Hedîsa Muslum )
Dema Pêxember ( as) ji Tewafa ferz ya Kebê vala bû du rka´et Nimêj kir û ava
Zemzemê vexwar. Paþê derket girê Sefayê û berê xwe da Kebê, dema Kebe dît,
ayeta ku li jor hat behskirin xwend.
Pêxembar (as) got: “ Ez dest bi wî tiþta ku Xwedê destpêkirî dikim“ Û berê
xwed da Kebê û “Lubeyke Ellahume Lubeyke“ xwend û paþê va duayê hanê xwend.
“ Laîllahe Îlellah we´hdehû la þerîke lehû, le hûl-milkû we le hul-hemdû
yuhyî we yumît we hûwe ´ella kulî þeyîn qedîr. Laîllahe îlellah, we hdehû
enciz we´edehû, we nesere ebdehû, we hezeme el-Ehzabu we´hdehû“
Paþê Pêxember ( as) ji girê Sefayê destpêkir û ber bi Merwayê çû. (Hedîsa
Muslim)
Þertên Se´eya Navbera Sefa û Merwayê
Þertên derbas bûn, ku mirov misliman, bi aqil, paqij û bi destmêj be û di
gel va þertên ku li jêr tên nivîsîn divê bên bi cî anîn.
Gere her heft caran li pêy hev bike.
Divê tewafa Se´eyê, piþtî tewafa Kebê be.
Se´eyî ji girê Sefayê destpê bike û li Merwayê bi dawî were.
Sunetên Hecê
Efrad; Yanê berê Heca ferz bike û paþê Umrê bike.
Tekbîr û Lubeyke Elehume Lubeke bixîne
Tewafa Qudûm. Tewfa ku mirov çawa diçe bajarê Mekê, pêkbîne
Hetanî nivê þevê li Muzdelîfê bimîne
Piþtî ji tewafê vala bû du reka´et Nimêja sunet bike
Razan û mayîn li Minayê.
Tewafa Weda´e; Tewfa xatir xwestinê. Dema Hecî hemû “menasikên“ kar û barên
giradyê ferzîyet û sunetên hecê bi cî tinîn û êdî biçin malên xwe, Kebê
Tewaf bikin.
Heca Umrê
Umre heca sunet e û dema Hecî diçin heca Ferz eda bikn, suneta Umrê jî eda
dikin. Lewra suneta Muhemed Pxember e û her keskî divê bike.
Ruknê Umrê
Nîyeta xwebîne û Îhram girêda
Kebê Tewaf bike
Se´eya navbera Sefa û Merwayê bike.
Sunetên Umrê
Ji cîyekeî ku navê el-Heleye Îhram girêbide
Piþtî Tewafa Kebê û se´eya Sefa û Merwayê, serê xwe teraþ bike
Amadekar: Fevzî Yalçîn, ji pirtûka " Kulîlka Tewhîdê"
Nivîs ne li gora Mezhebek hatîye amadakirin, belkî ji gelekî jêderên
curbecur yên Îslamî ve hatîye amadekirin.
çavkanî:Roja Kurdistan
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|