|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Sirûda kurd ya netewî: Ey Reqîb
AWÊ BALÎ
20
Berfanbar, 2006
Di jiyana gelan de sê tiþtên giring hene. Ji wana yek ala wî gelî ye. Paþê
sirûd û cejnên netewî dikevin rêzê.
Di van rojan de li ser sirûda kurd ya netewî tê qisekirin. Ji xwe sirûda
netewî ya kurdan heye û navê xwe “Ey Raqîb” e. Ji aliyê Yunus Dildar ve bi
zaravayê soranî hatiye nivîsin. Ew sirûda netewî dema Komara Mahabadê (1946)
an de bû merþa netewî ya Kurdistanê. Bi vê merþê pir salan pêþmergeyên
qehreman bi dengê wê tirsên mezin xistin dilê kolonyalîstan û îro jî ew
tirsa ku di dilê neyaran de heyî zêdetir dike.
Merþên netewî ne bes tenê ji bo kurdan, ji bo hemî gelên cîhanê taybetiyek
xwe ya girîng heye. Vebûyîna dibistanan, civîn, þahî û cejnên netewî yên
gelê kurd bi sirûda Kurdistanê dest pê dikin. Vebûyîn û girtina televîzyon û
radyoyên kurd yên netewî jî bi sirûda “Ey Raqîb” vedibin û tên girtin.
Sirûda netewî perçeyek ji jiyana gelê kurd e. Sirûda kurdan serxwebûn û
azadiya Kurdistanê nîþan dide. Ji bo vê sedemê sirûda kurd ne mijarek xwaser
(sade) e, ew gelê me temsîl dike û ji vî alî de jî pir girîng e.
Komara Kurd ya Mahabad sazbû þûnda pêwistiya sirûda netewî (mîllî) hate
holê. Ji bo sirûda netewî ya Kurdistan bête tesbîdkirin, komîteyek hate
avakirin. Komite ji kesayetiyên kurd yên ronakbîr pêk hat. Di demek kurt de
pêþbirka sirûda kurd hat çêkirin. Merþên tevî pêþbirka sirûdê bûyîn di nav
xwe de hatin rêzkirin. Helbesta bi navê “Ey Raqîb” Sirûda Kurd ya Netewî
hate hilbijartin û hate pejirandin. Sirûda bijarte pêþkêþî Pêþewa Qazî
Mihamed û wezirên hikumata kurd bû. Gelê Mahabadê jî ew sirûda hatî bijarte
jê hezkirin û lê bûn xwedî. Di karûbarên kurd yên resmî (mîrî) de dema sirûd
hate pejirandin pê de heya roja îro ew sirûd ji aliyê kurdan ve tê xwendin.
Roja sirûda Kurdistan hat pejirandin vir de, rewþa cîhan û ya Kurdistanê jî
gelek hat guhartin. Heke kurd hemî bixwazin dikarin li gor rewþa kurdan ya
îro sirûdek nû û di mercên heyî de bi tewrek nûjen bête amadekirin. Dema
sirûda nû çêbibe berî her tiþtî pêwist e, piraniya hêzên Kurdistanê û yên
gelê kurd lê bibe xwedî û li dijî nebin!.. Ya herî girîng sirûd pêwist e, ku
hestên kurdan hemiyan baþ bîne ziman. Ew jî bi serê xwe ne bes e! Melodiya
sirûdê, amûrên muzîkê û gofteya wê bi zanist û bi hunerek hostatî bête
xemilandin. Dema mirov sirûdê bi hêsanî bixwîne, bixwaze carek din çawa
zûtir dîsa di þahiyekê de nûva bike û jê hezbike!..
Rêveberên welat nikarin bi serê xwe tenê karekî ûsa girîng gelê Kurdistanê
temsîl dike wek sîparîþa kîloyek tiþt bidin ser milê þaîrekî kurd û jê
bixwazin! Ez bawer im, wek dema Komara Mahabad, pêwist e, pêþbirka sirûda
kurd ya netewî bête amadekirin. Li gor mercên heyî hemî þaîrên Kurdistanê
yên mezin di pêþbirka sirûdê de beþdar bibin. Di nav helbestên hatin
pêþkêþkirin de ya layîqê Kurdistanê, yê xwediyê xwe bibîne... Wê demê ew
sirûd dikare hemî kurdistaniyan temsîl bike û ewê ji aliyê hemî kurdan ve jî
bê pejirandin.
Ji bo mercên sirûda nû û komîteya wê yê çawa bêye amadekirin, di nivîsa pêþ
me de, ezê li ser vê mijarê rawestim û pêþniyazên xwe û xwestekên gel yên nû
ji bo sirûda netewî binivîsînim. Heya nivîsa nû bimînin di nav xêr û xweþiyê
de..
(Y.O.P)
a.bali@web.de
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|