|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Kerem
kin hûn jî alîkarîya parastin û nasandina Ezdîyatîyê Bikin
Kemal TOLAN
20
Rêbendan,
2006
Xwendevan û berpirsyarên hêja!
Ez bawerim we jî weke min di gelek ciyan de dibihîstiye û vêga hêjî bihezarê
caran di gelek ciyan de dixwînin ku hinek kesên berpirsyarên mediyayê,
pispor, zane, ilimdar, lêkolînvan û ramanvanên me Kurd û xerîban gazina ji
me Êzdiyan dikin û dibêjin; “Di çapemeniya Kurd û cîhanê de agahdariyên li
ser Êzdiyan pir kêmin, Rêber û Oldarên Êzdiyan naxwazin agehdarî û
nasandinên li ser dînê wan bêne nivîsandin. Êzdî piraniya îbadeta xwe ye
dînî didilê xwe de diken. Êzdî li nava kesên ne ji dînê wan be de duhayên
xwe nakin. Di nava netewa Kurdan de, civaka Êzdiyan ya herî paþ de maye.
Êzdî amiliya xwe bi kesên ne ji dînê wan be naynin, nahêlin bawermendên Êzdî
jî bixwînin, binivisînin û hwd. nizanim çê û ne çê ? ”
Bi dîtina min, ji xwe piraniya dînê dewletên desthilatdar, çi yên berê û yên
vêga hêjî hene, bi þerê çekdarî û bi zorê hatine damezirandin û pejirandin.
Hukumetên serdest, dagirker û nijadperest timî dîrok li goriya berjivendiyên
xwe dane nivîsandin. Evan bihemda xwe nehîþtine ku bargiranî, kêmasî û
neheqiyên di dîroka me Kurdên resen de hene zelal bêne xwanê û þîrovekirin.
Ji ber zilm, fetwa û fermanên dînê kes û hukumetên desthilatdar piraniya
„pirtûkên dîrokê“ jî ne rast hatine û têne nivîsandin. Dîsa ji ber wan e ku
ev cûdatî û nezanî jî ketine nava oldar û kultura me Êzdî/Kurdan û piraniya
xeleqên þopa dîroka jiyan û baweriya bav-kalên me Êzdiyan ya demên berê jî
ji aliyê xerîb/biyanî, nijadperest û serdestên ku cîh-warên me bi darê zorê
dagirkirine ve hatine tûnekirin.
Vêca, ez timî ji xwe ra dibêjim, ne raste ku em hima dîroknas, ilimdar,
oldar, dê û bavên xwe seba van kêmasîyên ku ketine nav dîroka me sucdar
bikin. Îro ji me jî gelek erk têne xwastin û divê em ji her demê bêtir
alîkarîyê bi rêxistin û tifaqên di nava civak û neteweya xwe de bikin. Êdî
derfet hene ku em bikaribin vî ilmê Êzdiyatiya ku ji ber heftê û dû fermanan
xilazbunye zelal þîrove bikin û bi tifaqî bidine naskirin ku rastiya
Êzdiyatiya resen ji ber gelek zilm, zor, û berjiwendiyên desthilatdaran
berovajî bûne. Çaxê em Êzdiyatiyê vêga li goriya ilim û zanîna pêþerojê li
ber dilên ciwanên xwe þêrîn nekin, emê nikaribin piþtgiriya nebiyên xwe jî
bi hesanî bigrin.
Hinek kesên ji we birêzan ku min nasdikin ew dizanin, ji bo ku ez karibim
hinek ji van kêmasî û valiyên di nava dîrok, kultur, siyaset û edebiyata me
Kurdan de dagrim, min jî weke hinek berpirsyarên mediyayê, pispor, zane,
ilimdar, lêkolînvan, nivîskar, rewþenbîr û ramanvanên me Kurd û xerîban li
goriya zanîn û derfetên xwe heta vêga gelek lêkolîn, gotar û nêrîn li ser
hebûn, tûnebûn, hejmar, rewþ, zilm û zora bav-kalên me Kurden resen di gelek
dezgeh, rojname, kovar û malperên me Kurdan de nivîsnadine. Ji vir û pêde
jî, tiþtê di vî warî de bikeve ser milên min, ezê li ser vê derya bîr û
bawerên (kevneþopên) me Êzdîyan û li ser kevnarîya dîrok, ziman û wêjeya
Kurdî binivsînim.
Niha jî, min ji bo dewlemendiya arþîva çanda Kurdî ya resen gelek nêrîn û
dokumentên nasandina kevneþopên bingehên ola Êzdahiyatiyê (yên weke: ferzên
Êzdiyatiuyê, baweriya bi Xweda yê bê þirîk, her heft melyaketên qedîm, sema
yê, afirandina her heft tebeqên erd û esman, Tawisê, Berat, afirandina
qalibê Adem, Hawa û Þahîdê bin Cer, melek- horî , cinên bi surên xwe bune
Xwedanê xwezayiyê û ketine kirasê giyander, xas û qelenderan, ne mirina
giyan(ruh)ê, Êzdî îmana xwe ji qewl, ilm , duha û hemû þîretên melek, horî,
cin, giyander, xas û qelenderên Xwedê nasdikin, ji bo giyana meriv paqij
bive, timî îbadet bike û rojî bigre, pîroziya parastina parêsgeh(ziyaret),
qub û gelk nîþanên xwezayiyê cihê melk, horî, cin, giyander, xas û
qelenderên Xwedê nasbike û hwd.ê) di vê pirtûka xwe(binêrin li wêneyê di
pêvakê de jî ) ya bi navê “NASANDINA KEVNEÞOPÊN ÊZDIYATIYÊ“ de tomar kirine.
Ev pirtûka “NASANDINA KEVNEÞOPÊN ÊZDIYATIYÊ “ 430 rûpel e û ji aliyê Weþanên
PÊRÎ ( ISBN 975 - 9010 - 55 – 0 )ve hatiye weþandin.
Rêzdaran, hûn dizanin ji ber van kêmasîyên ku hene, ev lêkolînên niha têne
belavkirin jî bê kêmasî çê nabin. Wekî dinê jî hinek ji van lêkolîn û
nêrînen ku min di vê pirtûkê de komkirine ne yên min in û gelek ji wan jî di
kovar, rojname û malperên cur be cur de hatine weþandin. Tiþtê ji min hatîye
min cîh, xwedîyê nivîs, nêrîn û lêkolînan kifþkirine. Li aliyê dinê, min ji
ber bawerîya xwe û kevnarîya dîroka ola Êzdayetiyê ne xwast wan kêmasîyên di
gotin û nivîsa qewlan de hene li gorîya zanîna xwe bi tenê serrerast bikim.
Hêvîdarim ku hûn xwandevan û berpirsyarên dezgeh,rojname, kovar, mal, komel
û malperên me Kurdan jî bikaribin ji bo parastin, nasandin û frotana vê
kitêbê alîkariyê bidine min û dema we hêjayan ev pirtûka “NASANDINA
KEVNEÞOPÊN ÊZDIYATIYÊ“ xwand, hûn gelek feyda jê bivînin.
Bi dîtina min, ev karê min ji bo nasîn û pêþvebirina wê derya kevneþopên me
ye Kurdî erkekî gelekî piçûke. Ji Xwedê gelekî lava dikim, ku min bi vî karê
xwe tû kesek ne êþandi be, ew çavkaniyên ku min pishtgirî ji wan girtine
þêlû nekiribin û ev berhema min bi bi kêrî dewlemendiya çande û nasandina me
Kurdên resen bê.
Li gel rêz û silavên kurdewarî
Kemal Tolan
Hûn dikaren pirtûkê weha û ji van navnîþanan bixwaz(peydabik)in
Navnîþan û mercên xwastina ji bo nava bakurê Kurdîstanê û Tirkiyê :
Weþanên Pêrî: Söðütlüçeþme Cad. Pavlonya sok. Nuhoðlu Apt. No: 10/19 Kadýköy
/ ÝSTANBUL Tel-Fax: 0 216. 347 26 44 , GSM: 0533 488 01 12 e-Mail:
periyayinlari@yahoo.com.tr , e-Mail: peri_kitab@mynet.com.
Navnîþan û mercên xwastina ji bo derveyî welat:
http://www.seran-music.info û Kemal_Tolan@web.de
Gava hûn mesrefê kirîna kitêbekê 16:00 Euro (12:00 buhayê kitêbê tevî(+)
04:00 Euro mesrefê postê) li ser vî hêjmara kontoyê min
(Xwediyê konto: Kemal Tolan
Navê Banqê: Oldenburgische Landesbank (Olb)
Hêjmar numara konto: 120 15558 04
Kotnûmera Bankê (BLZ): 280 200 50)
razînin û navnîþana xwe ya postê ji min ra biþînin, ezê kitêb/ên we ji we ra
biþînim.
Eger hûn gelek hêjmaran di derbekê de bixwazin, ez dikarim di buhayê kitêbê
de alîkariyê bidime mal anjî komela we hêjayan.
Têbînî:
Kesên li nava bakurê Kurdîstanê û Tirkiyê dikarin kitêbê niha ji navnîþana
weþanên Perî bigrin û yên li derveyî welat divê hinekî dinê jî sebirbikin .
Ji ber ku tevaya kitêban hîna ne gehîþtine ber destên min.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|