|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Ji rewþenbîr û pêþengên civaka Ezdî re
Kemal TOLAN / HAWARDENGÛBAS
24 Kewçêr
Rezber(Îlon),
2006
Xuþk û
birayên rewþenbîr û pêþengên civaka Ezdî !
Bi dîtina min Mîrê me Êzdiyên li Cihanê, rêzdar Tahsin Seîd Beg, di
Konferansa ku Mala Êzîdiyan ya Oldenburgê di 16.07.2005 de amede kiribû û
berpirsyarê hemî komelên Êzdiyan yên li Almanyayê, ronakbîr, nivîskar,
dixtor, hiquqnas û polîtîkvanên Êzdî, dûnavîyên ola Êzîdiyan (pîr, þêx,
pêþîmam û wd.), Êzîdiyên endam û alîgirê partiyên Kurdan (PKD-Iraq, Yekîtî û
wd.), temsillên Êzîdiyên ji hemî perçeyên Kurdistanê, ji Ermenistanê û yên
ji welatên Avrupa, nûçegihanê Kurdistan-TV û Roj-TV jî hazir bûn, bersiva vê
pirsa “ GELO ÊZDÎ KURDIN YAN KURD NÎNIN ? ” zelal daye û gotiye, “em Êzîdî
Kurd in û me tûcaran kurdîtiya xwe înkar nekiriye û nakin.
Heke ku em
zimanê xweyî Kurdî winda bikin, hingê emê ola xwe, Êzîdîtiya xwe, winda
bikin. Heke ku em ola xwe winda bikin, emê zimanê xwe winda bikin…….“(Ev
daxwiyaniya di gelek kovar û malperên Kurdî de hatiye weþandin)
Ez di wê baweriyê de me ku, hemû rêzdarên endamên Meclisa Ruhanî û civata
bilind ya Êzdiyan, birêz Bavê Þêx, Bavê Çawîþ, Þêxê Wezîr, Serokê Qewala û
hwd.ê jî weke Mîrê me gotî difikirin.
Rewþenbîr û pêþengên civaka me ye hêja !
Wekî hûn birastî dixwazin kar û barên me ye dînî û civakî bikevine destên
we, wê çaxî divê hûn ji xeynî wan çend ristên nivîsê ku hûn di rojnamên
rêxistin, malper û kovaran xwe de dinivisînin û di hinek quncikan de bi çend
kesan tenê re diaxivin pêve, keremkin xwe berdine nava mal, komel û ciyên ku
jin, zarok, ciwan, mêr, extiyarên me Êzdiyan lê bela û komdibin.
Birênen ka
çiqas pirsgirêkên hebûn û tûnebûna endamên civaka Êzdiyan di teorî û
piratîkê de hene û dûre ji me re bibêjin ka hûnê çewa bi hunerê fikra
pêþketî û bi tifaqa xwe ye demokratîk me kesên belengaz û feqîr ku hîna
piraniya me di urf û adetên feodalîzmê de dijîn, ji nava van berjivendiyên
kesayetî û nezaniyê xelazbikin.
Vêca, ez naxwazim zêde bikevime nava vî babetê fire û kûre. Jixwe xêr û
þerên me tevan jî vane li ber çavan ne. Bi dîtina min, ne raste em timî
oldar, bav û kalên xwe sûcdar bikin û barê xweyî îro jî li hêviya ciwanên
xwe bihêlin. Bi kurtasî dibêjim, dema ez li van serpêkhatiyên ber çavên xwe
dirênim, ez dikarim bersiva vê pirsa ku pêþiyên me kirine û gotine,”gelo Êl
yeman e, an jî Beg yeman e?“ bidim. Belê, dema endamên Êlê(êþîrê,civakê)
karibin bi tifaqî ji pisgirêkên xwe ra xwedî derkevin û nedine pey Beg, wê
Beg jî nikarîbe biserê xwe tenê Begîtiyê bike......
Încar, eger hûn rewþenbîr û pêþengen civaka me nikaribin bihevre hevgirtin û
tifaqeke xurt di nava ilîmdar, rewþenbîr, zane, berpirsyarên rojnaman,
kovaran, dezgeh, malper û rêxistinên ku di nav û derveyî welat de bi
Kurdî/Êzdiyatiyê ve alaqe dibin çêbikin, ev ne kêmasiyên bav-kal û oldarên
me ne. Û hûn jî dizanin, heta ev bêtifaqî û valeyiya di nava we rewþenbîr û
pêþengên civaka Ezdî de hebe, wê çewtîtiyên “xuþk û birayên” me yên bêxîret
û nezan(menfîatçî) jî her berdewam bin.
Ji Xwedê û Tawisî-Melek hêvîdikim ku ew dîsa bi hawara me va werin !
Kemal Tolan
Têbinî:
Ez tenê xemxwarekî Êzdatiyî me. Ne rêvebirê tu komel û maleke Êzdiya me.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
|