|
Ziman,
Netewe û Kesayetî
OMER GUNEÞ
“Kesên zimanê xwe wenda bike,
mafên xwe jî wenda dike.”
Max Bauman
“Ziman, bi rêya dengên bûne peyvok, vegotina fikran e. Û dîsa ziman, hebûnên
bêgihan yên li derveyên fikran, hestan, xiyalan jî dorpêç dike.”1 Ziman, di
navbera mirovan de ragihandinê pêk tîne. Ji ber vê giringîya wî jî, ji
heyamên ewil de hatîye ziman. Mîna feylesofên navdar Arîsto û Pilaton gelek
kesên zanyar li ser ziman sekinîne.
Weke em hemû dizanin însan qewm bi qewm hatiye afirandin. Û her qewmek xwedî
zimanekî cûda ye. Ji bo vê yekê ziman mafekî ji zayînê tê, bingehîn û tabîî
ye. Ku Xwedê Teala di Qurana pîroz de bi awayekî tabîî qala ziman dike.
Ziman taybetiyek bingehîne ku netewekî ji netewekî diqetîne, kifþ dike.
Meriv netewekî ji zimanê wî biqetîne, ew netewe di pêvajoyekî de asîmîle
dibe û kesayetiya xwe wenda dike. Gava em li dîrokê dinihêrin, netewên çand
û zimanê xwe neparastine, an jî ên ji vana hatine mehrûmkirin, ji qada
dîrokê rabûne. Ji ber vê, hatiye gotin ku “gel û netewê mirov, ji zimanê xwe
pêk tên.”2
Ji bo ku em bi giringîya ziman têbigihêjin, divê di jiyana civakî de erk û
rola wî were zanîn.
Ziman û Çand:“Çand, hemû aliyên têkiliyên civatî dorpêç dike. Di vê wateyê
de ziman û çand hevbeþ neyên hesibandin jî diyardeyên ketine nav hev in.
Ziman, weka parçeyekî çandê tê guheztin, lê çand jî dîsa bi ziman tê
guheztin/neqilkirin.”3
Halwakî ziman him çand e, him jî navgîna ragihandina çandê ye. Nirx,
berjewendî, çand, hûner û zanînên civatekî bi ziman tên guheztin. Ziman bi
xwe jî guherbar e, ji bo pêþketin û pêþveçuyînan kêrhatî ye. Ji ber vê,
guherbariya ziman e ku bi guherîna wextan çanda mirovan diguhere. Ji ber vê,
ji bo zêdetir pêþketin û guheztina çandê, pêþdexistina ziman pêwîstiyek
mezin e.
Ziman watiniya civatîbûnê jî dike. Lewra ziman him bandûrê li ser çandê
dike, him jî di bin bandûra çandê de dimîne. Hevûdu texlîtkirina mirovan,
avakirina nirx û tevgerên hevpar, ancax bi sayeta ziman mimkun dibe. Ziman,
di xweavakirin û têkûzkirina mirov de roleke giring dilîze. Mirov bi saya
ziman zanistiyê hîn dibe, xwe perwerde dike û pêþve dibe, bandûrê li mirovan
dike û di bin bandûra kesên din de dimîne. Halvakî “ziman, kesayetiya mirov
temsîl dike.”4
Ziman û Raman: Di navbera ziman û fikir de tevgirêdanek xurt heye. Ji alîkî
ve “zimanên cihê, çêbûna fikrên cihê pêk tîne. Û cihêtiya di navbera mirovan
û çandan de cihêtiya di navbera zimanan de ye.”5 Di nav ziman û hemû hebûnan
de têkiliyek qewî heye. Em vê têkiliyê binavkirina heyok, bûyer û diyardeyan
nîþan didin. “Ziman di eslê xwe de, bi girêdana têgehekî û îmgeya dengekî
–di mejî de hemberiya wê dengê– pêk tê.”6 Seba vê, binavkirin di nava ziman
û raman de pireke giring e. “Ziman tiþtan bi nav dike û ‘çi’bûna wan dide
zanîn.”7 Ji bo ku di navbera ziman û raman de binavkirin, bi qewî û pirhêlî
–di her warê jîyanê de– pêk were “divê ziman ji her cûr rastiyên jîndar re
vekirî be.”8 Kîjan ziman dibe bila bibe tiþtên derdora xwe bi nav dike. Û
tiþtên ne li derdorê ye, an jî tiþtên em nikarin bi orxanên sehê
tebigihêjin, dîsa ziman wan bi nav dike. “Dema were xwestin ku di jiyana
kirdarî û gerdûna hebûnan de behsa rewþeke heyî tê dîtin û tiþtekî lê tê
fikirîn, bibe, wê çaxê derfetên di ziman de dertên pêþ.”9 Û ev tiþta tê
binavkirin û di edebiyatê de, di jiyana civatî de, di warê teknîkê de û hwd.
gelek waran de kelîmeyên nû dikevin ziman. Mesela ji bo ku bi merivên
bindest re û bi jiyana zordestî re pêwendî pek were, pêwîste ku meriv vê
rewþa zordestiyê bi wûþeyên/kelîmeyên mîna “zulim, bêdadî, maf û azadî bîne
ziman. Gava wa nebe bindestbûna mirovan tiþtek îfade nake. Binavkirin û
ravekirina tiþtekî, bênavgîn kirina wê ye. Bi gotina Sartre “ev, di warê
çandê û zanîna mirovan de heyokek ewil bênavgîn, xwedî navgîn kirine.”10
Evaya jî dibe sedema qewîbûn û pêþveçûyîna ziman. Pêþveçûyîna ziman jî
pêþveçûyîna fikran e. Lewra ziman þikl û tixûbên çand û fikran kifþ
dike/nîþan dide. Çand û fikrên kesek û neteweyekî di vê çarçovê de cih
digre. Ziman “neynika neteweyekî ”11 û neynika fikr û rastiyên neteweyekî
ye. Ev neynik çiqas fireh û zelal be fikrên kesan û neteweyê jî ewqas fireh
dibe. Bi kurtî were gotin: “Ziman him îfada jiyana civatî ye, him jî þertê
hebûna wê ye; him encam e, him sedem e.”12
Lê di tevgirêdana “ziman-fikir û ziman-çandê de tiþtekî pir giring heye,
divê em wî baþ bizani bin. Ew jî, pisporê ziman gava ziman bikar tînin, di
ziman de pêþveçûyîn û serkeftinan pêk tînin. Seba vê jî, beriya her tiþtî
nivîskar û rewþenbîrên zimanekî, gerek bi wê zimanê serbixwe bifikirin.
Rewþenbîrekî bi zimanekî din –zimanê ne zikmakî– bifikire û dema van fikrên
xwe bi zimanê zikmakî bîne ziman, rewþeke dijwar û nexwerû tê holê. Wê çaxê
mecbûr dimîne ku ji zimanê biyanî gelek wûþeyan bike nav zimanê zikmakî. Va
jî ziman ji xwerûbûnê dûr dixe û dibe sedema besîdbûna wî.
Ziman di warê “zanistî”de herî objektîf e. Neteweyek û nivîskar û
rewþenbîrên wî netewê ger dixwaze zimanê wan pêþ de biçe û li hember
asîmîlasyonê qewîtir bibe, pêwîst e bi zimanê xwe zanistiyê bi kar bîne û
dîsa bi zimanê xwe bifikirin.
Ji ber vê, divê sê tiþt di qewîkirin û pêþdexistina ziman de werin zanîn:
1-Nirx û rola ziman ya dîrokî. Divê li hember polîtîkayên asîmîlasyonê rola
ziman were zanîn.
2-Neteweyek û nivîskar û rewþenbîrên wê neteweyê bi zimanê xwe divê serbixwe
bifikirin. Bi zimanê xwe felsefe û zanistî bikin.
3-Di pêþdexistin û qewîkirina ziman de divê giringiya þiklê îfadeyê û terza
têgihandinê/pêþanînê baþ were têgihîþtin. Di her warî de terzekî têgîhandinê
ya bi cûr û taybet pêk were. Helbette ku di ziman de pirbûna wûþeyan giring
e. Lê gava mirov bi zimanê xwe bifikire, ziman bi gorî pêwîstiya xwe wûþe
dihilberîne/tîne holê. An tu wate nîn e ku meriv ziman bike pavlîka wûþeyan.
Hilberîna wûþeyan û dewlemendkirina þiklê îfadeyê dive bi awayekî xwerû bi
hev re pêþ de here.
Îro nivîskar û rewþenbîrên netewekî yên li hember polîtîkayên asîmîlasyonê
têkoþîna “hebûnê” dikin, divê zimanê xwe di têkoþînê de bingeh bigrin. Lewra
ziman di hiþyariya fikrên netewebûnê de dînamîzmeke sereke ye. Pêþveçûna
ziman, pêþveçûyîna fikr û serkeftinên wê neteweyê ye jî.
ÇAVKANÎ:
1-Ana Britanika, 14. cild r.149
2-þeriati, Ali, Medeniyet ve Modernizm, r. 98
3-Ana Britanika, 14. cild r.150
4-þeriati, Ali, b.n.d., r. 98
5--Ana Britanika, 14. cild, r. 149
6-Ana Britanika, 14. cild r. 149
7-Mengüþo€lu, Takiyyetin, Felsefeye Giriþ, Remzi Kitabevi, r. 240
8-Ökçesiz, Hayrettin, Ça€daþ Hukuk Felsefesi ve Hukuk Kuram› ‹ncelemeleri,
r. 474
9-Mengüþo€lu, Takiyyetin, b.n.d., r. 245
10-Sartre, Jean Paul, Denemeler, r. 24
11-Mengüþo€lu, Takiyyetin, b.n.d., r. 241
12-Ana Britanika, 14. cild r. 150
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|