|
Di
Yadîvegera 76 Saliya Kovara HAWAR ê De
KONÊ REÞ
“(Dema ku em behsa zimanê kurdî yê standart dikin, ew ji bo hemû Kurdan e,
ne tenê ji bo Kurdên baþûr, ji bo vê yekê jî divê ji hemû perçên Kurdistanê
zimanzan û lêkolînvan di wê xebatê de cih bigirin, ezê jî piþtgiriya wê
xebatê bikim...)* Serok Mesûd Barzanî
Ezbenî ! Cihê þanaziyê ye ku em 76 saliya yadîvegera yekemîn kovara kurdî,
bi tîpên latînî bibîrbînin. Ev kovara ku yekemîn hejmara wê di 15 gulana
1932 an de, li Þama þerîf, ji rex mîr Celadet Alî Bedirxan ve dihat çap û
belav kirin.
Di baweriya min de, dûrdîtina mîr Celadet Bedirxan xwediyê Hawarê, û
giringiya weþandina wî ji vê kovarê re, ev bû; Ku zimanê kurdî bê parastin û
kurdiya latînî di seranserî kurdistanê de belav bibe.. Hem jî ku kurd wek
tevayî xelkên cihanê bibin xwedî elfabeyeke xweser…Mîr Celadet xweþ bawer
bû, ku yekîtiya kurdan di yekîtiya zimanê wan deye û yekîtiya ziman ji
yekîtiya tîpan destpêdike û wek ku gotiye: Herwekî me çend caran gotiye;
yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya ziman de
gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî
divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfebeyekê
bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne
nivîsandin.)
Lê sed heyf û mixabinî ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg xwe ji ber
projeyê mîr Celadet Bedirxan da alî..?! Li kovara Hawarê hejmara (10an, Sala
1932an) Vegere, gotarê Mîr yê bi navê (Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî ), hem
jî ku bersive ji Pîrût re li ser gotarê wî (Ekis Sedayî Hawar ). Hingê wê
xweþ ji we ve diyar bibe..
Erê Ezbenî, ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg dengê xwe tevî dengê
mîr Celadet Bedirxan kiriba û piþtgiriya wî ji weþana Hawarê û tîpên ku wî
ji zimanê kurdî re bijartine, bi erênî pejirandiba, îro roj, ev problema ku
li Kurdistana azad, di warê standardkirina zimanê kurdî de heye, çê
nedibû..Ev problem gelekî xerabe wek ku hun tv dizanin, cudabûnê Ev problem
di roja 28/ 4/ 2008an de, di heftnameya Rûdaw, hijmara 4 an de hat diyar
kirin, dema ku wezîrê perwerdeya Kurdistanê birêz Dilþad Abdulrehman
piþtiriya xwe ji wan 53 kesên soranîaxêv re bi erênî pejirandiye, ewên ku
beyannameyek di rojnameya Rûdaw de belavkiribûn, ku þêwezarê (Soranî)
bibe zimanê standard li Kurdistanê. Tevî ku ev yek qet nayê pejirandin ji
rex rewþenbîrên resen ve..
Belê me çend dengên bi hêz di vî
warê de seh kirin wek, birêz Hesen Silêvanî, serokê yekîtiya nivîskarên kurd
tayê Duhokê ku wî di hevpeyvîneke taybetî de ji bo Avesta bal kiþandiye ser
vê pirsgirêka di navbera rewþenbîrên Kurd de li ser pirsa soranî, kurmancî û
alfabeya kurdî û wiha gotiye: Tu kes li herêma Behdînan naxwaze soranî bibe
zimanê standart. Ez bi xwe naxwazim ku zarokên min kurmancî bihêlin û biçin
tenê bi soranî perwerde bibin. Tu kes vê yekê qebûl nake. Em ne ligel vê
yekê ne. Em tu caran qebûl nakin soranî bibe zimanê perwedeyê yê standart...
Em qebûl nakin kesek li ser zarokên me soranî feriz bike.. Riya herî baþ ewe
ku hem li herêma Soranan hem jî li herêma Kurmancan, bi her du zaravayan
perwerde çêbibe..."
Her wiha birêz Mihemed Ebdela cigirê serokê yekîtiya nivîskarên kurd li
Duhokê, wî jî wiha gotiye: Daxwazê ji hemî zimanzan, pispor, nivîser,
rewþenbîr û siyasetmedarên kurdperwer û dilsoz li devera kirmanciya
xwarê dikin ku mafê yê beramber biparêzin û palpiþtên binemayên
dîmokirasiyê bin û ji zimanê sepandinê dûr kevin û evê biriyarê ji bo me
û zarokên me bihêlin, ku her li qûnaxa yekê seretayî ta qûnaxa dûmahiyê
ji zankoyê bi þêwezarê dayika xwe bixwînin û binivîsin û perwerde bibin,
eve jî mafê me yê rewaye, eger we bawerî bi mafê mirovî,
dîmokirasiyê û bîr û boçûnên cuda cuda hebe...
Belê ya herî xweþ ku van hersê þareza, pispor, zimanzan, dilsoz û
kurdperweran ku bi þêwezarê (Soranî), kirmanciya xwarê dipeyvin, (Dr.
Emîr Hesen Por, Dr. Rêbiwar Fetah û Hesen Qazî), wan jî beyannameya wan
53 nivîskarên xwarê red kirine û daxwaza wan nepejirandine..Ji xwe ez nayêm
ser gotinên nivîskarên bakur û rojava.. ew kirasê xwe diçirînin..Belê ezbenî
wek ku hûn mêze dikin, va piþtî 76 salan careke din em li mîr Celadet
Bedirxan vedigerin û li kovara wî Hawarê vedigerin û mêze dikin, bê ew çendî
di vî warî de, dûrdîtî, þaraza û zana bû..
Ji berî 76 salan ve wî berhemên
piraniya nivîskarên kurdan bi þêwezarê Soranî û Badînanî di kovara xwe
Hawarê de belav dikirin..Mixabin, ku roja îro, Kovara Hawarê, ev kovara ku
yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi kurdiya latînî, herdu þêwezar,
di nav rupelên wê de cih digirtin... Bi saya vê kovarê, yekemîn care ku
zimanê Kurdî bi herdu þêwezarên, bi tîpên latînî berdest dibe. Hejmara pêþîn
ji vê kovarê di 15 gulana 1932an de hatiye weþandin, ango ji berî 76 san ve,
hejmara dawîn(57) di 15 tebaxa 1943 ande derketiye. Ev kovar li bajarê Þama
þerîf, dihat çap û weþandin û li nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr,
Rewanê, Karmanþahê û heta Mûsil û Bexdayê belav dibû..Cihê mîr Celadet
Bedirxan buhiþta rengîn be.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|