|
„Ger
soran kurd bin, ez ne kurd im Ger ez kurd bim, soran ne kurd in“
FadIl OzçelÎk
29.04.2008
„Ger soran kurd bin, ez ne kurd im
Ger ez kurd bim, soran ne kurd in“
Ev birader jî di nav de; Þêrko Bêkes, Þêrzad Hesen, Bextiya Elî, Tarîq
Fatîh, Azad Berzincî, Bextiyar Kerîm, Refîq Sabîr, Rêbwar Sîweylî, Rêbîn
Ehmed Herdî, Fetah Zaxoyî, Merîwan Urya Qatîh, Hogir Mihemed Ferec, Ferûdîn
Ebdul Berzincî, Ehmed Mîre.. hin kesên ku navê rewþenbîriyê li xwe dikin, ji
rêvebiriya Kurdistanê daxwaz dikin ku soranî bibe zimanê fermî û kurmancî jî
bibe zimanê arþîvê li baþûrê Kurdistanê..
Dor bi dor ez dixwazim li vir çend xalan bi rêz bikim.
Ger zimanê min tûj be ku ew ê weha be; ji ber wê ye ku ji damezirandina
Kurdistana xwedêgiravî azad û heta niha van biraderên sorenekan dev ji me û
zimanê me yî ji me re gelekî þêrîn bernedan e.
Ger ev rêz wek reaksiyoneke li dijî van sorenekan hatibe nivîsandin ku ew ê
weha be, ji bo wê ye ku bila ev biraderekan fêm bikin ku kurmanca ev „tir“
ji dagirkerên tirk, ereb û farisan re nehiþtin, ew ê ji „biraderekên soran“
re jî nehêlin..
Ger ev sernivîs bi hêrseke îronîk hatibe nivîsandin, bila „biraderên
sorenekan“ û hevkarên wan çend kurmanc dîsa rast bixwînin û têbigihên..
Li Baþur bi rastî jî biraderên soran êdî kêr dane hestî.
Lema ji ber vî zimanê giran ez lêborînê ne ji we kurmanc û ne jî ji soranan
dixwazim.
Berevajî ji ber ku we em anîne vê niqteyê divê hûn li ser xwe bifikirin.
Ger em ji bo we xwedî wateyekê bin, ger em ne ji baþur bin jî, lê em yek
netewe û ji yek welatî bin..
Berî her tiþtî ev camêr xwe wek rew þ enbîr bi nav dikin.. Lê tenê bi vê
helwesta xwe eþkere dikin ku tu pêwendiyeke wan bi rewþenbîriyê nîne, mejiyê
wan ne yê rewþenbîran e.
Yek bi yek çi xwendine, li ser kîja kar û barî bûne, ez nizanim..
Lê tenê ji bo bingeha ramana xwe dixwazim gotineke pêþiyên Çînî bi bîra we
bînim, „Ker bi barê pirtûkan nabe Sokrat“.
Heþa ne ez tu kerî dixim dewsa mirovan û ne jî tu mirov dikim ker..
Tenê dixwazim bêjim ku pîvana rewþenbîriyê ne etîket û sifetên li ser mirov,
lê mejî, helwest têgîhandin û mentalîte ye.
Ev biraderên ku bêhurmetî û bêrêzîtiyê li zaravên xwe yên din dikin, pir pir
dikarin bivin bermayî û jêmayiyên Sedam Husên ku bi xwe weha ne û ne tiþtekî
din..
Karên ku ev camêran niha li Kurdistanê dikin; di rejîma Sedam, li Sûriyeyê û
li Iranê jî kesên ku hema bi eynî karî mijûl dibin hebûn û hene..
Û ji rewþenbîran bêtir diþibin dînê gund ê ku ji bo behsa wî bê kirin diçe
ser kaniya gund de dimîze.
Çapa van biraderan jî tenê ewqas e.
Dîsa, mêþ çiqasî biçûk be jî madê mirov li hev dixe.
Tirsa min ew e ku ceribandina kurd jî dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin, ne
tenê li baþur têk biçe; her weha baþûrî hêvî û peroþa me hemû kurdan
biþkînin û xewn û xeyalên me 40 milyon kurdî biþkînin û em herkes li perçeyê
xwe bi „qedera“ xwe ya bi tirk, ereb û farisan re bijin qayilbibin ..
Li baþûr mixabin rewþ hatiye qonaxeke weha ku êdî gel xweziya xwe bi rejîma
Sedam tînin. Hewce nake ku em propagandayê li hevdu bikin, tiþtên ku erd û
ezman zanin ji hevdu veþêrin. Dizî û bertîl xwarina rêvebiriya we ji ber
pepûkiya we ye..
Li Helepçeya jarkirî serdana gel rûreþiya rêvebiriya we ye. Xurtbûna tevgera
îslamîsta radîkal ji ber dewlemendiya we ya ku bi diziyê pêk hatî ye..
Birader ewqasî jêhatî., bi kêr hatî û dil paqij bin bila ser vê yekê
bifikirin ew ê çêtir bikin..
Gel ji Sedam rizgar bû û gîhaneke nû dest pê kir. Êdî tene “Bijî Kurdistan”
zikê kesî têr nake û têr nake ku bide dû we.
Amerîka gelê kurd ji Sedam rizgar kir. Ew ê ji we çawa rizgar bibe?
Bila ev biraderên ku çendek kurmanc jî di nav de ji bîr nekin ku ne tenê
soranan li himber Sedam þer kirin.
Ger ez ne þaþ bim, bi gotina baþuriyan Bahdînî ango kurmanc jî bi wan re li
serê çiyan bûn û þerê wan ne ji bo qedexekirina kurmancî lê ji bo azadiya
kurmancî bû. Ez bawerim ku kurmancan zanîbûna ku biraderên wan ên soran ew ê
bi xwestina qedexekirina kurmancî derkevin pêþiya wan dê hîn wê demê dev ji
vî þerê „azadiyê“ berdana..Kurmanc li dijî qedexekirina Sedam derketin ser
çiyan ne ji bo ku soran li wan qedexebikin.
Ha Sedam qedexekiriye, ha soran; li gora we tu ferqek heye?
Gelo niha jî li dijî qedexekirina soranan, kurmanc ango Bahdînî divê careke
din derkevin çê? Û vê yekê bikin gelo ew ê neheq bin?
Ev biraderên ku bi nav û sifetên wek rewþenbîriyê tevdigerin him kurmanc û
soranan tînin himber hevdû, wan ji hevdu bi dûr dixin û dikin dijminên
hevdu.
Ne bi xêr be! Ev li me kêm bû!
Aqilê sivik barê giran ji bo rewþeke weha hatiye gotin.
Qet nayê ser bîr û hiþên kurmanca ku rojekê ji rojan soranî li derekê qedexe
bikin; berevajî mejî û mentaliteya kurmanca ew e ku bakur jî nav de li
seranserê Kurdistanê hemû zaravayên kurdî xurt bikin, zindî bikin û bi
axavtin bidin..
Wek nimûne ez li gel im ku li taxake Amedê ku nifûsa dimiliyan li dora ji
30-40 be, li wir zimanê dibistanan jî bi dimilî be. Ev ji bo parastina
dimilî pêwiste.
Zimanekî yekgirtî jî ne bi mejî û mentalîteya Sedamistên wek Þêrko Bêkes lê
bi azadiyê pêk tê..
Di mijara têgihandina demokrasî, rêz, hurmet, maf, wekhevî, hiqûqê.. de
kurmanc û soran wek du miletên cuda ji hevdu bi dûr in.
Mixabin soran gelekî di bin bandora ereban de mane û her çareseriya pýrsan
di metodên Sedam de dimînin..Kin û kurt!
Di vê mijarê de çêtire ku soran hilkiþin sewiyeya dinyaya hemdem, ne ku
kurdan daxin sewiyeya xwe û ereban. Hûn xwe bi þer û têkoþîna li dijî Sedam
dinepixînin, lê Sedam çi anîbû sere gelê kurd bi giþtî niha hûn jî tînin
sere kurmancan bi taybetî.
Ez nizanim hûn ji bo ç i li himber Sedam rawestiyan.
Pirsa min ev e: çi ferq di navbera we de hebû?
Em ji Sedam rizgar bûn; ew ê kî me ji we rizgar bike!
Ev pirs ji we re ye.. Ger hûn bi pirsên weha‚ beradayî' têkildar dibin li
ser bifikirin.
Berpirsên rêvebiriya Kurdistanê di her daxuyaniyeke xwe de dibêjin ku ew li
Iraqê bi gelê ereb re dixwazin li ser bingehê wekheviyê bijîn. Li her
perceyî jî em dixwazin bi ereb, tirk û farisan re wek hev bin. Lê biraderên
me yên soran ên ku dixwazin bi ereban re wek hev bin, vê wekheviyê ji
kurmancan re zêde dibînin. Ev jî ecêbeke din e.
Ne mimkun bû ku ez di xewna xwe de jî gotineke, „Ger soran kurd bin, ez ne
kurd im; ger ez kurd bim, soran ne kurd in“ bikim.
Lê we bi min kirin dan û pîrozkirin jî heq kirin..
Pirseke din ev e.. Soran vê wêrekiya xwe ji wê yekê distînin ku bi çavê
bajarî li xwe dinerin û Bahdînî jî gundî dibînin. Li ber cavên wan ew zane û
Bahdînî jî ne zan in. Soranî zimanê nivîsarê û Bahdînî jî têra vî tiþtî nake
ye. Ango soran li ser serê Bahdîniyan quretiyê dikin û li xwe danînin ku bi
zimanê wan biaxive û zarokên xwe perwerde bikin.
Ev pozbilindiye ku her soranî li baþur li ser me ferz dikin, lê ev
pozbilindiya jî ne bi kurmanca û ne bi sorana dikeve..
Û bi gotina dawî, ger pirs pirsa bajarvanî û gundîtiyê be, Silêmanî li gel
Diyarbekir, Intab, Wan û Meletê ne gunde jî..
Têbinî: Min li jor jî diyar kir ku ev nivîs bi ûslibekî gelekî nexwes û bi
zanebûn hat nivîsandin. Ne ez, lê yên ku ev nivîs bi min nivîsandin dan bila
þerm bikin. Bi ya min ji her dînsizekî re îmansizek dive û di rewþên weha de
divê bi zimanê ku dînsiz jê fam dike bê axavtin. Kurmanc divê qasî ku soran
nikaribin careke din jareke weha belav bikin reaksiyona xwe nîþan bidin. Ger
Þêrko Bêkes neynika rewþenbiriya me ya li baþur be dive em hîn heft tenûr
nan bixwin û hîn gelek dem ji me re divê.
Welhasil kelam karê me zor e zor; riya me dûr e dûr..
F.Ozcelik@gmx.net
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|