|
Nesîhetên
Bedîuzzeman Sêîdê Nûrsî bi Kurdî
Ev
nivîs di Rojnama „Kürt Teawun ve Terakki", de di dîroka 22 Tiþrîn Nîsan 1324
an de (4 Kanûna 1908) hêjmara yekî de hatiye weþandin.
Ey gelê Kurd; di ittîfaqê de quwet, di ittîhadê de înayet, di biratiyê de
seadet û selamet heye. Xwe bi kapikê ittîhadê û þerîta muhubbetê qewî
bigirin, da ku hûn ji belayê xilas bibin. Qenc guhê xwe bidinê da ku ez
tiþtekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherê me yên bi qîmet hene, ku
hivza xwe ji me dixwazin:
1- Yek jê Ýslamiyet e, ku bi hezaran xwûna þehîdan bihayên wê dane.
2- Ýnsaniyet e, ku lazim e em xwe di nezera xelqê dinê de bi xizmetekî eqlî
cewamiranî wê insaniyeta xwe nîþanî dinê bidin.
3- Mîlliyetta me ye, ku meziyet û fezîlet daye me. Bab û kalên me bi van
qenciyan jiyane. Divê ku em jî karê xwe û bi hifza milliyeta xwe ruhê wan di
qebra wan de þad bikin
Piþtî wê sê dijminên me hene ku em tarûmar dikin.
Feqîrtiya çil hezar hemalê Stenbolê delîla wê ye.
Cehalet û bê xwendinî ye, ku ji hezaran yek ji me rojnaman nikare bixwûne,
delîla wê ye.
Dijminî û ixtîlaf e, ku ev edawet û quweta me wenda dike. Me musteheqê
terbiyê dike. Hukumet jî, ji bêinsafiya xwe zulmê li me dike. Ku we ev
bihîstin baþ bizanibin ku çara me ev: Pêwîste em sê þûrên almas bi destê xwe
bixin, da ku em her sê cewherên xwe ji destê xwe nekin. Di wê demê de emê
her sê dijminên xwe ji ser xwe rakin.
Yek ji wan þûran xwendina edalet û ilmê ye.
Yê duyemîn ittîfaq û muhubbeta milliye ye.
Yê sêyemîn ew e ku insan bi nefsa xwe karên xwe bike û mîna sefîlan ji
qudreta xelqê hêvî neke. Wê piþta xwe nede kesên biyanî.
Paþê xwendin, xwendin, xwendin û desthevgirtin, desthevgirtin,
desthevgirtin.
Molla Seîdê Kurdî
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|