|
Helwesta
Tanrikulu, pakêta Erdoganî pûç kir
MEDENÎ MARSIL
13.04.2008
Heyeta Saziyên Sivîl yên
Diyarbekirê ku ji 17 rêxistinan pêk dihat di 8ê Nîsana 2008ê de li paytaxta
Tirkiyeyê li Anqerê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê û serokê AKP Recep Tayyip
Edogan re hevdîtinek kir. Hevdîtin ji normê nezaketê derket bû ciyê heqaret
û rezaletê.
Piþtî ku heyet rapora xwe pêþkêþî Serokwezîr dike, di nava Erdogan û Serokê
Baroya Diyarbekir Sezgin tanrikulu de ev diyalog derbas dibe:
Serokê Baroya Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu dibêje: ”Hûn tenê qala tedbîrên
aborî dikin, lê mesele tenê ne aborî ye, aliyên wê yên siyasî jî hene.
Erdogan: ”Ez tenê bi çavên ekonomîk li meseleyê dinêrim, çi hebe bibêje.”
Tanrikulu dibêje: ”Ji aliyê siyasî mebesta min perwerdeya bi zimanê zikmakî
û di dahîreyên dewletê da xizmetwergirtina bi zimanê kurdî ye. ”
Erdogan, ji vê bersîva Tanrikulu jî xwe aciz dike û dibêje.
”Li tu dera dinyayê perwerdeya bi zimanê zikmakî tuneye. Min li Almanya ev
mesele tetkîk kir li wir tiþtekî wiha tuneye.”
Tanrikulu:
”Tirkên li Almanya û Kurdên li Tirkiyê ne di eynî pozîsyonê da ne.”
Erdogan: ” Tu derewan dikî, tu ne merivekî durust î."
Tanrikulu:
” Ez ne mecbûr im ku durustuya xwe bi hinekan bidim îspatkirin. Tu nikanî
heqaretê li min bikî.” û dû ra jî civînê terk dike.
Normal di welatên medenî de hevdîtin ji bona wê yekê tên kirin ku terefê ku
hatiye vexwendin li ser pirsên ku hene dîtinên xwe pêþkêþ dikin û terefê ku
heyetê qebûlkiriye jî dîtinên wan guhdarî dikin û li gora wê li çareseriyan
digerin.
Ji ber ku Tirkiye nasibê xwe ji vê yekî hilnegirtiye û însanên wê bi
kulturek hatine perwerdekirin, tahamûl û tloransa wan ji fikrên cûda re tune
ne. Û di berendametiya Yekîtiya Ewrûpayê de jî hin ew ev “kultura” xwe dewam
dikin.
Ecêbê binêre ku meriv hem heyetê qebûl bike û hem jî ji bona ku ew dîtinên
xwe pêþkêþ bikin meriv heqaretê li wan bike; ev bi gotineka sivîk bê
nezaketiyê heta ev hevdîtin di radaya serokwezîrtiya welatekî de be, îzehet
jê re tuneye û bi gotineka din neqebûlbar e. Ji xwe Serokê Baroya
Diyarbekirê Sezgîn Tanikulu wan gotinên giran yên Serkwezîrê Tirkiyeyê
Erdogan qebûl nekiriye û civînê terk kiriye û helwesteka maqûl nîþan daye.
Divê Erdogan ji vê helwesta Tanrikulu sûd werbigre da ku ew li hember
“hemwelatiyên” xwe zanibe çawa qise û tevger jî bike.
Lê eybêka mezin ew e ku ew heyeta ku bi Serokê Baroya Diyarbekir Sezgîn
Tanrikulu re bûne ku ew li hember gotinên Erdoganî laqayit mane û bi Sezgîn
re tevnegeriyane û di tavilê de terka civînê nekirine. Diviyabû heyet li
hember gotinên Erdogan rekasiyoneka muþterek nîþan bidana, hemû wek Sezgîn
terka civînê bikirana. Eþkereye ku pirsa kurdî û zimanê kurdî ne pirsa þexsî
yê Serokê Baroya Diyarbekirê ye, herweha pirsa wan berpirsiyarên saziyên din
yên heyetê ye jî.
Ji aliyê din ve jî werxuya ye ev heyet bi darê zorê neçûye Anqerê û bi
Tayyib Erdogan re hevdîtin nekiriye. Di amadakarina vê hevdîtinê de mebûsê
AKPê yê Diyarbekirê Abdurrahman Kurt û Wezîrê Erdogan yê ziraetê Mehdî Eken
ê ku ji Diyarbekirê ye pêþengî kirine û ew jî di hevdîtinê de amade bûne. Ew
wezîr û mebûsê AKP yê Diyarbekirê ku ew bûne navgîn ku rendewû ji Erdoganî
wegirtine û ev heqareta Erdoganî ku li hember Sezgînî kiriye eynî demê de li
hember wan e jî.
Êdî dem hatiye û derbas dibe ku divê "parlamenterên kurd" ku mafê kurdan
naparêzin û li ser navê kîjan partiyê dibe bila bibe bikevin parlamentoyê
divê meriv wan deþîfre bike, kurditiya wan îmtîxan bike; ji ber ku ew ketine
meclîsê û di meclîsê de dibin asteng û pêlêk ku pirsa kurdan neyê
çareserkirin. Çawa ku îro Serokê AKPê Erdogan ji bona raya giþtî ya
Tirkiyeyê û cîhanê bixapîne wan bi kar tîne û hema di her firsendê de dibêje
70 mebûsên min yên kurd hene ez herêmê temsîl dikim.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|