|
Gazî,
Narkoteror û Tek Turkiye qirêjiyên desthilatdariyê vediþêrin
ABDURRAHMAN GOK
14.03.2008
KWek tê zanîn çapemenî li ser raya
giþtî xwedî bandoreke mezin e. Beriya têlevizyon bên îcad kirin welatên wek
Amerîka, Almanya, Ýngilîzîstan û hwd. bi riya filmên sînemayê propaganda yên
xwe dikirin.
Mînak li Amerîka filmên ku netewê 'reþ' wek xizmetkar nîþan didan û her tim
li wan heqaret dihatin kirin li salonan dihatin leyistandin. Dîsa li Almanya
Hîtler ji bo ku hem îdeolojiya xwe belav bike û hem jî leþkerê xwe motîve
bike, filmên taybet di da çêkirin û li qerargahan digerand. Û bi riya wan
filman propagandaya nazîzmê dikir.
Piþtî ku televizyon îcad bûn û ketin jiyana herkesî hingavê karê
desthilatdaran jî hêsantir bû. Ji yek navendê fikrê xwe yî tevþo mevþo
digihîþtandin raya giþtî û bi wî hawayî ew dixistin bin bandora xwe. Bi van
propandayan hemû qrîz û polîtîkayên xwe yî qirêj jî vediþartin.
Mînak di salên 1990'an de Amerîka hema hema di temamê qenalê tiviyên xwe de
dest bi kurtefilmên ruhanî û dînî kir û di wa filman de peyama 'Ev qedera we
ye', 'Li halê xwe þikir bikin' hat dayin. Li Tirkiyeyê jî cara yekem di sala
1996'an de qenala Samanyolu bi kurtefilmê 'Deriyê siran' (Sirlar kapisi)
dest bi filmên bi vî rengî kir. Û ev format jî ji filmên ku misyonerên
Xirîstiyanan amade kiribû yê
bi navê 'Miracles and other wonders' (mûcîze û buyerên awarte yên din)
sitendibûn. Em dinihêrin di dema darbeya postmodern de hêdî hêdî bernameyê
bi vî rengî jî di medyayê de zêde bûn. Dema tirkiye kete qrîza aborî jî di
temamê tv'yan de ev bername dihatin weþandin. Di wê demê de dihat xwestin ku
dengê muxalif derneyên û herkes bê pasîfîze kirin û fikrê muxalîf jî bên
fetisandin. Wek her tim divê de jî desthilatdar bi serketin.
Werhasýl em li filmên ku divê demê de di tv'yên tirkan de tên nîþan dayin
dinihêrin bi rastî ew jî wek wan kurtefilmên ruhanî îthal in. Çawa Amerîka
di þerê Wîetnamê de têk çû lê bi filmên 'Rambo' xwe wek serketî nîþan da
îroj li Tirkiyeyê jî heman rê tê meþandin.
Pirsgirêka kurd ku bi îmha û
înkarê û bi rêxistinên ne ji rêzê çareser nekirin dixwazin bi hawakî
pisîkolojîk bi ser bikevin û çareser bikin. Bi filmên wek 'Gazî' dixwazin
qirêjiyên ku leþkeriyê kirine veþêrin. Bi filmên wek 'Tek Turkiye' heqaret
li kurdan dikin û wan wek bê mejî nîþan didin û bi yê 'Pars Narkoteror' jî
ew eroyîna ku bi wesayitê JÎTEM’ê heya stenbolê diçûn didin ji bîr kirin. Ma
heke na
îroj çiqas çeteyên ku dertên di nav de muheqek ji leþkeriyê çend kesên
sereke hene. Ger em ne ker bin em van jibîr nakin. Flîmê wek 'Kopru' ku
jiyana Waliyekî ku wî û burokrasiyê qet li hev nedikir jî birû anîn anîn ser
PKK'ê û Kurdan. Ji xwe ez bawerim ne hewceye ku em behsa filmê 'Ram(po)lat'
(Polat) jî bikin. Ku bi tena serê xwe û ekîba xwe çû heya Iraqê û heyfa
çewal 'sitend' hat.
Duvre hêrs bû û got 'Ne ez vê PKK'ê xilas bikim leþkerî nikare. Çawa min
heyfa çewal sitend divê ez vê heyfê jî hilînim' û berê xwe da serê çiya.
Ji bo ku yek u yek milîtanê PKK'ê
ji holê rabike hewlda da lê bêxwedîkmaya Serfermandariyê 'nehîþt'. Rebena jî
rabûn salek navber dan û pilanên nu amade kirin û cardin ketin 'newala
çeqalan' bi hêviya ku gel 'çeqaltiya' wan ji bîr bike. Belkî jî ji leþkeriyê
û burokrasiyê jî îcazet sitend û got 'Na xwe emê ser qirêjiyê we bigirin'
Werhasil-î kelam divê gelê kurd van bernameyên ku li wan heqaret dikin û bi
heysiyeta wan dileyizin temaþe nekin û di wan mekanên ku tên temaþekirin de
jî nesekinin. Divê dengê xwe li dijî wan rêzefilman jî bilind bikin. Divê ew
kurdê ku demekê hesretê sitiranê kurdî bûn dema di van rêzefilman de
sitiranên kurdî dîtin li wan amil nebin. Lewra pêþî sitiranan bi me didin
guhdar kirin û duvre jî
heqaret li me dikin. .
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|