|
Cerehata
kûr: Ergenekon
YAÞAR EROGLU
01.02.2008
Roj û hefteyên em tê de pir germ û dijwar derbas dibin. Mirov pê re nagihîne
ku kîjanê binivîse. Min hefteya borî li ser rapora veþartî ku di arþîva
Ecevît de derketibû nivîsî, heman rojê operasyona li dijî çeteya Ergenekon
kete rojevê, di heman demê de meseleya turbanê, lihevkirina MHP û AKP’ê,
meþa DTP’ê ji bo mertaliyê û mijar bi vî awayayî ketin pey hev.
Hefteya çûyî li hemberî Çeteyên dewletê operasyonek pêk hat. Bi wê re
çeteyeya Susurlukê, Þemzînanê, Atabey, Kuwayi Milliye û yên berê-niha
çeteyên din hatine bîra her kesî. Gelo çi qewimîbû û ev operasyona jî dê
biþibiya yên din?
Dewletê di navxweyî de biryarek da û ev operasyon pêk hat; yanî benê Velî
Kuçuk û hevalên wî hate kiþandin. Tu dibêjî bi destên xwe danîbin, yek bi
yek di þevekê de 30-40 kes hatin berhevkirin. Piþtî wê jî rêvebirên wê yên
dihatin zanîn di serî de Velî Kuçuk hatine girtin.
Daboriya Ergenekonê pir tarî ye. Li gorî pisporên mijarê ev çete Gladioya
milê Tirkiyeyê ye. NATO’yê dest avêtiye artêþa Tirkiyeyê, li dijî sîstema
Sovyetê û çepgirên sosyalîst ên tirk ev hêza para mîlîter ava kiriye. Salên
1970’an bi destê van hêzên para mîlîter hatiye kirin gola xwînê. Talat
Turhan behsa wê dike. Avnî Ozgurel dibêje ku îhtimaleke mezin bi destê
artêþê hatiye avakirin. Li gorî agahiya ku pê de diçe jî Musteþarê MÎT’ê
Fuat Dogu ava kiriye yan jî destê wî yekser tê de heye.
Piþtî darbeya 12’ê Îlonê nakokiyên Tirkiyeyê rû guhertin. Ergenekonê jî li
gorî van nakokiyan ango li gorî pêdiviyên dewletê xwe bi navên cur bi cur
nixumand. Bû TÎT, JÎTEM, Vatansever Subaylar, Kuvayi Milliye û hwd. Ekîba
Cem Ersever hate tasfiyekirin, cihê wê ya Mehmet Agar- Îbrahîm Þahîn hate
ser kar, qezaya Susurlukê ew bi tevî Abdullah Çatli têk birin. Piþtî wan jî
Ergenekonê xwe bi Atabeyan, bi Kuvayi Milliye, bi generalên teqawit li ser
kar girt. ji ber ku Ergenekon damareke eslî ya veþartî ya dewlet û artêþê
bû.
Bi xêra vê opersyonê bûyera Hrant Dînk, Bombeya Koþuyolu Parki ya Amedê,
bûyera Meletiyê ya li dijî mîsyoneran û pir bûyerên din aþkare bûn. Navenda
Ergenekonê digihîje ku di serê her kesî de fikrek zelal bû. Ew ji bin
kontrolê derketibûn. Dewletê ev xetereya dît û bê tesîr kirin. Pêþî li hin
zirarên mezin ji bo xwe girt. Xwest ku xwîna damaran dixitimîne nû bike, bi
anjiyo damarên xwe vekir. Dewlet bi tevî wan rizyaye. Ew nebûya mimkûn bû ku
li pir cihan li serê dewletê de bi teqiyana. Wêga dê çawa pêþî li cerahatê
bigirtana? Piþtî Þemzînan dewletê ev yek nikaribû rakira.
Niha Buyukanit derdikeve pêþ çapemeniyê dibêje, “Artêþ ne rêxistina sûc e.”
Çi wî dide axaftin? Gelo rast e?
Aþkere ye metirsî û endîþeyek heye. Jixwe wê metirsiyê ev encam derxist
holê. Em binêrin ev gotina Buyukanit rast e yan na? Navê Dogan Gureþ bi
hezaran operasyonan derbas bû. Ew Kî bû? Serfermandar… Þener Eruygur û
hevalên wî amadekarê darbeya Sari Kizê, Hasan Kundakçi, Velî Kuçuk generalên
berê, endamên çeteya dawî, Fîkrî Karadag albayê berê. Ev ên derketine holê
ne. Hê kesî ji bîr nekiriye ku bi îdanameya Ferhat Sarikaya Yaþar Buyukanit
bi xwe jî hatibû sûcdarkirin. Li gorî kovara Tempoyê komek jî heye bi
navê‘Encümen-i Daniþ’ mêjitiya van karên derqanûnî dike. Lê ew xizmeteke
welat û dewletê dibînin. Çi dibêjiin? Dibêjin, “ji jêr heta jor agahiyên xam
têne destên me û em li ser van analîzan dikin. Di nav de heta serokkomar û
serokwezîr hene weke pêdivî dibînin em bi awayê raporê pêþkêþî wan dikin.”
Yên ku serûber raporê jê re
diþînin kî ne? Her hal ev çete jî hene û aqilmendiyê ji wan jî digirin.
Naxwe dewlet çima heye? Karê dewletê çi ye, MGK’yek jî ji wan pêk tê? Ew kî
ne; Necdet Urug, Ýsmaîl Hakki Karadayi, Atilla Ateþ, Ahmet Çörekçi, Bülent
Ulusu, Aytaç Yalman, giþt jî serfermandar, generalên milên artêþê bejayî,
hewayî û cendirme û generalên mezin ên din in. Generalên artêþê dema teqawit
dibin jî dibin dewleteke kûr û li ber milê ya aþkera disekinin. Rastî ew e
yên heta qirikê ketine nav sûc endamê artêþê ne. Ev rastî, Buyukanit
piþtrast nakin.
Dîsa di dawiya vê nivîsê de, ez agahiyên çapemeniyê pê hesiyam ku arþîva
winda ya Cem Erseverê ku avakarê JÎTEM’ê bû û bi awayekî nepenî hate kuþtin
li mala Velî Kuçuk ji aliyê tîmên polîsan ve hatine desteserkirin û ket nav
dosyaya dozgeriyê. Ne tenê ew qas; belgeyên deþîfre dikin ku Ugur Mumcu ji
aliyê MÎT’ê ve hatiye kuþtin li ser serdarê leþkerî, quncik nivîs û
rojnameger Zekeriya Ozturk derketine. Hûn dibînin kevirê kiþikê(satrancê)
çiqas profesyonel hatine danîn û ev bûyer çiqas berfireh e. Ergenekon
cerehateke wisa kûr e ku çiqas der bibe jî hê nikarin bigihîjin binê wê.
Her çiqas çapemeniya tirk çete bi navê “rêxistina terorê” îlan kir û general
û payebilindên dewletê yên berê hatin girtin jî, ji ber vê yekê ye, ji binî
ve tasfiyekerina Ergenekonê xeyal e. Hikûmet, dewlet û artêþ adaptosyona wê
li gorî þertên rojane pêk tînin. Ji bo ku çete ji binî ve têk biçe, divê
îradeyeke gelekî xurt hebe. Encax ên ku ew ava kirine yan jî îradeya gel
bixwe bikaribe tasfiye bike. Her du jî îro ne amade ne.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|