|
Gelo
çima navên me guhertin
LALEÞ WEZRÎNÎ
„Piþtî pêþpirsnameya ku birêz
Hasîp Kaplan da meclîsê ku navê herêm û gundên me pir bi zanebûn û bi
þeytaniyeke bozbeyarî hatine guherandin xist rojeva çapemenî û hibiralêsan,
êdî her roj li ser vê mijarê nivîsek tê nivîsandin.
Bi rastî mijareke ku gelekî dereng jî maye. Lê belkî heta niha derfeta ku
doz bikin û bibêjin heyra bo çi ew navên ku bapîr û dapîrên me li cih û
warên me, li gund û bajarên me kiribûn we guhertin? Birastî birêz Hasîp
Kaplan tilha xwe danî ser kuwînêrek a ku bi salan hilgirtî mabû. Ez dizanim
dema ev kuwînêr bê teqandin-derkirin dê dil û kezebên gelek fêlbazan jan pê
keve, lê ez ê jî hinekî tujikê xwe din bin re rakim.
Tenê behsa guhertina navê gundan tê kirin. Kes nabêje armanca wan çi bû ku
nav guhertin.
Armanca guherandina gund, bajar, cih û warên kurdan çi bû, ez ê jî li gorî
zanîn û fikra xwe þîrove bikim.
Bê guman sedema herî bingehîn nefî û koçberî ne. Bi taybetî kurd her tim bi
nefî û koçberiyan re rû bi rû mane. Eþîr ji hev du veqetiyane, neçar mane ku
beþek biçe herêmeke din. Her wiha bavik, êl, eþîr neçar diman ku ji ber
setema bozbeyariyan her yek bi aliyekî welat ve nefî bibe. Û bozbeyariyan
wek noka tu li kêvir bidî, her yek ji wan bi hêlekî welatê bêwêrt ve koçber
kirine. Ew jî ne bes bû, dilê bozbeyariyan bi vê terteleyê jî rihet nebû,
îcar jî li dû þopa wan þopandin ka çawa dijîn. Çawa dijîn, rewþa wan çi ye,
jiyaneke kurdewar dijîn an jî hinekî hiþê wan hatiye serê wan. Bi “birayên
xwe” re kelijîne yan na…
Lê kurd asî ne, serhiþk in, zû bi zû bi neyarê xwe ve nakelijin, xwîna wan
li wan nakele; cihê ku biçin ger ev war li serê heft çiyan be jî dê navên
warên ku jê bar kirine-neçar mane ku jê bar bikin bidin, cihê ku konê xwe tê
de vedane.
Mînak; eþîra Muqrî-Muqriyanî li Rojhilata Kurdistanê ye. Di demên berê de ji
ber pesta bozbeyariyan û ya Lawê Fêro ji hev zerziliye û mîna nohka li kevir
bidî tert û belav bûye. Baskek ji vê eþîrê hatiye li derdora Midyadê
niþtecih bûye, gundek ava kiriye û navê eþîra xwe lê daniye. Navê vî gundî
Miqrê ye, di navbera Midyad, Nisêbîn û Hezexê de ye….
Yekî din, îhtîmalek a herî mezin di salên 1071 û virdetir bozbeyarî-tirk
destên xwe yên qirêj xistin nav dewleta Merwaniyan û bira li ber birê
rakirin, berdan hev du û di encamê de ew dewlet hatiye ruxandin û ew jî mîna
Muqriyaniyan ji hev belav bûn, beþek ji wan çûn di keleha ku îro navê gundê
ku dawî di binê quntara kelehê de ava kirine û navê wî danîne Merwaniyê de
xwe parastine. Erê, Merwaniyê jî di navbera Heskîfê, Kercewsê de ye û ez
bawer im tu kesî Merwanî belkî nizane ku ew ji ezbeta Merwaniyan e…
Dîsa eþîra ‘Etmana-‘Etmanka heye. Ev eþîr jî bingeha wê li Rojhilata
Kurdistanê ye. Ew jî wek bi sedan eþîr û xanedanan ji ber pesta setema
bozbeyariyan, an jî farisan koçber bûye û li her çar hêlên welêt belav bûye.
Baskek wî bi hêla Merdînê ve teriqiye, yê din hinek li derdora Bedlîs Mutka,
Hezo niþtecih bûye, yê dinê jî heya Meletê pijiqiye. Niha li Meletê bi navê
Etma hem gund heye, hem jî bi dehan gundên Etmanan hene…
Mînaka çarem jî eþîra Sûrçî ye. Eþîra Sûrçî bingeha wê li Baþûrê Kurdistanê
ye. Ew jî ji heman setem û hovîtiyan koçber bûne û niha baskekî wê eþîrê jî
li derdora Stewra Merdînê ye. Her çendî ji wan re Surgûçû bê gotin an jî
gotine lê ew ji eþîra Sûrçî ne…
Îca ez ê pirsekê ji xwendevanan bikim. Gelo ji bo çi navê gundên me
guhertin? Çima navê Merwaniyê veguherandin (Ýrmakli) ez navê Miqrê û ‘Etma
ya Meletê nizanim ka ew kirine çi. Bi sedan mînakên van dikarim bidim, lê ji
bo feraseta wan a qirêj bê fêmkirin ev bes in. Kurdên reben ji bo ku navê
eþîr, gund û herêmên wan winda nebin, navê eþîr, gund û herêmên xwe bi xwe
re birin û deþt û çiyayê ku tê de niþtecih dibûn ew nav li wan warên xwe yên
nû dikirin. Lê feraseta xwînxwar ji bo ku tu car û tu deman ev kes, eþîr bi
ser hev du ve nebin, ji ber hev winda bibin, yekî Muqrî bê hemd neyê rastî
Miqriyên Midyadê neyê, Surçî bi ser Sûrgûçiyên Stewrê ve nebin, ‘Etmankî
dema werin li pismamên xwe bigerin bi ser ‘Etmankiyên Omeriyan, ên Meletê ve
nebin û hew xwe li hev û din nedin hev, komikan çênekin, birêxistin nebin
navê gund û herêmên wan guherandin. Wan digot dema hinek ji wan bêtin û
bipirsin dê rastî pismamên xwe yên biþaftî werin ên ku navên gundên wan bûne
Bayrakli, Turkalý, Irmaklý Bayýrlý Bozbezli û her wekî din …
Tiþtekî hê balkêþtir jî deranîna zagona paþnavan e. Feraseta derxistina
paþnavan jî heman feraseta guherandina navê gund û herêman e; belkî hîn jî
kambaxtir e.
Mînak; berî derêxistina zagona paþnavan her beþên civakê bi navê eþîra xwe,
bi navê bavikê xwe dihatin zanîn. Dema hewarek dadiket çi li hember dewletê,
çi jî li hember eþîrên dijber, yek radibû dengê xwe li eþîra xwe yan jî
bavikê xwe dikira “Rabin ser xwe Heverkîno îro Hevêrkaniye” dema wisa
bigotana, eþîra Heverkiyan hemû ji koç û mal dest diavêtin tiving û rext û
xencerên xwe û bi yek carê amade dibûn. Lê mixabin bi derketina zagona
paþnavan re eþîr, bavik ji hev parçe parçe bûn. Belkî hûn bibêjin çawa? Ez ê
niha ji we re bêjim. Mînak; Ez Wezrînî me. Wezrîn baskekî Aþîta ye ku pir ji
kevn ve ji eþîrê qetiya ye û ji hezar salî zêde ye ku ev gund ava ye. Du
bask e ev gund.
Mala Hisên û mala Qaso yan jî
Þehlî. Gundekî serbixwe bû Wezrîn. Di navbera çar eþîran de serxwebûna xwe
diparast. Dema þerê wan û yekê ji van eþîran derketa ji civandina wan re yek
gotin bes bû. “ Rabin ser xwe Hisênkîno, dest bavêjin çapiliyan..” Tenê bes
bû ku hemû Hisênkî di çend kêliyan de li hev biciviyana…
Lê piþtî ku paþnav bi wan ve zeliqandin tenê Hisênkî bûne 30-40 parçeyî. Û
ya herî mixabe, tenê yên ku paþnavên wan yek in, xwe xizm û pismamê hev du
dihesibînin. Li ser vê yekê ez ê mînakeke pir balkêþ ji we re binivîsim û
dawî li vê mijarê bînim.
Di salên 1965’an de dibistaneke ku ji sac ango baraka ku jê re dibêjin li
gundê me yê nû Difnê çêkiribûn. Mala Xwedê ava wê çaxê em ji çaxê mektebê
derbas bûbûn, me zêde di berqefaka xwe de nebiþavtin. Birayê min, kurmamê
min û keçpismama bavê min bi hev re diçûn dibistanê. Keçmama min Wesfiye ji
bavê xwe tenê ew keç bû, zarokên mektebê li Wesfiyayê dixin, bela xwe tê
didin, dijûna jê re dibêjin lê ne birayê min, ne jî kurmamê min lê xwedî
dernayên. Rehmetiyê bavê min jî ji dûr ve li vê rewþê temaþe dike.
Piþtî ku zarok têne malê bi birê
min û birazê xwe de hêrs dibe; “ Kuro bênamûsno, çima zarokan li dotmama we
dide û we dengê xwe nekir?” Çi bêjin baþ e ev her du zarok hûn dizanin?
“Bîze ne, o Yaman’dir, bîzîmkî Akdag’dir niye kariþalim” (Ji me re çi,
paþnavê wê Yaman e, ê me Akdag e. Çima em ê ser re werin”. Lewre di malbata
me de 30-40 paþnav hebûn. Baþ tê bîra min bavê min ji vê yekê pir hêrs bûbû
hema bêje li ser vê yekê ders dida me û dijûnî vê feraseta xasûkî ya qirêj
dikirin… Bi vê mijarê ve girêdayî dixwazim xasûkiyek bozbeyariyan a ku li
ser goristana qedîm a ku jê re goristana Mecûsiyan dihat gotin pêk anîn
vebêjim. Ev goristan li Heskîfê bû.
Sal 1968 bû, ez bawer im. Pira Heskîfê a nû ku inþaeta wê qediya bû, plana
riya ku dê biçûya Kercews û Midyadê di nav wê goristana qedîm re derbas
dikirin. Jixwe berî ku pir çêbe plana ku rê di nav goristanê derbas bikin,
hatibû xêzkirin. Ew jî ne bes bû, ji niþka ve serokwezîrê Tirkiyeyê yê
humanîst û ê xoþewîst fermanekê derdixe ku ha hakê ji gelê Heskîfê yên di
wan þikevtên kevnare de dijiyan re xaniyên “hemdemî” çêbikin. Dê 245 xaniyên
belaþ ji welatî û “birayên” xwe yên heskîfî re çêbikirana. Qaþo li erdekî
rast ku bikariya 140 xaniyan tê de çêkin digeriyan. Lê ew ger û lêkolîn jî
xasûkiyeke ji ya bozberiyan bû. Lewra ji zû ve cihê ku wan xaniyên wek
qinikên mirîþkan li ser çêkiran hatibû diyar kirin. Ew jî ser wê goristana
qedîm bû. Gorê Kurdistanê hemû çêkirîbûn. Kêlê goran metreyek bilind û
neqiþandî bûn. Kêla bênivîs hema bêje tunebû.
Li ser gelek kêlikan sembola rojê
hebû. Lê me belengazên xwedê, hay ji van nivîs û dawera rojê tunebûn. Qaþo
zanyarên me Mecûsî jî kafir dizanibûn û wisa hînî me kiribûn. Ji xwe dayik û
bavên me ji zû ve bûbûn korê zanyariyê. Her wiha mîzkirina bi wan kêlikan ve
xêr bû li gor “zanyarên” me. Lê bozbeyariyan wateya wan kêlên bi dawerên
rojê ji zû ve dizanîbûn. Ditirsiyan ku zarokên kurdan di pêþorejê de
bixwînin û ew jî bi wateya wan nivîs û daweran bihesin. Lewra dîroka kurdan
di wir de veþartî bû. Ji ber wê yekê bi lez û bez dozerê xwe berdan ser û
her der sererast kiribûn. Ew kêlên ku her yek ji wan dîrokçeyek bû, hûr û
hela kiribûn û xistibûn riknê wan xanîkên weke koxikan. Xwezî xanîbûna jî.
Ez ber wê jî nakevim, bêedebî û bêsinciya herî mezin bozbeyariyan çalên
mitêvskên( tuwalet) wan xaniyan bi destên kurdan li ser gorên bapîrên me dan
kolandin û bi me bixwe rojê sê caran bi gora pêþiyê me de dane kirin. Ango
me xwe bi xwe bi gora pêþiyê xwe ve dikir. Gelo bêsincîtiyeke wiha di
dinyayê de hatiye dîtin?
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|