|
Bangek
ji bo þaredar û karsazên xwedî wijdan
QAHIR BATEYÎ
01.02.2008
Wêjeya devkî di jiyana gelan de roleke mezin dilîze. Her miletek xwedî
wêjeyeke devkî ya giran buha ye. Wêjeya devkî ya gelek miletan ji ya gelekan
dewlemendtir e. Lê mirov dikare bibêje ku her miletek xwedî wêjeya devkî ye.
Li gorî her miletekî wêjeya wî li cem wî bi qedr û qîmet e. Þiklê jiyana
miletekî di wêjeya wî ya devkî de veþartiye. Lê mirov nikare bibêje her
miletekî girîngiya wêjeya xwe ya devkî zaniye û li gorî girîngiya wê qedr û
qîmet dayê. Miletên ku qedrê wê zanîne bi sedan salan berê wêjeya xwe ya
devkî berhev kirine, ew nivîsandine, wêjeya wan a nivîskî jî li ser wêjeya
devkî pêþketiye.
Ew milet îro jî miletên pêþketî
ne. Ji miletên ku (belkî jî tekane milet e) girîngiya wêjeya xwe ya devkî
nezaniye, qedr û qîmeta wê negirtiye miletê kurd e. Gelê kurd hê jî wêjeya
xwe ya devkî berhev nekiriye. Dibe ku îmkan û derfetên kurdan zêde
çênebûbin. Ev rastiyek e. Lê mixabin dema ku îmkan û derfetên wan çêbûne jî
ev yek nekirine. Ji ber vê yekê ez ji îmkan û derfetan bêtir bi feraset û
zanînê ve girêdidim. Di salên 60-80’yan de þoreþgerên kurd diketin pey bê ka
Lenîn li Moskovayê çi kiriye, ka Mao li Çînê, Fîdel Kastro li Kubayê çi
kiriye... Li ser van yekan gelek serê xwe diêþandin.
Lê belê li ser girîngiya ziman, li
ser wêjeya devkî û çanda kurdî serê xwe nediêþandin. Îro jî heman tiþt e.
Heke ku yek rabe bibêje îro îmkan û derfetên kurdan nîn in ku wêjeya xwe ya
devkî berhev bikin, ez ê bibêjim ev yek dereweke bi qasî çiyayekî mezin e.
Îro hem di warê kadroyan de hem jî di warê derfetên aborî de îmkan hene ku
kurd wêjeya xwe ya devkî berhev bikin. Mesele ne îmkan û derfet in, mesele
feraset û zanebûn e. Mesele nîþandayîna qedr û qîmeta wêjeya devkî ye. Dema
ku di ferasetê de ev yek nebe, zanebûna girîngiya wêjeya devkî nebe, çiqas
îmkan û derfet hebin jî nayê berhevkirin. Îro bêþansiyeke gelê kurd a mezin
heye. Yên ku zanebûna vê yekê de ne û dixwazin wêjeya kurdî ya devkî berhev
bikin, yanî ji mirinê rizgar bikin bê îmkan û derfet in.
Îmkan û derfet di destê wan de nîn
in. Yên ku îmkan û derfet di destê wan de ne jî di hiþê wan de berhevkirina
wêjeya kurdî ya devkî, girîngî û qedr û qîmeta wê nîn e. Ji ber vê yekê îro
her kalekî çîrokbêj, her dengbêjek dema ku dimire bi xwe re gencîneyeke
wêjeya kurdî ya devkî dibe gorê. Îro 56 þaredariyên kurdan hene. Yê ku
bibêje þaredariyên kurd nikarin piþtgiriya vî karî bikin rast nabêje.
Þaredariyên kurd dikarin hem bi îmkanên xwe hem jî bi projeyan piþtgiriya vî
karî bikin. Lê belê nakin. Sedem jî ew e ku ne xwedî vê ferasetê ne, ne jî
xwedî vê zanebûnê ne. Em ê bêjin karsazên kurd piþtgirî nakin, di feraseta
wan de tiþtekî wisa nîn e, zanebûna vî karî de nîn in, lê gelo mirov ji bo
þaredarên kurd çi bibêje?! Ew çima piþtgiriya vî karî nakin!?
Me wekî Komeleya Parastin û Pêþvebirina Zimanê Kurdî ya Þaxa Wanê (KURDÎ
DER) þeþ-heft meh berî niha ji bo berhevkirina wêjeya kurdî ya devkî
projeyek amade kir. Çend mehan em li dû vê projeyê bûn, ji karsazên kurdan
bigire heta þaredariyan, ji hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bigre heta
nizanim ku derê cih nema me serî lê neda. Lê mixabin tevî ku yek-du cihan
soz jî dabûn, lê belê heta îro kesekî sozên xwe pêk neanîn. Em anîn û birin.
Herî dawî karsazekî tirk beþeke
projeyê destek kir. Lê beþeke biçûk. Bi vê alîkariyê re îmkaneke biçûk jî
be, ket destê me ku em vî karî bikin. Me ev xebata berhevkirina wêjeya kurdî
ku ji dengbêj, çîrokbêj û govendên herêmê, yanî çîrok, stranên herêmê,
govendên herêmê, dîsa gotinên pêþiyan, biwej, werhasil hemû wêjeya devkî di
nav de me li Colemêrg û navçeyên wê da destpêkirin. Di projeya me de bi 75
dengbêj û çîrokbêjan re 300 saet qeyd hebû. Lê dema ku me demekê ev xebat
meþand me dît ku hejmara dengbêj û çîrokbêjên me dê gelek zêdetir bibe, her
wiha 300 saet qeyda me dê herî kêm bibe 600-700 saet. Dibe ku gelek zêdetir
jî bibe. Jixwe nîþaneyên vê yekê jî hene. Me li gundekî çîrokên çîrokbêjekî
qeyd kirin. Sê-çar rojan me qeyd kirin, paþî behsa çîrokekê kir. Navê çîroka
wî “Elif û Leyla” ye. Ev çîrok 366 taye, yanî 366 çîrok e. Her þevekê tayek,
yanî beþek hatiye gotin. Her þevekê beþa “Jina xirab” þevekê jî ya “Jina
baþ” hatiye gotin. Heman çîrokbêj dîsa 40 çîrokên Rustem dibêje. Ji bilî van
bi sedan çîrokên din. Dîsa dengbêjekî li gundekî (piraniya gundiyan dengbêj
in) behsa 600 stranan yên gundê wî bixwe dikir. Me 60 stran jê qeyd kirin ku
her 60 jî yên gundê wî bixwe bûn û li dereke din nayên gotin. Û gelek
mînakên din.
Îcar dema ku em li van yekan dinêrin em dibînin ku 300 saet qeyda ku me plan
kiriye dê bibe du qat û sê qat.
Me heta niha ev xebat heta astekê aniye. Ev xebata me berdewam e. Lê belê bi
îmkanên ku me bi dest xistine ev xebat naçe serî. Yanî li gorî ku em
dixwazin dê pêk neyê. Ji ber vê yekê, di serî de þaredarên kurd, em bang li
hemû karsazên xwedî wijdan û hezkiriyên wêje, ziman û çanda kurdî dikin da
ku piþtgiriya me bikin.
Zimanê me, wêjeya me ya devkî
gelek dewlemend e, ew gencîneyeke ji bo me, bila ew dewlendî, ew gencîneya
me winda nebe. Werin em dest bidin destê hev û vê gencîneya xwe ji mirinê
rizgar bikin. Bêguman her kesek dikare li gorî îmkanên xwe alîkariyekê bike.
Standina sed kasetên kamerayê jî dike sed saet qeyd, yanî sedan çîrok û
stranan ji mirinê xilas dike. Baþ bizanibin ku alîkariyeke herî biçûk
gencîneyeke herî mezin diparêze.
qahirbateyi@hotmail.com
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|