|
Arnawûd
û Kurd
MEDENÎ MARSIL
20.02.2008
Kurd û arnawûd. Du miletê
misilman; yek li Rojava yê din jî li Rojhilat di bin nîrê Osmaniyan de man.
Arnawûdî bi Osmaniyan ve têkil hev bûn, kurd îzafî otonom. Di Împeratoriya
Osmaniyan de yên ku birêvebiriya karê dewletê dikirin wezirî- azam bûn û
teqribên ji wan 35 kes arnawûdî bûn. Yê herî naskirî Damat Ferit Paþa bû.
Ne tenê wezîrî-azam, gelek edib,
þaîr û alimên ku di dewra xwe de rol lîstin bi eslê xwe arnawûd in. Ku meriv
ji wan çend kesan dest nîþan bike; Mehmed Akifê ku sirûda milî ya Tirkan
nivîsandiye, Þemseddîn Samî yê ku Qamûsî Tirkî nivîsandiye û Ali Samî Yên ku
kurê Þemseddîn Samî ye ew ji yek ji listîkvanê Kuluba Sporê yê Galata Saray
û her weha yek jî danerê wê bû.
Arnawûd ne tenê di birêvebirina dewleta Osmaniyan de rol stendin her weha di
damezirandina Cemiyeta Îtihad û Terakî de jî ew kurd bi hev re bûn. Ji
danerê wê Ibrahim Temo arnawûd, Ishak Sikûtî û Abdulah Cewdet kurd bûn. Ew
ne tenê rêxistina ku li ser himên îdeolojiya ”îslamî-turkiçiyetî” de
dixwestin sîstemeka nû ava bikin, herweha arnawûd bûn sebeb ku ev îdeolojî
di jiyanê de realîze jî nebe. Di sala 1912 de di þerê Balkanê de veqetandina
arnawûdiyan ji Împaratoriyê darbeyak mezin li vê îdeolojiyê xist û lingê wê
yê "îslamî" xist xeterê. Dawiyê Ereb jî ji Osmaniyan veqetiyan û dewleta xwe
ava kirin. Bi vê hawayî bi temamî lingê îslamî ya îdeolojiya Îtîhad û Terakî
”þikiya”. Kurdê Diyarbekirê Ziya Gokalp gihaþt hawara Itihad û Terakiyan û
bi îdeolojiya Turanizmê/Turkçitiyê berê wan da asoyeka din da ku ew li ser
vê îdeolojiyê neteweya xwe û dewleta xwe ava bikin. Lê Mistafa Kemal di
avakirina dewleta Tirk de dîsa li ser navê ”biratiya îslamê” kurdan xapand û
dewleta tirk ava kir; piþtî avakirina dewleta xwe ew li hember kurdan
siyaseta înkar, îmha û asimlasiyonê bi kar anî û 85 sal in jî ev siyaset dom
dike.
Herçiqas di 1912 de arnawûdî ji bin nîrê osmaniyan derket û dewleta xwe
avakir jî lê arnawûd li Sirbistanê-Kosova, li Mekedonyayê li Karadaxê jî
hebûn. Ew jî wek kurdan li Balkanê di nav çend dewletan de ne.
Arnawûdên Kosovayê di 17.02.2008ê piþtî têkoþîneka bi êþ gihaþt armanca xwe
û dewleta xwe ya serbixwe bi yek alî îlan kirin, bêyî ku ”efendiyê” wê
Sirbistan nas bike. Ev bûyer di siyaset û hiqûqa navneteweyî de emsaleka nû
ye. Emsaleka nû ye ku ew dewletên ku pirsa neteweyî û kêmneteweyî di hundirê
sînorên wan de hene îtîraza xwe ji dewletbûna Kosovayê re bilind kirin.
Tirsa wan ew e ku netewe/kêmneteweyên ku ew hakimê wan in ew ji vê emsalê
sûd werbigrin. Ev emsal di hiqûqa nevneteweyî de bûyereka nû ye, li gor
hiqûqa navteweyî Kosova parçeyek ji Sirbistanê bû û jê veqetiya û Sirbistan
vê veqetandina wê qebûl nake. Bi îlankirina dewleta xwe Kosova hikûmranîya û
hiqûqa Miletên Yekbûyî ku guhertina sînoran red dikir jî ji navê rakir.
Dîrokeka dirêj a Arnawûdên Kosovayê heye; ji ber cografyaya wan a stratejîk
demek dirêj di bin nîrê Osamiyan de ma û hatin asîmle kirin. Dînê wan jî hat
guhartin. Þerê Kosovayê di dîroka Osmaniyan de ciyek girîng distîne. Her
weha di dema kraliya Yogoslavyayê û Federasyona Yogoslavyayê de jî Kosova ku
di nav ”axa” Sirbistanê de ma xwe bi têkoþîna xwe kir rojevê. Wexta piþtî
Þerê Cihanê yê Duyem Yogoslavya sîstemeka Sosyalîst a Federe ava kir Kosova
ne wek komarek federal a wek ”heremek otonom” hat qebûl kirin û mafê wan yê
demokratîk û neteweyî bi hiqûqî hat pejirandin. Ew mafê xwe yê otonom pêþve
birin û hin zêdetir azadî daxwaz kirin. Wexta Federasyona Yogoslavyayê parçe
bû û komarên din yên federasyonê dewletên xwe ava kirin, êdî Kosova tenê di
bin destê Sirbistanê de ma.
Ji xwe tiþtekî ne tabîî bû ku Kosova di bin destê Sirbistanê de bû, lê
þertên dîrokî û siyasî wê mecbûr kiribû ku ew bi ”qedera” xwe razî bibe. Ji
xwe ew komarên ku bi hev re Federasyona Yogoslavyayê ava kirbûn hemû jî
Slavî bûn, yê ne Silav arnawûdên Kosovayê bûn ku di hundirê herêma xwe ya
otonom de sedî 90 nifûsê teþqîl dikirin. Piþtî ku ev komarên Slavî di
hundirê Federasyonêkê de li hev nekirin û her yek dewleta xwe ava kir, dê
neheqîyeka mezin bûna ku Kosova di bin nîrê Sirbistanê de bimana. Lê Sirb
hewildanên wan yên zêdetir azadî qebûl nedikir û di dawiya salên 90î de
þerekî dijwar li hember wan meþandin. NATO belkî jî di dîroka xwe de
biryareka li derveyî prensibên xwe girt û hêzên xwe li derveyî dewleteka
endama xwe þand Kosovayê û li wê bi cî kir û li hember erîþên Sirban
Kosovayê parast. DYA, NATO û YE di bin seroktiya Haþim Tacî de UCK
damezirandin. Haþim Tacî piþtî þer partiya xwe damezirand û di encama
hilbijartinê de bi ser ket û bû serokwezîr. Bi dengê parlamentoya xwe Kosova
biryara xwe da û duweroja xwe xist destê xwe. Bi vê awayî Dewleta 49em a
Ewrûpayê û 194ê ya Neteweyên Yekbûyî ava bû.
Nenêrîn, dewletên ku îro Kosovayê nas nakin ew ê jî sibê wê nas bikin û
Kosowo dê di demek kin de belkî bi Arnawûdê re bibe yek û bibe endama YE jî.
Ji xwe piþtgiriya dewletên NATO, DYA û YE nebûna Kosova tu carî nedihat
radaya avakirina dewletê.
Rewþa baþûrê welêt hinek diþibe a arnawûdên Kosovayê. Ew jî gav bi gav
destkeftiyên xwe yên ku din þemsiyeya parastina Hêza ”çakûç” de bi dest
xistin pêþve birin, berê bi otonomî dawî bi federasyonê, nuha jî rewþeka ji
federasyonê zêdetir peyda bûye. Lê ferq ew e ku ew þirîkê hukmeta merkezî ya
Iraqê ne jî. Ev rewþ heta kîngê dom bike ne diyar e!?
De em bahsa bakurê welêtê xwe nekin çitaya daxwazên ku me di salên 70yî de
dabû pêþiya xwe ew çita daketiye herî jêr û ber bi ji ortê rabûnê ve diçe
Ne tenê muþterekiya dîrokî ya arnawûd û kurdan, herweha di qerekterê wan de
jî xetên muþterek hene. Arnawûd jî miletekî ser hiþk û bi înad in. Lê
taybemendiyeka wan heye ku ew li ber kurdên bakur tuneye ew jî ew e ku ew
zêdetir ji ziman û kultura xwe û nirxên xwe yî neteweyî xwedî derdikevin. Di
salên 90î de di bin bomberana Sirban de arnawûdî di kadîn û axurên Kosovayê
de bi zimanê xwe perwerdeya xwe dikirin.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|