|
Adara
xemgîn û rengîn
FAHRÎ KARAKOYUNLU
16.03.2008
Di dîrok û jîyana gelan de
teybetmendîya hinek dem û rojan hene. Lê bi ya min di dîroka tu milletekî de
wek heyva Adarê ji bo Kurda evqas bi naverokek dirokî, civakî, xwezaî,
gelêrî wê tunebe. Di vê heyvê de, wek tê zanîn ku, ji xwzaî heta cývak, xwe
amadeyî rojek nû, demek xweþ, rojek þadî, serfirazî û jîyanek bi rûmet dike.
Ji ber van teybetmendîya, Kurd, di vê heyvê de dem bý dem dý nav xemgînîye
de, din nav xweþî ye de, din nav ceng û hawarê de, din nav evîn û hêvîye de
ne. Ew dizanin ku li pê van rojên reþ û tarî, li pê serma û seqemê, li pê
ihanet û zilmê, roja xweþ, roja nû, roja azadîyê, roja NEWROZÊ heye.
Ber zainê 612 ya ku roja zilma Asûrîya li ser gelê Kurd û gelê rojhlata
navîn rabû û roja azadîyê roja þadîyê NEWROZ hate pîrozkirin þûnde, di
sedsala dawî de bûyerên ku hatîye serê gelê Kurd, bi rastî di meha adarê de
ye. Lê bi van rojên reþ û tarî, rojên bêbext û xayin be jî, gel tum hêvî
dike ku van rojên bêbext û rojên reþ dê rabe û wê xwe bigihîne Newrozê û wê
xwe di newrozê de pîroz bike. Bi hêvî ye ku di vê rojêde bigîhîje dýlê xort
û qîza, dilê dayik û bava, bigihîje mîjo û zimanê zarokan û xwen û xeyalan.
Dûre hewl bide xwe bigihije bahr û çeman, bigihîje deþt û zozan û çîyan…
Bawerî û Berxwedan
“ …ew roj baþ tê bîra min, wek agir bi Mûsûlê keti bû. Em ewilî bi çol û
çîyan de revya bûn, dûre ez û çend hevalên xwe, ji bo termê birayê(kek) xwe
bibînin em ketin nav qelabalixê…..
Wê demê ez 10-12 salî bûm…..di wê rewþê de min termê kekê xwe dît.Li dergehê
Mûsûlê dardakirî…
Cendekê wîyê dardakirî qet li ber çavê min ne diçû. Bi wî mîjîtîya zarotîyê
min ji xwere got “þûna ku mirov dý destê walîkî zalim de wisa bê dardakirin
de, li çîyan, li daristanan de bibe xwarina gura, bête perçekirin baþtire û
wê gavê min sond xwar, ezê nekevim zîndanan û destê walîyekî waha zalim de
nêm daleqandin” min bi vê felsefê dest pêkir. Mirin dê hebe,lê teslîm bûyin
na,mirîn dê hebe,li ketina zîndanê na, ji bo vî jî rêçek tenê hebû, li çîya
mayîn. ( Barzanî - Dr. S. Bilgin, rûpel: 21)
Ev felsefa, gava ku hîn çend mehî bû, dý destê dîya xwe de li ber þîr bu
1903 de li zîndana Amedê ket mîjo û dilê wî û ji wê rojê heta roja koça
dawîyê.
Belê, serokê gelê Kurd Berzanîyê Nemir, wiha dest bi tekoþîna netewe kir.
Wek wî gotibû, ew tu carî teslîm nebû û teslîm nahate girtin. Di destê
valîye zalim Suleyman Nazîfê Diyarbekirî de gava ku kekê wîyê hêja Sêx
Abdulselam hata dardakirin wiha got û bi vê þîyarîyê dest bi tekoþîna gelê
xwe kirbû. Meþa wî meþa azadîyê bû, ew di vê meþê de, ji bawerîya xwe û gelê
xwe tu car neket þikê. Meþa wan meþa maratonê û cîhê maratona wan jî çîyayê
Kurdistanê bû.
1 Adarê 1979. Belê wê rojê roj bû þev, tîrêjê reþ û tarî, xebera reþ zû
gîhad, dem sekinî, roj ne çû ava, erd û asîman çirya, pel û pelçim weþîya,
rûbar ketin nav xule xulê, deþt û çîya deng pêket, hawîr dor pê hesandin.
Gava li welatê biyanî çû ser heqîya xwe, haziriya vegera Kurdistanê kiribû,
lê mixabin feleka xayin careke din pêsîra gelê Kurd ber neda. Carek din
destê milletê Kurd di berde ma. Belê Newroz cardi hûstîxwar mabû.
Peymana Rûreþ
11 Adarê 1970 Þoreþa Îlonê gihabû encama xwe. Milletê Kurd, bi ked û mal û
canê xwe, bi fedakarîya peþmergê qehreman azadîyek bi rûmet û serfiraz bi
dest xistibû. Her çikas Dilê Kurdistanê, wê gavê derveyî Kurdistana otonaom
mabû jî, demek nêzîk de wê peyman bigihîþta encamê. Lê wek her gav dijmin ev
dema, ji xwere wek hazirîyek, leþkerî, dîplomatîk û civakî dît. Di dema ku
hatibû dayîn de soz û peymana xwe neanî cîh, dest bi zexeltîyê kir. An
peymanek nîvçe ya bê dilê Kurdýstan Kerkûk dê bahata qebûlkirin, an jî
cardin þer, bonbe û talan, kuþtin û halan, koçberî… Kurdistan bê dil ne dibû
wek Barzanîyê Mezin goti bû “… Xweda þahîde em þer naxwazin, lê em mecbûr
hîþtin… ” û dû re ihaneta navnetewî, ji bo berjewendîyê dewleta û bi navê
diplomasîyê 6 Adarê 1975 bi navê Peymana Cezaîrê dîsa bi serketi bû . Dil
þikestî, dest di berda, xemgîn, lê bi hêvî li bende adarek, li bende
Newrozek din man… Dîsa adara me negîþtibû Newrozê, Newroz dîsa bê xwedî ma
bû, dîsa nehatibû pîrozkirýn.
Bîna jarê, Bîna Mirinê
Mixabin newroz û adar bi hev ne dikirin, wek roj û þev bi berhev ketibûn geh
ew bi ser diket û geh ew. Lê þev tum amade bû ji rojek nû re, dixwast
histûnê xwe kom bike û bi rêkeve, Feleka xaîn konê þevê bi ser me de kir û
ne dixwast ji ser me rake.
Em li hêvîya bûharê bûn, berf helîya bû, xule xula çem û rûbaran bû, dar û
pel dibiþkivîn, bîna germê ji erd û asîman dihat, me destê xwe li rojê vekir
û em revîyan, revîyan… Berbi rojê berbî bayê Newrozê. Bîn dihat, bînek ne
wek her car. Pozê me, qirika me, çavê me diþewitand. Çi bi bayê Adarê, bayê
Newrozê hatibû. Qey ew bîna beybûn, sosîn, rihan û þîlana bîyanî bû ji
welatê dûr dahat. Bînê em dikþand, me xwe li wê bînê girt û me kiþand nav
cerg û dilê xwe. Lê me nizanî bû ev bîna bîna jarê ye, bîna mirinê ye. Di wê
demê de ewrên reþ û tarî bi ser me de girt û her der bû þev û tarî…
Em bi hezaran zarok, keç û law, bi hezaran dê û bav, bi hezaran pîr û kal,
matman di cî de. Nema em revîyan û di cî de wek berxikên li ber þîr,li ber
dayikan bi lorîn…
Me ne dizanî berxikê ber þîr, zarok tên kuþtin…
Xewn û xeyala me ya newrozê þikîya. Hîn emê biçyana banîya, me yê destê xwe
di destê hev kira di nav beybûn, mêrg û çîmenan de…
Meyê bifiranda bafirokên kesk û sor û zer, emê biçyan nav zevîyan, me yê
beybûn kom bikira, bikira taca serê xwe, taca serê KAWAYÊ hevdem û me yê
pîrozkira Newroza rengîn. Lê wan xewn û xeyalê me pûçkir. Dayik bê zaro,
zarok bê dayik hîþt li nav bajarê HELEPÇÊ, Ez êdi komkujîyek bê navim, ez
navê xwe dixwzim…
Sal 1988
16 ê Adarê
Þîyar nebûn û raketin wê sibê
Hîn dema wan a lîstikê, revê û kenê bû
Lê nekenîyan, nelîstin û revîyan
Ne dîtin îsal kulîlkê çîya û newrozê
Dijminê xedar di xwek þêrînda girt zarok,
Piçikîn li dê û bavan,mam û xalan
Newroz pîroz nekirin û razan…
Li Helepçê Newroz qetil kirin. Di zimanê zarokan de êdê qîrîn û hawar, di
zimanê dayikan de þîn û þîvan e Newroz.
Newroz navê te bûhar, dijmin li ser me bû ye har
Qetl û zilim je xwe re kirne kar,
Bijî bijî newroz û bûhar, êdî bese qîrîn û hawar.
Newroz tu yara sosinî, dilê me ji pola gurçýk hesinî
Milletê Kurd wê her hebî,
Bijî býjî newroz û bûhar, êdî bese qîrîn û hawar.
Newroz newroza Kurda ye, cejna xort û qîz, kal û pîra ye
Zarokên me bi te þa ye
Bijî bijî newroz û bûhar,êdî bese qîrîn û hawar.
Belê, bi dilþkestî be jî, Newroz li seranserê welatê min bi coþek mezin û bi
hêvîya azadîyê dê bê pîrozkirin. Ne em bê wê dibin ne ew bê me.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|