|
21'ê
Adarê; Newroz
ÎRFAN
SARI
21.03.2008
Wextê ku kuliyên berfê ji esmanê
þînda dibariyan erdi… wê demê hin fikrên xemgîn dikevin dilê mirov. Ezizê
min! Ev fýkîr û ramanene yên feqîriyê ne, bila xelet neyêt fehm kirin, ne ji
feqîriya aborî; ya ji bêkesî û paþvedayînê ye. Îro vêde gerek em kar û
xebatên xwe paþve neden.
Belê, wek me despêkê de jî got; “berf ji esmanê þînda dibariya”, wî wextî em
xemgîn dibûn. Bi rastî, þerê di gel demsalê pir girîng dibû. Zarû(zarok)
nexweþ dibûn, hekîm û loqman peyda nedibûn, dayîk diketne ber halê xwe û
qîrîniyêt wan erd ker ker dikirin; hin gavan jî dibû þerm, dikete nav dilê
wan…
Belê ya herî mezin jî þerma bava bû; ew, þermên xwe de diqehirîn û qehrên
xwe de diteqiyan, lê nedikarin çi çare biken... Caran bedenê xwe dikirin
mertal, caran ji destê xwe dikirin þîr(þûr) , caran jî ronikên çavên wan
dibûn tîr…
Êca piþtî berfê esîman jî xemgîn dibûn û xemên xwe de hêstir dibarandin. Me
digot ev baran e, lê belê me baþ dizanîbû jî ku ev hêstên Xwuda bûn.
Kurd, rastî vê jiyanê de gelek caran digehiþtin bahara, gelek caran jî ser
wan da ewrên reþ dikeniyan, wek heyvanên mirovxwor…
Gelo! heyvanek wiha, ji dîroka mîtolojiyê de jî peyda dibe; ez baver im
herkes, zêdehî gelê kurd û di gel gelên din ên cîhanê hemû dizanin.
Dibên di warekê de zalimek peyda dibe, navê wî Dehaq bû ye. Gelên wi warî jî
hemû kurd bûn e.
Zalim Dehaq qesrek bi dur û cewheratan çêkirî bû li serî bajêr, ango cihê
herî bilind. Nava wê qesrê da di dinê de mirov çi xwasti ba peyda dibû.
Dibên keçên ku, ji nû jinantiya xwe fehm dikirin; wan e rût(rûs) wek dayîka
xwe hatini dinyayê, wesa di xizmeta dehaq û leþkerên wî dikirin.
Þev û rojan wan, zilm dibarandin ser bajariyan, keda wan dikirin ganimet
dibirin qesrêda... Gel wesa di zivirî bûna qesra dur û cewheratan keçên hêj
tifal radikirin reqasa û fêqiyê rezên bajêriyan keyfan de diçûn tavêtin bin
piyên xwe. Wan e hin barbar û zilmkar bûn ku yêt dixawrin, dixwarin yên din
jî tavêtin bin dest piyên dewar û hepsên xwe.
Ew zilm e hin bilind bû ku esmanî de roj dixeyirî caran…
Sal derbas bûn, zilm hêj mezin dibû, nalîn û kalîn diketin nav dol û çiyayên
bajêr de.
Þerma mirovahiyê cem wan e tu ne bû.
Rojekê zalim Dehaq ji xew rabû mêze kir ku du mar li ser milê wî de þîn bûn
e. Êþ û elemên wî hin qas zêde bûn wî tab nedikir ber wê êþê. Xeber
gihiþtandin loqman û hekimên dinyayê yên erþ û ezîmê,lê belê çare peyda
nebûn. Zalim Dehaq ber êþên xwe wek heyvanên mîtolojîk di qîrî û gazî
dikir,lê belê bêfeyde bû. Dibêjin bo wî derdî çend dur û cewheratên xwe
kirin diyarî(yadîgar) ji bo tebîb a. Yek ji wan derket û gotê tu zarokê
kurdan yên xort bîne û mêjiyê wan bixwî tu yê silamet bî...
Li ser wan gotinane Dehaq leþkerê xwe rêdike nava bajêr û çend zarokên
kurdan yên cahêl tînin û tebeqa serê wan bisaxî li ser radiken û mêjiyê wan
didene Dehaqî. Wexta ku mêjiyê wan zarokan dixwar bêhna wî dihat cih, êþê wî
tena dibûn. Keyfan de ku êdî nedizanî bû dê çi bike.
Ev fêle bû rojevî, hero(her roj) diçûn zarokek kurdan di anîn û mêjiyê wî
didane zilmkar Dehaqî.
Gelek sal û zeman ser de derbas bûn û ew zilm e bêrawestan devam kir.
Wî bajari da hesinkarek pir zana û pêþveçû yî hebû ye. Ew î hesin di axê de
derdixist û di gura agir de diheland û dikir mertal, þîr û çend lazimiyên
bajariyan(yên ceng ê).
Navê wî hesinkarî, Kawa bû ye. Bajariyan ji bo nasînê digotine wî Kawayê
Hesinkar.
Zilmkar Dehaq, mêjiyê kurêt Kawayê Hesinkar hemû xawrî bûn.Lê tenê yek ma
bû.
Wek me destpêkê de jî got, piþt berfê wextê ku baran dihat, me fehm dikir
baran têt û bihar hat... Belê ji bo wan bajêriyan tu caran bihar nedihat.
Lê belê wê salê gava av ket riha(koka) dara, bihar keniya…
Derê mala Kawa xistin leþkerên Dehaq, gotinê de dora lawê te ye. Kawa wiha
got, “herin bêjin Dehaq, dê Kawa lawikê xwe ji destê xwe pêþkeþî wî biket.
Ew daxwaza wi ye.” Leþker kiþiyan qesra dur û cewheratan.
Kawa jî çû hesingeha xwe.
Ew e çend wext(zeman) bû ku Kawa ji penive hesin kiribûn þîr û mertal, ew
þîr û mertal hemû derêxistin û belav bajêriyan kir.
Gote bajêriyan “min zanî êdî lazim e ku em bin vê zilmê de derkevin. Ber wê
hindê min hesin hemû kirine þîr û mertal, bahaneya lawê xwe ez ê biçim e
qesra Dehaqî, min þîrek ji xwe re çêkiriye, gava pora mirov bikeve ser wî
qetdibe. Ez wê baweriyê de me ku ez ê Dehaq serjê bikem, hekî min þiya serê
wî jêkim, ez ê li serê qesrê de agirekî hil bikim. Wê gavê hûn bigehin tana
min, ca em ji leþkerê wî telifînin. Bila zarok û jinkên me jî dest dene hev
þahî, dîlan û gazî bikin.”
Serê sibê Kawa û lawê xwe derketin rê û çûn ji bo qesra Dehaq.
Heynê ket hizûra Dehaq gelek xwînsar bû, gote Dehaqî; “Ey! Dehaqê mezin ji
bo êþên te min mêjiyê lawê xwe anî.” Wê gavê marên li ser milê wî
dikeyfxweþiyên xwe de wek gura didanên(diran) xwe tûj dikirin…
Kawa benda derfetekî wiha bu…
Bin kewþa xwe de þîrê xwe kêþa û evilî serê Dehaqê xwînxwar jêkir.
Paþê jî serê herdu maran…û çû ser birca qesra Dehaqî agir hilkir û serê
Dehaqî ji bircê ve hilavêst…
Çend þîr û mertaliyên bajêrî hemû kiþiyan qesra dur û cewheratan û dilekî
revneqî bêhna azadiyê kêþandin e cergê xwe…
Dibên ew roj, roja azadiyê ye û dîrok 21"ê Adarê bû ye.
Roj û þev bûn wek êkudu û bêhna biharê ketibû nav azadiyê.Di çiyayan de
“gule newroz” derkevtin û dilan de jî “azadî” þîn bû...
* Ser vê nivîsê keda birêz Evliya Alkan heye, Brêz Alkan'ra spas dikim.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|