|
Tîma
Neteweyî û Fatih Terîm
FORUMA HEVBEÞ / MEM MÎRXAN
17 Kewçêr, 2007
Tîmên sporê li her derê bi karê sporê re mijûl dibin. Reng û dengê welatê
xwe ne. Bi lîstika xwe hem xwe hem jî welatê xwe didin nasîn. Mînakên vê
yekê her gav tên jiyîn. Li Tirkiyeyê ev rewþ ne wiha ye. Tîma neteweyî ev
çar- pênc sal in tu serkeftinekê bi dest naxin. Salên borî ne ketin Kupaya
Dinyayê, ne jî ya Evropayê.
Hinek dikarin bêjin mirov ji tîma neteweyî temsîla hestên neteweperest jî
dike.
Na spor li gorî hemû pîvan û rêgezên dinyayê li ser aþtiyê û biratiyê ava
bûye.
Temaþevanên li Tirkiyeyê dibe ku gelek tiþtên þaþ li ser navê werziþê temaþe
kiribin. Wek tiþtên hatine serê tîma Diyarbekir Spor û Tîma Þerdedariya
Mezin a Amedê Diskî Sporê. Di her demên nazik de hem tîm, hem jî werziþkar
wan weke terorîst hatine dîtin û pirî caran jî bi alîkariya polîsan ji qada
sporê veqetiyane. Heta werziþkarek çiqas serkeftî dibe bila be, ku kurd be û
kurdbûna xwe înkar neke di tîmên Tirkiyeyê de cihê wî tune ye. Werziþkarê
Diyarbekirsporê yê berê Þêxmûs ji ber serkeftina xwe transferî Trabzon Sporê
bû. Lê nijadperestan nehiþtin lingê wî bi topê bibe.
Ez van hemû tiþtan ji bo çi dibêjim.
Ji duh de kanala televizyona Haberturkê bi hevkariya Fatih Terîm kampanyakek
dest pê kiriye. Gelek pere jî civandin. Lê piþt derî ne wisa ye. Tîma
Tirkiyeyê bi Moldovayê re 1-1 wekhev maye.
Ku ne ji kampayayê be wê nivîskarê Tirkiyeyê ew rezîl bikirana û gelekî wan
jî tevî kampanyaya wî û Tîma Tirkiyeyê li bin erdê dixin.
Roberto Carlos jî wisa ye.
Carlosê ku transfera wî ya Fenerbahçeyê bû bûyera salê bi lîstika wî
Fenerbahçe niha di rêza 5’emîn de çar rêzan piþtî Sêwas Sporê maye û bi
îhtîmaleke mezin jî wê di liga þampîyonan de tu serkeftinekê jî bi dest
nexe. Lê mêrê malê rabûye ji bo gelê tirk peyama sersaxiyê dide.
Carlosê bêkêr ku tu yê dilê gelê tirk xweþ bikî, golan bavêje.
Ji te re çi neyariya gelê kurd. (Welat)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|