|
Sedemên
têkçûyînê
QAHIR BATEYÎ / FORUMA HEVBEÞ
weþandin: 03 Tebax, 2007
Me hilbijartineke din li pey xwe hiþt. Lê me çi encam bi dest xist! Bi ya
min encam têkçûyîneke trajedîk e. Her çiqas cîgirên hevserokên DTP‘ê bibêjin
jî me ne qazanç kir ne jî em biserkevtin, rewþ ne wisa ye, bi ya min ev
gotin ji rastiyê bêtir wekî gotineke polîtîk e. Nexwe vê têkçuyînê ew bixwe
jî dibînin.
Gelek sedemên vê têkçûyînê hene, lê bi ya min sê sedemên bingehîn ên vê
têkçuyînê hene.
Yek; partiya me hindî ku tu bêjî ji nirxên neteweyî dûr ketiye. Di warê
neteweyî de ku însanan têr bike tiþtekî nade gel. Þûna ku parastina nirxên
neteweyî bike, hemû siyaseta xwe li ser hin gotinên ezber wekî "bariþ,
demokrasî, biratiya gelan" û hwd dike. Yanî armanceke neteweyî nedaye ber
xwe. Bo nimûne behsa parastina zimanê kurdî nayê kirin, behsa nasnameya
kurdî zêde nayê kirin. Yanî her roja ku diçe partiya me jî wekî partiyên
sîstemê lê tê ji bo me. Gava ku partî jî wekî partiyên sîstemê lêhat gel bi
kîjan partiyê bawer be ku dê di warê aborî de wî têr bike dê xwe bide aliyê
wê partiyê. Halbûkî bi deh hezaran zarokên vî gelî ji bo "bariþ, demokrasî û
biratiyê" canê xwe feda nekirine. Çar hezar gundên kurdan ji bo demokrasî û
biratiyê nehatine þewitandin. Bi milyonan kurd ji bo van yekan koçber
nebûne. Ev tev ji bo xilasbûna nirxên neteweyî hatine kirin. Lê îro partiya
me di her warî de ji van nirxên neteweyî dûr e, van nirxan naparêze, lewre
jî vê hilbijartinê daye diyarkirin ku divê êdî partî li nirxên neteweyî
xwedî derkeve, vê yekê wekî siyaseta bingehîn bibîne.
Sedema têkçûyînê ya duyem jî diyarkirina namzetan e. Diyarkirina namzetan bi
serê xwe karesat e. Di vê hilbijartinê de "feodelîteya modern" careke din bi
awayekî aþkera derketiye pêþberî me. Bêyî ku rastiya gel û Tevgera Azadiyê û
profîla namzetan li ber çavan bê girtin li gelek cihan tenê ku mirovekî wî/ê
di nava Tevgera Azadiyê de ye namzet hatine nîþandan. Ev yek gelek ji
rastiya gel, tevger û ehlaqî dûr e. Raste rast "feodalîteya modern" e. Çawa
ku di feodalîzmê de desthilatdarî ji bab derbazî kur dibe di vir de jî heman
feraset derketiye holê. Ku em bala xwe bidinê li cihên ku ev kêmasî hatine
kirin li tevan jî me winda kiriye. Ev yek dide nîþan ku polîtîkayên navendî
û "feodalîteya modern" windakiriye. Divê ku êdî tevger ne li gor
"feodaliteya modern" û polîtîkayên navendî, lê belê li gor gel û rastiya gel
tevbigere. Divê di hemû biryaran de gel bixwe hebe.
Ya sisêyan jî aborî û manewiyata gel e. Bi salan e polîtîkayeke me ya aborî,
tune ye. Bi salane ev têkoþîn li ser milê gelê belengaz tê meþandin. Gelo
heta kengî dê wisa bidome?
Ne tenê aborî projeyên me yên tenduristiyê tunene, yên civakî tunene, yên
perwerdehiyê tunene. Partiyek divê ku di her warî de ji pirsgirêkên civakê
re bibe bersiv. Dîsa mijareke herî girîng jî mijara manewiyatê ye ku di serî
de jî ol tê. Divê em ji bîr nekin ku civaka me civakek çiqas oldar e. Dema
ku em di warê olî de ango manewiyata wî de civaka xwe têr nekin, bêguman ev
civak dê piþta xwe bide me. Kê hembaza xwe jê re vedike dê bikeve hembêza
wî. Divê ku em qebûl bikin ku di warê ol û manewiyatê de me hembaza xwe ji
gelê xwe re venekiriye. Vê hilbijartinê ev yek jî daye nîþan ku van
polîtîkayên me yên ji manewiyata gel dûr îflas kiriye.
Bêguman gelek sedemên din yên têkçûyîna vê hilbijartinê hene, lê wekî min di
serî de jî got ev her sê xal yên bingehînin. Divê ku DTP ji vê hilbijartinê
derseke mezin derxîne. Û van yekan bibîne. 1. Polîtîka û rêbazên heyî ji
gelê kurd re nabin bersiv, yanî gel siyaseta me qebûl nekiriye. Divê partî
careke din berê xwe bide gelê xwe û nirxên wî yên neteweyî ji ser her tiþtî
re bigre. 2. Dest ji polîtîka û biryarên navendî berde. Di hemû biryaran de
rastiya gel li ber çavan bigre û gel tevlî bike. 3. Divê êdî bê zanîn ku
siyaset û îdeolojî gel têr nake. Ji ber vê yekê projeyên civakî; wekî aborî,
tenduristî, perwerdehî û hwd. biafirîne. Ya herî bingehîn jî nêzîktêdayîna
xwe ya olî li ber çavan derbaz bike. Nexwe di hilbijartinên herêmî de
þaredariyên me ji nîvî (di serî de jî Amed, Batman û Colemêrg) bêtir ji dest
me biçin bila tu kes matmayî nemîne. .
(A.welat)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|