|
Rîsaleyê
Nûr çi ye û tefsîreke çawa ye
NEWZAT NÛRULLAH
weþandin: 16 Tîrmeh, 2007
Min ev nivîsara ji kulliyata Risaleyên Nûr, ji kitêba Tarihçe-î Hayat hilda
û wergerande kurdî. Da ku xwendevanên me yên ezîz û di þexsê wan de xelkê me
yê bêxwedî û belengaz, qehreman û mucahidekî Îslamê Seydayê Ustad
Bedîuzzeman Seîdê Norsî, hinek be jî nas bikin û bo îstîfadekirin û xwendina
Rîsaleyên wî yê ku di zor û zehmeteke bêmîsal de nivîsiye. Lewra ewî
heqîqetên Qur’anê li gor esrê îzah û îspat kiriye, aqil û qelbê însan tetmîn
kiriye... Ji bona vê em çavê xwe vekin û ji bo îstîfadeyê werin xîretê. Ez
bi vê munasebetê çend gotin û xatirayan jî bibêjim. Piþtî wê, ezê wê wergera
rîsalê pêþkêþ bikim... N.N.
Ez pirar payizê li Wanê bûm û min li wir unîversîtê dixwend. Ez li medresê
bûm. Her hefte roja paþînê li medresê ders û sohbet hebû. Piþtî sohbetê di
fesla çayê de ez û îxtiyarekî me nasîna xwe da hev. Min jê pirsî:
— Te Rîsalên Ustad çawa nas kirþ
Got:
— Birê min! Ez çerçî bûm, gund bi gund digeriyam. Rojekê li gund, min dît ku
millet bi dizî diçin malekî û tên. Min ji gundîkî pirsî, ev çi yeþ
Wî got:
— Rîsaleyên Nûr dixwînin, dersa Qur’anê distînin.
Min got:
— Rîsale çi neþ
Ewî got:
— Van rîsalê ustad kafira xwendin bûn xwedî îman. Cahila xwendin bûn alim.
Em çima paþ de dimîninþ
Piþtî vê gotinê, xîretek hate min, min rîsale bi meraq û lezetek mezin
xwend. Birînên minê rûhî re bûn derman û reçete. Ew roj ev roj e, ez û çar
heb zarê xwe em di vê xizmeta Qur’anê de ne.
Gelî xwendevanên ezîz! Piþtî vê xatira min a Wanê, gotinekî Ustad hat bîra
min. Yê rîsaleyên xwendine dizanin, yê nizanin re jî ezê bêjim.
Di Mektûbatê de Ustad weha dibêje:
“ Ji bo muhafezekirina ji nefret û tehqîra îstîqbalê, min eva nivîsiye. Yanî
gava ku tûh li wan merivên bêxîret yên wê esrê” hate gotin; bo tûka wan neyê
rûyê me. Yanî ji bo paqijkirina rû, min ev nivîsiye.”
Aniha ez awha difikirim. Ew ustadê weha fikiriye û ev eserên wek xezîneke
ilmê ji me re mîras hiþtiye, li me derê û bêje: “Gelî mîrasxwarên bêwefa!
Min bo hûn tûyî min nekin, min ev eser ji we re hiþt. Xêncî we herkesî jê
îstîfade kir. Hûn tenê ji vê nûra ji nav me derket, bê par man. Tûh li
bêxîret û be wefatiya we. Anina hinek be jî bo paqijkirina vê tûka rûyê me,
kurdiya mektûba di Tarîhçe-î Hayat
de pêþkêþ dikim. Ew jî ev e:
Tefsîr du qism in
Yek: Tefsîrên malûm in ku maneyê îbare û kelîme û cumleyên Quranê beyan û
îzah dikin.
Tefsîra qismê didiwan jî ev e:
Heqîqetên Quranê yên îmanî bi delîlên saxlem ve beyan, îsbat û îzah kirine.
Ev qisim ehemmiyeta wê pir heye. Tefsîrên din yên malûm vî qismî carna bi
awakî kin derc dikin. Feqet Rîsaleyê Nûr raste rast ev qismê didiwan ji xwe
re kiriye esas. Tefsîreke manewî ye ku bi tarzekî bêhempa, feylesofên bi
inyad jî dide sekinandin.
Rîsaleyê Nûr, kulliyateke bi þiklekî dûrî mutala û nazariyetên subjektîf û
heqîqetên kîtaba me Qurana pîroz a ku di her esrê de bi milyona însana re
rêberiyê dike, bi awakî rasyonel a objektîf ve îzah û pêþkêþî îstîfadeya
însaniyetê dike.
Rîsaleyê Nûr tefsîrek ayetên Quranê ya nûranî ye. Bi sedan heqîqetên îman û
tewhîdê ve muberhen e, li gor fêma her tebeqeyên xelkê amade bûye... Bi
ilmên musbet ve mucehhez e. þekdarên bi weswese îqna dike.... Ji yê herî
ewam heta yê herî xewas, xîtabî herkesî
dike, feylesofên herî muennid jî mecbûrê teslîmê dike.
Rîsaleyê Nûr kulliyateke bi nûr e. Sedûsî eser. Bi þiklê rîsaleyên hin
piçûk, hin mezin îhtiyaca esrê re tam cewab dide. Aqil û qelbê tetmîn dike.
Tefsîra Qur’ana kerîm a di esra bîstan de -a lefzî na- (tefsîra) a manewî.
Îsbat dike! Hemû pirsên tên aqil... Ji zereyê heta rojê mertebên îmanê....
Wehdaniyeta Îlahî, heqîqeta pêxemberiyê.
Îsbat dike! Ji tebeqeyên erd û ezman, ji behsa milyaket û rûh, ji heqîqeta
zeman, ji bûyîna heþr û axîretê, ji hebûna cennet û cehnemê, ji esliyeta
mahiyeta mirinê heta menbaya þekawet û seadetê... hemû meselên îmanê yên ku
werin aqlê însan, neynê aqlê însan, delîlên herî qet’î ve aqilên, mentiqen,
ilmen îsbat dike.... Teþwîqkerê ilmê pozîtîf þahesereke ku ji delîlên
meselên hesabê daha qetîtir ve, aqil û qelbê îqna dike, meraqan îzale
dike...
Qezenca van eserên ku bê îmkaniyê hindik tên çapkirinê, qet tu carî bi
zihniyet û niyeteke ticarî nayê xebitandin. Heta li bayiyan jî nayê
belavkirin bihaya van kitêba; ji bo çapa eserin mayin tên xerckirin.
Xusûsiyeteke muhîm e ku em bi tîtîzî û bi xesasiyet li ser disekinin jî ev e
ku
Rîsaleyên Nûr bikeve destên hêja û layiq; fiyeta wê jî heqîqiyetê jî herî
kêmê wê temînkirina îstîfadeya bîst û pênc kesan e.
Ev tefsîra manewî bi çar kitêbên mezin yên bi navê Sözler, þualar, Mektûbat,
Lemalar teþkîl bûye, ser hev sedûsî rîsale ne. Xebatkarên wê di neþra wê de
dixebitin.
(Nûbihar)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|