|
Têkoþerê
Mezin, oxir be..!
TARIQ HEMO
weþandina di HD: 03 Tîrmeh, 2007
Yek ji sembola têkoþîna gelê me li bakurê Kurdistanê Orhan Doxan koça dawî
kir. Di dema ku bi hemû hêza xwe li qada siyasetê de ji bo nasname û mafê
gelê kurd tevdigeriya, mirina xedar dest dirêj kir û ew ji nav me rakir.
Orhan Doxan yek ji têkoþerên doza kurdî û tevahiya merovayetiyê bû. Wî ji bo
mafê kurdan yê rewa bedelekî mezin da. Li gel her 3 hevalên xwe, 10 sal û
nîv di zindana dektatoriya Trikiyê de qedand. Li nava hemû cîhanê navên wan
belav bû. Ji þoreþgeran û kesên doza mafan dikin, bûn mînak û mamosteyên
berxwedanê.
Gelê kurd bi koça dawî ya Doxanê ciwan û li ser xwe, xemgîn bû. Lê ew dimîne
heya ax û av hebe yek ji simbola tekoþîna vî gelî. Ew di dilê kurdan de
namre. Gel li tekoþerê xwe yê mezin Orhan Doxan yê ku heya nefesa dawî bi
mafê wî bang dikir, xwedî derket. Ji tevahiya Kurdistana bakur xelk kiþiya
ber bi Cezîrê û Orhan Doxanê kurd li kêleka Mem û Zînê sipast axa Botanê…
…………..
Dewleta Sûriyê pîlanek nû li dij gelê kurd sazkiriye. Di çarçoveya
erebkirina axa Rojavayê Kurdistanê, rejîma Beþar Essed biryara anîna bi
sedan malbatên ereb ji bo herema wêrika Hemko daye. Li gor hin çavkaniyan
desthilatdariya welayeta Hesekê dixwaze bi sedan malbat ji navçeya El
–þedawê bîne herema kurdî û di ered û ziviyên kurdan de bi cih bike. Dewlet
dibêje, ev zivî yê dewletê ne û emê vê beyavê(mesahetê) li ser van malbatên
xizan, ku berê zivyên wan ji wan hatibûn stendin, belav bikin. Lê ya rast ne
ew e, ya rast dewlet dixwaze demografiya Rojavayê Kurdistanê biguherîne û
prosesa erebkirinê bibe serî.
Niha gelo wê helwesta partiyên kurdî li rojava çi beþ. Tekoþerê kurd yê
mezin Osman Sebrî di salên 1970 î de dema dewletê xwest 42 gunwên kurdan
bide ereban doza berxwedan û serhildanê li kurdan kir. Lê hin li dij rabûn û
gotin “ev jî karker û birayên me ne”!! û bi xêr hatina wan kir . Gelo niha
wê çi bêjin ew kesananþ. Beriya 200 salî dema ku eþîra þemer ji bejahiya
Saûdî Arabistanê berê xwe da wêrikê, eþîra Koçeran û Nayif Paþa li himberî
xwe dît….
……………
Xwewê Birêtaniya ji felaketek mezin strand. Eger polîsên birêtanî ew herdo
erebeyên bombebarkirî nedîtibaba, wê niha bi sedan kesên bê guneh jiyana xwe
ji dest daban û bibana qurbaniya terora El- Qaîdayê. Cîhana azad niha li
himberî terora islamî rû bi rû ye. Hrizra tûndew ya islamê bi awayekî xurt
di nava ciwanên ereb û misilman de li tevahiya cîhanê belav dibe. Li vir, li
Ewrûpa jî, bi riya mizgeftan û “dersên wahzê” Imam mejiyên zarokên
misilmanan bi hizra kîn û nifreta li dijî kesên din, yê ne misilman, diþon.
Birêtaniya jî sûcê xwe heye. Dema vî welatî bi hezaran kesên terorîst qebûl
kir û mafê penaberiyê da wan, wê demê xwe xist nava þerê terorê û “Çêlikên
Guran” xiste himbêza xwe.
Tiþtê balkêþ jî, ku kesên bi van karên terorê radibin, piraniya wan ji nifþê
2 û 3 an in, yên ku li Brêtaniya ji dayik bûne û li wir xwendin û perwerde
dîtine. Ev felaketek mezin e, dide diyarkirin, ku fikrê El –Qaîdayê çuqasî
di nava beþên civakên misilman belav bûye. Vêca ji bo guhertina vê rewþê,
niha pêwîst e tevahiya sîstema perwerdekirinê were guhetin û rê li ber
Imamên tûndrew, cahik û kîndar, were girtin.(YOP)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|