|
Jî
Kerema Xwere Bi Kurdî Biaxivin, Ji Bo Xwedê De Bi Kurdî Biaxivin
DILÞEWATÊ WELAT
weþandin: 15 Tîrmeh, 2007
Li Kurdistan jî aliyê dagirkeran hin rewþên wusa derketine holê wexta ku
meriv dibîne meriv ecêb dimine. Ango meriv di hikmeta Xwedê de dimîne ev çi
kar e?
Di nav nifþan de di her warî de ji hev ne fehmkirin, ji hev dûrketin
derketiye. Lê ya ku bala min dikþîne di warê ziman de navbera ku ketiya nav
nifþan e.
Ez dixwazim bîranînek xwe bi we re par ve bikim. Ez wê rojê çûm mala hevalek
xwe ku min ji zû ve wî nedîtiye. Dê û bavê wî jî li mal bûn. Ez çûm destê
wan min pirsa wan kir. Dê û bavê wî edî pîr bibûn.
Piþtê pirsê me bi hev re xeber da. Mesele hat ser gund. Hûn dizanin li
Kurdistan di van demê nêz de pir gund hatin þewitandin.
Kalo pir xweþ behsa dîroka Kurdan dikir (xweþ dibûm ji bo ku behsa me dikir,
serxweþ dibûm ji bo ku çi digot dilê mirov perçe dibû). Behsa zilm û
zordariya dagirkeran û hewl û çalakî û berxwedana Kurdan dikir. Kalo carek
got: "Lawê min tenê gundê me weke ku ez dizanim bav û kalên min ji min re
gotine heþt cara hatiye þewitandin."
Min got: "Kalo çawa dibe?"
Kalo got: "Ez baþ nizanim bav û kalên me wusa gotine. Kalo ji dîrokê û
polîtîkayê ne dûr bû. Dû re got vêga dîsa dixwazin gundê me avakin. Lê Xweda
dizane dîsa çi fikrên þeytanî di serê wan de heye.
Ez hinek fikirîm. Min got:
- Kalo weke ku tu dizanî li Kurdistan pir caran serhildan çê bûne. Piþtê her
serhildanê zaliman hatine xirakirine û þewitandîne. Gundê we jî ji vê zilmê
heþt car para xwe girtiye. Heta vê derê jî tiþtek balkeþ hema bê tûne. Me
teva bi Kurdî bi hev re xeber dida. Min jî di dilê xwe de digot baþ e herkes
diaxive.
Wê demê kûrê Seîd (hevala min navê vî Seîd bû) ji dibistanê hat. Ez wê wextê
bi kalo re diaxivîm. Min fersend nedît ku ez ji lawik re bêjim tu bi xêr
hatî.
Bavê wî ji Þiyar re got (Þiyar oxlim amcaya hoþ geldin desene)
Þiyar jî bi Tirkiyek weke ya Tirkan ji min re got, "amca hoþ geldin." Min jî
got: "hoþ bulduk." Xweda emrekî salîh bide te. Ka were vir. Lê min fehm kir
ku Þiyar bi Kurdî qet nizanbû.
(Ez jî dema wusa bi xwe nikarim bisekînim hergiz (illa) ezê hin tiþtan
dîbêm).
- Min ji Seîd re got, ev çi ye? Çima Þiyar bi Kurdî nizane. Çima hûn wî hînî
Kurdî nakin. We çima pêþî wî hînî Tirkî kiriye?
Wî got sucê diya wî ye. Diya wî got na yê bavê wî ye wusa xwestin ku
derbasbikin. Wê wextê kalo ket navê û got:
Ha lawê min heyrana çavê te. Ez jî her roj ji wan re dibêm. Lê dengê min
nabin xwe. Ka tu bêje ji wan re. Li malê her tim bi vî zimanî diaxivin. Ji
xwe ez nizanim çi dibên. Mîna ku dara li serê min bixin wexta ku diaxivin.
Bavê Þiyar got: "Bila pêþî fêrê Tirkî bibin di pey re emê wî hînê Kurdî
bikin"
Lê ev nêrînek çewt e. Wexta ku pêþî fêrî Kurdî nebe, em dê çawa dikaribin
bêjin Kurdî zimanê zikmakî ye.
Ez rabûm, min li ser ziman dirêj dirêj xeber da. Min xatir jî kalo xwest.
Kalo tiþtek ji min re got ev bû tiþtê balkêþ.
Lawê min tu dibînî ne wusa ez û neviyê xwe çawa ji hev dûr ketine. Wexta
rabûnê jî min ji Seîd re got: "emanet e zimanê te. Li Kurdî xwedî derkevin.
Zarên xwe pêþî fêrê Kurdî bikin."
Gelê dinê bila li Kurdîstan bînêre û bila bêje gelo kî tiþtekî wusa dîtiye.
Kalo bi herfek Tirkî nizane û neviyê kalo jî herfek bi Kurdî nizane.
Di çêbûna vê rewþê de rola herî mezin ya dagirkeran e. Lê sucê dê û bavan
mezin e. Zarên xwe fêrê Kurdî bikin. Ji bo Xweda bi zimanê Kurdî biaxivin.
Bila valahî nekeve navbera zarok û kalan. Bila valahî nekeve nav dîrokê.
Di dawî de…
Ez dixwazim pêþî ji welatparezan re bêjim. Ziman ked û ava welatparêziyê ye.
Û di pey re ji herkesî re bêjim. Ziman ayeta Xweda ye. Divê ev baþ were
zanin. Li ayeta Xweda xwedî derkevin. Li aliyek di jî mirov dikare bêje
ziman nîþanê eslê me ye. Ku em zimanê xwe jî jibîr bikin ev jî nêzî
jibîrkirina eslê. Û divê em xwe ji vî bispêrin Xweda. Lewra di hedîsek de
Resûlê Xweda (s.X.l.) dibê: "Kî ku eslê xwe înkar
bike ew ne ji me ye…"
Em zimanê xwe, fêrbûna zimanê xwe jibîr nekin. Ji bo Xweda bi Kurdî
biaxivin.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|