|
Kurdistana
Federal: Biryareka Dîrokî û Geþtek Di Dîroka Nû û Nêzîk Da
FORUMA HEVBEÞ / Casim Rênas
14 Kewçêr, 2007
15 sal berê niha, di 4’ê meha Cotmeha sala 1992’an da, Parlementoya
Kurdistanê, biryareka dîrokî girt û Federasyonê ragihand.Ragihandina
federasyonê ne tenê gaveka girîng, her usa jî pêwîst bû.
Tê bîra me, ku di encema Þerê Kendavê Yêkan da, leþkerê Sadam li hemberê
Hêzên Hevpeyman þikest; jar û lawaz ket û mecbur ma, ku ji Kuwêytê
derkeve.Ligel þikeþta rejîma Saddamê, li Bakûr û Baþurê Iraqê raperîna gelên
vê welatê destpêkir.
Kurdan di bin pêþengiya Eniya Kurdistanê da, di heyama mehek da, Kurdistanê
Baþûre rizgar kirin.Kurdistan azad bibû, lê diviya kar û barên perwerde,
xizmetguzarî, îdare, asayiþ û parastinê berdewam bikira.
Diviya dezgeh û saziyên îdarî û dewletî yên dema Seddamê ji nu ve bihatana
têkuz, rêk û pêk kirinê.Ku, karên hanê ne karên Eniya Kurdistanê bûn.Eniya
Kurdistanê nikari bû bi tenê vê barê giran û pîrozê hilde ser milê xwe.Ji
bona vê yekê jî Serokatiya Eniya Kurdistanê bi durbîniyeka mezin û kûr hinek
biryarên girîng girt.
Ku, biryarên hanê ne tenê çarenusê Kurdên Baþurê destniþan kirin, her usa
bandora xwe li ser bizava azadîxwaziya seranserê Kurdistanê danin.Yek ji
biryarên Eniya Kurdistanê, damezrandina parlementoya netewî bûn.Ji bona vê
armancê jî, di Gulana sala 1992’an da, bi beþdariya hemû partî û aliyên
siyasiya Kurdistanî ve, hilbijartin hate çêkirinê; Parlamentoya Kurdistanê
ava bû, hikumeta hilbijartiya Kurdan a yêka, dest bi karê xwe kir.Bê guman
gavên hanê gelek girîng û dîrokî bûn.
Lê, bi baweriya min ji hemû girîngtir destniþan kirina statuya Kurdistanê
Baþurê bûn.Parlamentoya Kurdistanê, di cîvina xwe da, ku di 4’ê meha Cotmeha
1992’an da çêkiribû, bi yekdengî biryar girt, federasyona Kurdistanê
ragihand.Derbareyê biryarên hane helwestên cuda cuda hatin girtin.
Bi gor bîr û baweriya hinek hêz û aliyên siyasî dema ragihandina federasyonê
nehatibû, zirufên navçe û navnetewî ji bona vê biryarê musaîd nebûn. Neyarên
gelê me, dagirkerên Kurdistanê dijî biryara ragihandina federasyonê bûn.
Ku, ev yêka tiþtekê siruþti ye.
Ya balkeþ helwesta PKK bû.
PKK derbareyê Parlamentoyê digot, “parlamentoyê, ku bi destê emperyalîst û
nokerên wan hatiye ava kirinê.”
Abdulah Ocalan jî digot, “Parlamento, Hikumet û Federasyona Kurdistanê
xencerek in, ku li piþta cîhana Erebî hatine lêxistinê.”Abdula Ocalan, çawa
îro xema dewleta Tirk û kemalîzmê dixwe, hingê jî xema cihana Ereb dixwar!..
Di despêka da, Federasyona Kurdistanê ne tenê ji aliyê çu dewletên ve
nehatiye nasin, her usa rû be rûyê gelek astengên siyasî, civakî, çandî û
îdarî bûn.Ku, yek ji wan dorlê girtin, (ambargo, gemaro) e.Li ser Iraqê
ambargoya Yekitiya Miletan (YM) hebû, ku Kurdistan jî ji vê ambargoyê bê beþ
nebû.Ligel gemaroya YM, li Kurdistana Baþurê ambargoya rejima Sedam her
berdawam bû.Dewleta Tirkiyê jî gelek caran ambargo datina, Deriyê Ýbrahîm
Xelîl digirt û nedihiþt, ku tiþt û miþt herin Baþurê.
Yê kêm PKK bû.
PKK jî bi þewitandina trompelên, ku tiþt û miþt dibirine Kurdistanê û gef
xwarina þoferan, ambargo li ser “xençerê li piþta Ereban” datanî.PKK ji bona
derxistina xençerên hanê ji piþta Ereban, diji Hikumeta Kurdistanê þer jî
kir.Ocalan li ber Dadigeha Tirk digot, ku “Du caran derfeta damezrandina
dewleta serbixwe ketiye destê kurdan. Ya yêka bi Peymana Sevrê, ya dudo jî
di sala 1992’an da bû. Cara yêka Mistefa Kemal nehiþt ya duda jî me
nehêla!..”Astengeka din ya giring, ku li pêþiya Federasyonê bibû, þerê
birakujî bû.
Hêþta du sal li ser ragihandina Federasyonê derbas nebibû, þerê xwekujî di
nava du hêzên serekî ya Baþurê destpêkir û heya sala 2000 dom kir.YNK û PDK
þerê hevdu dikirin, dijî hevdu gelek tund û tij bûn.Lê belê çu caran ji
ragihandina Federasyonê, damezrandina Parlementoyê paþda gav neavêtin.Divê
rol û cangorî û fidekariya hinek endamên Parlamentoya Kurdistanê ji bîr
nekin.Parlamenterên hanê, di zirufên herî dijwar ya þerê birakujiyê da,
Parlamentoyê terk nekirin. Parlamentoyê kirine sengera aþitî û
biratiyê..Hinek hususiyet û taybetmendiya Federasyonê hene, ku destniþan
kirina wan rêka xebatê me ronîtir dikin.
Yek ji wan ev e, ku Federasyona Kurdistan, berhema lihevhatina mercên derve
û navxweyî ye.Eger rejima Saddam di þerê Kendava Yêka da þikest nexwariba,
pêkhatina Federasyonê ne mimkun bû.Federasyona Kurdistanê her usa berhema
yekitiya hêzên welatparêz e.Eger Eniya Kurdistanê nebaya, ne hilbijartin
dihate çêkirinê, ne Parlamento ne jî hikumet ava dibûn.
Federasyona Kurdistan, berhema dûrbînî û xebata pêgira Serokatiya Eniya
Kurdistan e û hwd...
Rast e, helumercên îro yên berê baþtir e.Ne tenê þerê birakujî nemaye, herdu
hikumet bûne yek. Pêyvendiyên rêxistinên Kurdistana Baþurê, bi taybetî herdu
hêzên serekî gelek baþ in.Federasyona Kurdistan di Destura nu ya Iraqê da ci
girtiye û ji aliyê gelek dewletan ve tê nasin.Lê, helwesta nahez û neyarên
Federasyona Kurdistanê nehatiye guhartin.Hêz û dewletên hanê dev jê daxwazên
xwe yên kîrêt bernedane, ji berê pirtir dijminê Federasyonê ne.Dewleta Tirk
yek ji wan e.
Karbidestên sîvîl û askerî yên vê welatî bi eþkere gefa Kurdistana Baþurê
dixwin.Federasyonê û bîr û baweriya federasyonê ji bona asayiþa netewiya
Tirkiyê xeterê here mezin niþan didin.Leþkerkêþiya dewleta Tirk li ser
tixubên Iraqê, di rastî da, ji ber vê sedemê ye.Paþ biryara Seneta Dewleta
Yekbûyî ya Amerîka derheqa Iraqê da, dengê neyar û nahezên Federasyonê
bilindtir bûne û dibin.Di hel û mercê weha da dersên Federasyona Kurdistanê
gelek giring in.
Lewma jî min geþteke kurt di dîroka nû û nezîk da kir, behsa bûyer û rudavên
vê demê kir û hususiyetên Federasyonê ani bîr.
Daku dîrok dubare nebe..
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|