|
Axlaqê
mirovê Misilman
FORUMA HEVBEÞ
Ew kesê ku bibê ez misilmanim pêwiste tevgera xwe li gorî rewiþtên dinê xwe
çaksaz bike, pêwiste di navbera wî yên din de cudahîyek hebe. Lewra
kesayetiya insên bi tevger û axlaqê li ser tête nirxandin.
Ji Ebu Hureyra (Xwedê jê qayîlbe) hatiye ragihandin ku Peyxember (dirûd
silav liser bin) gotiye: “Mafê mirovê misilman li ser misilmanî þeþ in: Hate
gotin: Ya resûlê Xwedê, ma ew çi ne? Peyxember got: Dema tu leqayî wî hatî
li serê silav bike, çaxê (bibal xwarinekê anjî dawetekê ve) gazi te kir
bersivê bidê (gaziya wî qebul bike), dema ji te xwest ku tu þîretekê lê
bikê, lê þiret bike, dema piþikî û hemdê Xwedê kir; jê re du’a bike, dema
nexweþ ket; serî lê bide, pirsa rewþa wî bike û dema mir; cenazê wî rake”.
Þîroveya Hedîsê
Dînê Ýslamê; dînê biratî, arikarî û hezkirinê ye. Xwedayê Teala da ku ev
armanc û hedefên rind misoger bibin sebeban dideynê. Mirovan li serê teþwîq
dike û bi wan dide hezkirin.
Bi rastî ji van yên herî giring; pêkanîna erka civakî ya dinav mislimanan de
ye, mîna: Dana silavê, qebulkirina vexwendinê, þîretkirin, du’aya jibo yê ku
dipiþike, serdana nexweþî û cihêzkirina yê mirî ye. Hedîsa þerîf a ku me li
jorê anî ev mafên ha bi awakî aþîkar teqezandine û emê jî bi destûra Xwedê,
yekbiyek, li ser þîroveya wan rawestin.
1- Silavkirin: Delila wê ev e ku Xwedê Teala ferman kiriye: “Gelî wan kesên
ku bawerî aniye! Ji mala xwe pê ve, heta ku hûn destûrê nexwazin û li xelkê
wê silav nekin, neçin tu malê. Ev ji we re (ji çûna bêdestûrxwestinê) çêtir
e; hemin hûn dê (vê) bifikirin û têbigihin”. Di ayeteke din de: “Gava hûn
herin malekê (ku tu kes li hundur tune be jî) bi wê silava ku li nik Ellah
Tealayî pîroz û pak e, silavê li ser xwe bi xwe bidin. Her wiha Ellah Teala,
ji we re ayetan (rêz û qanûnên dînê we) eþkere dike da ku hûn (wan) fêm
bikin (û li gorî wan tevbigerin). ” Di ayeteke din de jî derbarî silavê de
weha ferman kiriye:” (Gelî bawermendan!) Gava ku hûn bi awayekî hatin
silavkirin, vêca hûn jî bi awayekî ji wê rindtir silavê bidin; Yan jî wekî
hûn hatine silavkirin, bersivê bidin.”
Di sahîha Muslim de ji Ebu Hureyra hatiye ragihandin ku peyxember (dirûd
silav liser bin) gotiye: “Hûn naçine Cennetê heyanî hûn nebin xwedî Ýman û
hûn nabin xwedî Ýman heta hûn ji hev heznekin, ma ez berê we nedime tiþteki
dema we ew kir; hûnê ji hev hezbikin; “dinavbera xwe de silavê belavbikin”.”
Naxwe; ev silava pîroz a rind dilalet dike ku nefs girêdayê bi Xwedê teala
ve ye. Vêca Xwedê ji her eyb û kêmasiyê pak û dûr e, pêbawer e, li ser her
tiþtî zêrevan e. Xwedê silavê dike navgina biratî û hezkirinê dinevbera
misilmanan de û di navbera dilan de. Naxwe silav bi peyvên xwe yên tekûz
divê bête bikaranîn, minak; ; “ewleyî û âþîtî, dilovanî û bereketa Xwedê li
ser we be”
Dana silavê sunnet e. Eger civak be; sunnetî kîfaye ye, ango ji civakê yek
silavê bide sunnet hasil dibe. Eger yek silavê li ser mirovekî bide, paþê di
zemanekî hindikde laqî wî bû; disa sunnet e kul i serê silav bike.
Bersiva silavê, li ser kesê bi tenê farzî-‘ayn e. Li ser civakê farzî-kîfaye
ye. Lazima pîta “? ”ê di bersivê de bê.
Silav, li ser pireka nemehrem a ciwan mekruh e, lê ku pîrejin be ew cuda ye.
Silav, li ser yê ku Qur’nê dixwîne, yê ku zikir dike, yê ku destmêj digre,
yê ku xutbê dixwîne û yê ku wa’za dike mekrûh e.
Dema ji civatê rabû sunet e ku silav bide.
Dema kete mala xwe an kete malake vala/bêkes an jî kete mezgefê û kes tê
tunebû, dê bibêjê:
(Musafehe)Toqekirina pîreka xort a nemehrem ne ddurist e.
Toqekirina zilamî bi zilaman re û ya jinê bi jinan re sünnet e.
2- dema te vexwendî bal tiþteki ve kir qebûl bike. Xwedayê Teala bi peyva
xwe ya þîrîn weha ferman dike: “Lêbelê gava ku hûn bêne vexwendin herin mala
peyxember û gava ku we xwarin xwar jî vêca belav bibin (û piþtî xwarinê li
mala peyxamber xwe noqî sohbetê nekin)”.
Di sünena Ebi dawûd de ji Ýbn,î ‘Umer hatiye ragihandin ku Peyxember (dirûd
silav liser bin) weha gotiye: “ ew kesê ji teref birayê xwe yê misilman ve
bibal tiþteki ve bête vexwendin; vêca ew bersiva wî nede ango gaziya wî
qebûl neke; birastî wî bêemriya Xwedê û Resûlê wî kiriye”. Di Sehîha Muslim
de: “Dema yekî ji we bireyê xwe (yê misilman bibal tiþteki ve vexwend, bila
qebûl bike”. Di peyveke dî de: “dema yek ji we bibal xwearina dawetekê ve
hat vexwendin, bila qebûl bike (here ser xwarinê).”
Di kitêba binav El-Ýqna’ de weha hatiye: Dema ji teref misilmaneki ku xeyda
pê re ne dirist be û malê wî paqij û ne heram be vêca te vexwendi bala
xwarina dawetê kir; di roja yekem de çûyîna ser xwarina dawetê wacibe.
Lêbelê dema yê hatî gazîkirin nexweþ be an bi nexweþekî ve meþxûl be an
çavdêrê li ser malekî be an li cem yeki karmend be vêca destûra wî tunebe an
pir germ an pir serma be anjî baraneke ku cilê wî þil bike bibare; hingê
çûyîna ser xwarina dawetê ne wacib e.
3- Dema bi te biþêwire, lê þiretan bike. Xwedayê TEala di Qur’ana kerim de
ferman kiriya: “Bi rastî musilman bes jibo hev bira ne” û dema Qur’an ji
axlaqên peyxemberan diaxive: “..û ez ji we re þîretkarekî pêbawer im.”
Di Buxarî û Muslim de hatiye ku Cerîrê kurê Abdullah dibêje: “Min li ser
kirina nimêjê biberdewamî, dana zekatê û ku ez pend û þiretan li her
musilmanî bikim” bi peyxember re peyman danî. Û hedisa ku Enes hatiye
ragihandin de Peyxember (dirûd silav liser bin) gotiye: “Ki ji we tiþta ji
xwe re dixwazê heyanî wê ji birayê xwe yê musilman re jî nexwazê, ew î
bawerî (ya tekûz) neaniye”.[1][1]
Di hediseke din de ku Temîmê Darî radigihîne, Peyxember got: “Din nesihet
e”. Me jê re got: Nesihet ji kî re ye ey Resûlê Xwedê? Peyxember (dirûd
silav liser bin) got: “Ji Xwedê re, ji kitêba Wî re, ji Peyxemberê Wî re, ji
pêþîvanên misilmanan re û ji tevê misilmanan re ye”.[2][2] Vêca “nesîhet”
sitûna dîn û berpiþta wî ye.
Nesîheta li tevê misilmanan: mana wê ev e ku di derbarî dinya û axrete wan
de, li ser berjewendiyên wan, wan serwext bike û ji wan re arîkarbe.
Þermegeha wan veþêre, zirarê ji wan dûr bike, qenciyê berbiwan ve bikêþe,
fermana bi qenciyê li wan bike û ji neqenciyê wan vekþîne, ji mezinên wan re
rêz bigre û li ser biçûkan dilovanbe.
Nesîhet, ferz û kifaye ye. Dema yekî ew bikaranî; pêwistî li ser yên din
radibe. Li ser her kesî li gorî hêza wî erkeki lazimî ye.
Mana hedîsa li jorîn; ango dema kesekî ji te þiretek daxwazkir; wacibe li
ser te ku tu þîreta qenciyê lê bikê. Lê dema ji te daxwazeke weha çênebû
hingê ne wacib e lêbelê nesihetkirin ji rewiþtên islama pîroz e.
4- Dema piþikî û hemdê Xwedê kir; jê re du’a bike. Þekl û awayê vê herweki
di Sehîha Buxarî de ji Ebuhureyra hatiye ragihandin ku peyxember (dirûd
silav liser bin) gotiye: “dema yek ji we piþikî bila bibêje: pesn û sipasî
her ji Xwedê re bê. Êdi birayê wî yê misilman bila bibêje: Xwedê rehma xwe
li te ke. Disa yê ku piþikî di bersiva wî de dê bibêjê: Xwedê (li ser
qenciyê) we serwext bike û rewþa we baþ bike”.
5-Dema nexweþ ket serî lêde, pirsa rewþa wî bike. Di cami’a Tirmizî de Ali
(Xwedê jê razîbe) dibê min ji peyxember sehkir ku digot: “Çi musilmanê ku
here serlêdana nexweþekî di danê sibê de; heyanî lê bibe êvar heftê hezar
melaiket her jê re du’a dikin û eger evarê her seredana wî; vêca heyani
sibehê jê re du’a dikin…….”.
Di Sehîha Buxarî û Muslim de ji diya me Hz. Aiþe hatiye ragihandin ku
peyxember (dirûd silav liser bin) diçû seredana xwediyên xwe yên nexweþ, bi
destê xwe yê rastê ser wan vedimaliya û digot: “Xwedêyo! Xwedayê mirovan!
Nexweþiyê bibe, þefa bike, Tu yî þefakar, ji Te pê ve tu þefakar tune, wisa
þefa bike nexweþîyê nehêle .
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Arþîva Gotarên
Foruma HEVBEÞ
|