|
Ger Kurd hestiyar bin medyaya Kurdî dikare
zûtir pêþkeve
11 Tebax(Gelawêj),
2007 weþandin:18:26:19 (GDK)
MEDYA-ANALÎZ
(HAWAR) -- Medyaya Kurdî di salên dawî di hemû beþên medyayayê
pêþdikeve.Niha bi dehan tv û radyo,weþanên înteraktîf ya nûçe û
agahîyan(malper),bidehan rojname û bi dehan kovar li Kurdistana Azad,li hemû
beþên Kurdistanê û li Ewrûpa weþanê dikin.
Lê hin jî pirsgirîkên wekî dezgeh bûn,profesyonelî,kêm bûyîna reklam û rewþa
aborîya dijwar,meseleya elfeba,ji xeynî Kurdistana baþur astengên dewletên
dagirkerên Kurdistanê,keþeya partîvanî û ne serbixwe buyîna medyaya Kurdî û
hwd... berdewamin.
Di belaviya erk û xebatan ya di têkoþîna serxwebûna Kurdistan û
pêþxistin-parastina þaristanîya Kurdî û pêþketina aborî de bareke mezin bi
qasê partî û rexistinan dikeve ser milê medyaya Kurdî.Wisa dixuye ku ji ber
pêþketinên global di warê teknolojî û medyayê de ger Kurdistan bi temamî
serbixwe be jî êdî girîngî û hêza medyayê li Kurdistanê ji rêza duyemîn
kêmtir nebe.
Ji ber ku înternet cihêkî azad e,erzan e û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi
hêsanî xwe înternetê de gihandin astekê baþ.Em rewþa Cihanê jî bidin ber
çavan ku edî medyaya elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike pêwistîya
pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîk derdikeve holê.Ger înternet hin
zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra medyaya Kurdî cûdatir be him jî
têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd de û pêþetina rewþa politik a
Kurdistanê jî zêdetirîn be.
Problema
esasî aborî ye
Niha li ber pêþketina hemû beþên medyaya Kurdî problema herî sereke problema
aborî ye.Bi taybetî weþanên ku ne girêdayî partiyan e pêwistiya wan çerxa
finansmanê ye.Bê aborî di warê medyayê de pêþketin û berdewamî ne mimkun
e.
Ev yek li hemû cihanê li bi reklaman pêk tê.Bi weþandina reklaman him
weþanên medyayê ser lingan dimînin û pêþdikevin û li gel vê jî þîrket û
dezgehên ku reklaman didin xwe didin nasandin û kar û qezencên xwe zêdetir
dikin.
Di vê rewþê de di serî de sermayedarên Kurd sucdarin ku bo reklam
dayinê weþanên Kurdan bi kar naynin,bê guman baþ têkîlî nedanîna weþanên
Kurdî bo reklam standinê jî faktoreke girîng e.
Alîkarîya Kurdan wek
þexs û reklamên Google'ê
Her wiha Kurdên wek þexs jî di warê medyaya dîtbarî de nebe jî dikarin
alikarîya pêþketina medyaya xwe bibin.Di warê medyaya çapkirî de dikarin bi
avayekî rêkûpêk standina rojname û kovaran piþtgirîya weþanên xwe bikin,bê
guman standin ne têre divê bixwînin jî.
Her wiha di medyaya elektronîk ya Kurdî de jî dikarin bi tiqandina reklaman
alîkarî bidin.Wekî mînak êdî di gelek weþanên online yên Kurdî de reklamên
Google ê hene.Google bi tiqandina wan reklman pir kêm be jî parek dide
malperên ku wan reklman diweþînin.
Ger Kurdan car caran wan reklamên
Google ê bitiqînin
qe nebe wan malperan mesrefên xwe yên weþanê derxînin.
Çima
pêþketina medyaya Kurdî girîng e
Divê kurd jî bîr nekin ku pêþketina weþeneke Kurdî bi giþtî medyaya Kurdî ne
bihêz bûna xwedîyê wan weþanan e.Di têkoþîna serxwebûna Kurdistan û
pêþxistin-parastina þaristanîya Kurdî û pêþketina aborî de bareke mezin bi
qasê partî û rexistinan dikeve ser milê medyaya Kurdî.
Bi medyaya xwe Kurd dikarin hîn bibin,bûyeran fêm bikin,kêfxweþ bibin,xwe
bigêhînin dinyayê,rexistinên xwe beralî bikin,þerê psîkolojîk de bihêztir
bin,xwe pêþ bixînin û biarimînin û gelek tiþtên din...Pêþketina medyaya
kurdî di heman demê de bi hêz bûna her Kurdekî ye di sîstema cihanê de û
pêþketina çand,huner,wêje,ziman,dîplomasîya Kurdî ye jî.
(HAWAR
DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|