|
HAWAR DENGÛBAS û koma medyaya online ya Kurdî HKMG bûn 2 salî
29 Kewçêr,
2007 weþandin:12:12:09 (GDK)
PEYAMA
SALVEGERÊ -- HAWAR DENGÛBAS û weþanên koma medyaya kurdî yê online
Hawar Kurdistan Media Group ku di 29ê Kewçêra 2005'an de dest bi weþanê
kiribûn ketin 2 saliya xwe.
HAWAR DENGÛBAS di nava 2 salan de bi hezaran nûçe û gotarên cur bi cur, bi
sedan wêne û video gihand xwendevanan. Her wiha hin bûyerên girîng ji gellek
weþanênên Kurdistan û Cîhanê zûtir xwendewanên xwe agahdar kir û derbarê
gellek kêþeyên civakî û siyasiya neteweya kurd de xwendewanên xwe agahdar
kir.
HAWAR DENGûBAS di çend mehên dawî de servîsên wek Rewþa Hewa,
Wênealbum, Video, Xaçepirs, Nexþeya Interaktif, Karîkatur xiste xizmetê
xwendevanan.
Weþanên din ya
HKMG wek
KURDISTAN-NETEW,
MÛZÎKKURD.com,
ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com,
WÊJEÛZIMAN.com,
SÎNEMA KURD.com,
KURDISTANTIMES,
ABORÎKURDISTAN.com,
MEDYAYAKURDI.com,
KURDISTAN
MALPER.com,
DIROKUDEWLET,
DFK di nava 2007 'an derbasî konaxa weþana asayî bûn.
Bi
taybetî serketina MUZIKKURD baweriya me gelek zêde kir.
Her wiha amadekariyên bo weþana me ya nû
KURD ONLINE ku porteleke giþtî yê agahý-kêf
yê di konaxa dawîn de ye.
Rola giþtî
yê medyayê û Kurd
Di civakên pêþketî de piþtî sîstema dewletê, ragihandin ango medya
girîngtirîn linga meþandina sîstem û pergala giþtî ye.
Di têkoþîna serxwebûna Kurdistan û pêþxistin-parastina þaristanîya Kurdî û
pêþketina aborî de belaviya erkan di navbera 1-REXISTIN-PARTÎ ,2-MEDYA ,
3-SAZÎ-KOMALE-ÞÎRKET , 4-DEWLETÊ(Niha dewleta
federa ya li baþûrê Kurdistanê) û 5-ÞEXSÊN XWESER de belav dibe.
Rola medyaya Kurdî di warê girîngiyê de di navbera 1. û 2. de ye.
Înternet li dinyayê di salên dawî de gelek pêþdikeve.Tîrajên rojnameyan kêm
dibe û êdî gelek kes ser rojnameyan ser înternetê dixwîne. Her wiha milletên
din her tiþtên xwe veguheztine ser înternetê. Yanî hêza înternetê roj bi roj
zêde dibe. Her wiha divê neteweya Kurd jî cihê xwe ser înternetê di warê
medyayê de bi xurtî bigre.
Armancên giþtî
Armancên HAWAR D. û weþanên HKMG bi giþtî ser wan xalan hatiye ava kirin;
• Pêkanîna agadar kirin, ragihîn û nûçevaniya bi zimanê Kurdî ser xêzeke
Kurdistanî
• Nasandin û pêþxitina
hilberîna mûzîk, zimanê kurdî, wêje, sînema û hîn kirina
zanist ,teknolojî pêþkêþ kirina
çand,huner,ziman û hwd. bi avayekî populerî û balkêþ û agahdar kirina
zanistê
• Bi rexne kirina sazî,rexistin,dezgeh,þaresarî û hwd anîna rojevê ya
kêþeyên sîyasî,civakî û çandî ya gelê Kurd û pêkanîna hestîyarîya civakî û
ragihandina karên partî, rexistinan û dezgehên fermû-hukmî,xurttir kirina
xebatên wan û rexne kirina wan
• Pêk anîna
dîplomasîya sist
• Bi agahî dayîna panel, meþ, konferans, semîner, festîval û hwd. xizmet
dayina çerxa sîstema civakî
• Zêdekirina hejmara weþan
û çavkaniyan
• Kêfê xweþkirin, arimandina
xwendevanê
• pêþxistina reaksiyona gel
• Di weþangeriyê de pêþxistina zimanê kurdî, ji bo ku Kurdî bibe zimanê
sereke ya medyaya Kurdî alikari dayina teþwiq kirina bi kar anîna zimanê
Kurdî û afirandina alternetifan bi zimanê kurdî ji weþanên zimanên xeynî
zimanê Kurdî, dayîna hîsa kurdistanî bûyînê, deþifre kirina kiryarên
dagirkeran li Kurdistanê, pêþî lê girtina asîmîlasyona dagirkeran û hin
bandorên xirab yên globezîsyonê.
• Hewldayin û teþwiq kirina pêþxistina modernizasyona giþtî
• Pêþxistina weþangeriya
tematîk di medyaya Kurdî de
Çend
tespît û avayê xebatên pêþarojê ya HKMG
Ji bo me xala herî girîng ne hejmera sêrlêderan e û emê bênavber gotarên
pesn dayina weþanên xwe jî nekin û tu berî ku tiþtên bezin bên pêk anîn
feydeya manîpulasyonê nîne. Xalên wek tiþtên nû hatine pêk anîn, îstiqrar û
berdewamî, bikaranîna metodên hemdem, þêweya ragihandina naverokê, bingeha
ku tê avakirin, têgihêþtina wêna weþangeriya medyayê di serdema nû de bêtir
girîngitrin.
Ji ber ku di vê serdemê de divê bo bal kiþandin,piþtgirî girtin,bi tesîr bûn
a ser gel û bo kiþandia ser Kurdewarîyê metodên hemdem lazim e. Ji ber ku
Kurd ne xwedî dewletin û alternatîfa her tiþtî di dagirkeran de heye. Divê
êdî her tiþtê Kurdan heta asteke cazîptir bin.Bo vê yekê delfet jî
hene. Di vê qonaxê de êdî ne
mimkune ku ji gel hêvî bikin ku tenê ji ber Kurdî bûna wî xwedî hilberîneke
derkeve.Heta divê em hilberinên xwe ji gelên xwedî dewlet jî pêþketîtir
bikin (bi qasê ku delfet musade dikin) ku valahiya dewletê û sîstemeke
Kurdistanî dagirin heta pêkhatina hedefa dawîn.Ku Kurd ji kurd bûna xwe
zêdetir serfiraz û kêfxweþ be.
Emê jî ser wan esasan hewl bidin ku xizmetên xwe pêþbixîn,n û hewl bidin ku
riyên pêþxistina delfetan jî peyda bikin. Êrîþakarî û zordariya demên dawî
yên dagirkerên Kurd û hewlên wan ên tune kirina destkeftiyên li Kurdistana
azad û têkbirina bizava rizgariîxwaza bakurê Kurdistanê û hemû perçeyan
careke din giringiya yekîtî, yekrêzî û hevxebatîya gelê Kurd me da îspat
kirin. Divê baþ bê þîrove kirin ku dijberên kurd bo çi di serî de weþanên
medyaya Kurdî dikin. Di vê pêvajoyê de berpirsyarî û erkên giþtî yê
medyaya Kurdî jî zêdetir bûye û divê herkes beþ rola xwe baþ bileyze û
girîngîyê bo berdewamî û mayindeyîya wan xebatan bê dayin.
Spasî
Em ji hemû
kesên ku di vê pêvajoyê de piþtgirê me bûne û ji hemû xwendanên xwe re jî
spasiyên xwe pêþkeþ dikin.
Rexne girtin pêngeva pêþîn a pêþketinê ye.
Em hêvî dikin rexne, daxwazî û
pêþiyarên xwe bi her cure ji ser vê formê pêþkeþî me bikin.
Her wiha hûn
dikarin ji malpera dezgehî ya
HKMG zêdetir agahî verbigrin, proje û
weþanên nû û gavên nû agahdar bin.
Birêvebiriya
HKMG
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|