|
Kadro û rêvebirîya DTP hê jî qebûl nakin ku ne serkeftî ne û li pêy hincetan
e
NÛÇE-ANALÎZ: ÞEVÎN ARÎ /
HAWAR DENGÛBAS
31 Tîrmeh,2007
weþandin:03:34:32 (GDK)
Hefteyeke zêdetir ji serhilbijartinên 22 Tîrmehê
bihurî.Di encama hilbijartinan de Kurdan
piþtî 16 salan ketin parlmena Tirkîyeyê.
Lê her çiqas kurd ketibûn jî
parlemenê encam têk çûneke mezin nîþan dike. DTP di vê
hilbijartinan de encama herî xirab ya dîroka xwe stand.Partîyên tevgera
siyasîya kurd ku tevlî hilbijartinan dibûn di 15 salên dawîn de het di him
di tevahîya kurdistanê de dengên xwe zede dikirin û hejmara bajarên kurdan
ku dibûn yekemîn di her hilbijartinê de zêdetir dibû.
Zêdebûn li aliyekî dengên DTP li
Kurdistanê kêm bûn.Girseya ku
berê dengên xwe didan DEHAPê
pirr zêde ber bi AKP ve neçûn.
Çend roje ku di raya giþtî ya
Kurdî û Tirkî de encamên ku DTP standiye tê nirxandin.Li hemû bajarên Kurd
bi taybetî li Amedê encaman bênavber tê nîqaþ kirin.Gelek sedemên þikestina
DTP derdikeve holê.
Her derdor encaman li gor
bendewariyên xwe þîrove dikin.Lê cihê herî girîng ku encamên xirab ya DTP
girtîye binirxîne kadro û rêvebirîya DTP ye.
DTP li pêy hincetên klasîk e
DTP hê jî encamên hilbijartinan wek
þikestinek qebul nake û ev yek jî hêrsa girseya ku ji encaman nerazîne hin
zêdetir bihêrs dike.
Ji ber ku piþtî sal û nîvekî hilbijartinên þardariyan
heye û AKP ji niha ve bo hilbijartinan þaredariyan dest bi xebatan kir û
standina þaredariyên Amedê wekî hedef danîn pêþiya xwe.
DTP jî encamên xirab bi zextên
dewleta Tirk û AKP girêdide ku hman probleman di hilbijartinên berê de jî
hebû.DTP her wiha di havînan de çûyîna Kurdan bo xebatê û bi çend sedemên
din dixwaze encamên xirab îzah bike.Lê diyar nakin ku ka tenê li amedê
daketina %15 bi kurdên ku çûne xebatê dikare bê îzah kirin an na.
Her wiha ketina 22 parlementeran
wekî serkeftinek tê bilêv kirin ku ji xwe kêm an jî zêde di destpêke de xuya
bû ku hin namzet dê bikevin meclîsê.
Nêrîna gel çiye
Li bakurê kurdistanê mijara sereke ya
niqaþên herkesê daketina dengên DTP û zêde bûna dengên AKP ye.Ji niha ve tê
gotin ku dikare AKP di hilbijartinên þaredariyan de di serî de li Amedê
gelek þaredariyên girîng ya Kurdan bidest bixîne.
Di encamên xirab ya DTP de pareke
mezin ya xirabîyên li þaredariyên di destê DTP ye.Bo þaredariyên DTP gilî û
gazincên gelek zêde ye.Gelek kes ji ber karên nebaþ ya di nava þaredariyan
ji DTP veqetiyan.Hinekan çûn nav refên AKP.Hemû kesên ku AKP veqetiyane an
jî dengê xwe dane AKP ne asîmîle bûne.Gelek kes hene ku ji Kurdbûna xwe
veneqetiya ne,Kurdîaxefin û girêdayî Kurdbûnê ne di nava AKP de cîh
digirin.Yek ji sedema sereke ya vê yekê jî rewþa þaredariyên DTP ne.Di
þaredariyên DTP de gelek îhaleyên cur bi cur de sextekariyên mezin têne
kirin.Rexneyên gel bo DTP herî zêde ji ber xizmetên ne rêkûpêk û
pêþketî,nerêzîya hemberî gel,sextekarî,
torpîl,alîgirtin,dizî,rant,berjewendxawazî û bêrêtîye.
Her wiha zimanê ne zelal ya DTP ku
zimaneke ji dûrî gele û her wiha ne zelalî û bêprojeyîya di warên pirsgirêka
kurd û mesleyên aborî de jî rexneyên tuj ya gel heye.Li gel zimanê dûrî
gel,helwestên dûrî rastiyên ku ku di serîda hestîyarîya olî û civakÎ ya
Kurdan e jî bûye sedema deng nedaîna DTP.Her wiha þaþiyên ku di di diyar
kirina namzetan de jî yek ji gazinca xelkê ye.Her wiha
Di nêrînên neteweyî ya Kurdan de
guhertinek mezin pêk nehatiye .Problemên esasî ji ber politikayên DTP
derdikeve holê.
Di beþeke Kurdan jî ji ber li þûna
pêk anîna bloka Kurd bi partiyên wek HAK-PAR,KADEP hevkarÎ danîna bi
çepgiran jî dengê nedane DTP.
Analîza nêrînên gel
Gelê Kurd ji daxwazên neteweyî
veneqetiyaye.Bi dehan salin Kurd gelekî berdel dane.Gelek westiyan e. Lê
hedefan pêk nehatiye.Lê piranî hê jî girêdayî eslê xwe ne.Xwedî hessasîyetên
kurdewarî ne jî.Lê êdî Kurd ji bo ku bijî,ji bo nifeþek nû yê baþ pêk be û
bihêz be û weke mirov bijî dixwaze ku li gel pirsgirêkên neteweyî problemên
xwe yên din jî bê çareser kirin.Dixwaze ku hemû daxwazîyên wî bê dîtin.Hemû
hessasiyetên wî bê fem kirin.Wê demê têkoþîna bo nirxên neteweyî jî
watedartir be.Gelê bakurê Kurdistanê hê jî amadeye ku piþtgirîyê bide
tevgerên xwe yên siyasî.
Ger partiyeke Kurd ya xwedî
perspektîfeke xurt,xwedî projeyên eþkere him di warê
pirsgirêka Kurd de û him jî di problemên aborî û civakî û rojane de,xwedî
kadroyên pêþketî,profesyonel,rast û dirust,nêzî gel,bê dêk û dolab,xwedî
biryarên li gor daxwaza îredaya Kurdan,xwedî hestiyarîya olî û
nirxî, xwedî politikayên Kurdewar û heman demê de serbilind û heman
demê de hevgirtî û heman demê de ne-kemalîst,ne bêserûpê ,xwedî
zimaneke vekirî,eþkere, zelal û nêzî zimanê gel û bi her avahî cidî
û xwedî metodên modern û pêþketî û xwedî namzetên nêzî gel,ji nava
gel,gor daxwaza gel,bi tecrube û cidî û ji karên qirêj,ji dizî,ji
sextekarî,ji bêhurmetî,ji dêk,dolab,fesadî,berjewendxwazî dûr û xwedî
biryarên birûmet û nêzî gel û dûrî þer û nakokÎyên navxwe hwd.. di
holê de bûye piraniya Kurdên ku dengê xwe dane AKP wê bidana wê partiyê.Lê
li hemberî zimanê zelal û nêzî gel,nêzî nirxên olî û sosyal û
însanî,hêz,profesyonelî, çalakî,bi biryarî û propganda û xebata xurt ya AKP
partiyeke kurd tune bû ku Kurdên ku dengê xwe dane AKP dengên xwe bidana wê
partiyê Kurd.
Ger partiyeke Kurd û Kurdewar ku
xwedî taybetmendîyên teknîkî û kadroyî û hestîyarî(olî,aborî û sosyal) û
mirovî û zelalîya zimanî û wêrekî de evkêþî AKP hebûya bê guman
Kurdan wê li þuna partiyeke Tirk dengê xwe bidana wê partiye Kurd.(HAWAR
DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|