|
Beþa Kurdistan
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa, ji sedema valakirina gundan Tirkiye mahkum
kir
14
Tîrmeh, 2006 12:32:23 (GDK)
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa, li ser 3 dozên dijî Tirkiyê hatibûn vekirin
biryar da.
Dadgehê, ji sedema valakirina gundan Tirkiye mahkum kir.
Þêniyê gundê Boydaþ yê girêdayî navçeya Dêrsimê Xozatê, ji sedema artêþa Tirk
gundê wan dabû vala kirin, serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa dabûn.
Dadgehê mesrefên dadgehkirinê jî di nav de Tirkiye bi 289 hezar euro
tazmînat-dayînê ceza kir.
Þêniyên gundê Boydaþ yê girêdayî navçeya Dêrsimê Xozatê, di sala 1994an de ji
aliyê hêzên çekdar yên artêþa Tirkiyê, bi wêrankirina xaniyan, bi tarûmar
kirina mal, bi darê zorê ji gund hatibûn koçber kirin. Lewra serî li DMME
dabûn.
Dadgehê bi biryara sala 2004an, Tirkiyê gunehkar kiribû ku li gorî peymana Mafê
Mirovan ya Ewropa û
kanunên jiyana taybet ya malbatan birêziyê nîþan nade, parastina mulkiyetê pêk
nayîne, û diyar kiribû ewê
piþtî demekê biryara tazmînatê eþkere bike.
Dadgehê, Kanuna vegera gund û dana tazmînatê ku Tirkiyê piþtî sersalê derxist
bes dîtibû û ji bo niheqiyên
wiha dadgehên Tirkiyê weke adres nîþan dabûn.
Lê, DMME serlêdana Abdullah Doðan û malbata wî ku berî Tirkiye vê Kanunê di
parlamenê re derbas bike li
ber çavan girt û biryara cezayê pereyan da.
Li gorî biryarêm ji bo 15 ferdên malbatê, serê mirovekî 14 hezar û 19 euro, bi
giþtî 289 hezar euro tazmînatê
bête dayin.
Maxdurên xwediyê dozê ku vegeriyane gundê xwe, hê jî hedefa hêzên artêþa
Tirkiyê ne.
Roja 4ê Temmuza derbasbûyî topa hawanê avêtibûn mêrga gund. Li ser serlêdana
malbata di kon de dijî,
eskeran wiha bersiv dabû: Gelo ev ne kevirekî ezmanî ye?
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa îro jî, ji bo 2 dozan, bi armanca çareseriya
dostane biryar da ku 9 hezar
500 euro da bidin Ender Imrek û Mehmet Okatan.
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|