|
Beþa Kurdistan
Tirk
ji serdena serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî tengezarin
12 Tîrmeh, 2006
16:13:32 (GDK)
Medyaya Tirkî li ser serdana Dr. Nûrî Malikî serokê wezîrên Iraqa federal bo
Kurdistanê, nerînên cûda belav kir.
Bi taybetî jî ew histîryaya ku ragihandina Turkya pê kevtîye, çimku Kurd li
Kurdistana Iraqê li pêþ kevtîye. Her ku pêþkevtinek nû jî li Kurdistana
Iraqê çê dibe, Turk wê wek propagandeya dewleta Kurdî dixin nêv ragihandina
xwe.
Evê carê, li ser serdana Malikî ya Kurdistanê wiha gotin..ku Malikî bi
sirûdê Ey Reqîb pêþwazî lê hatîye kirin û di dema pêþwazîkirinê jî de, alaya
Iraqê nehatîye bilindkirin.
Medyaya Tirkî, dîtina wêneyê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Malikî wek
bingehek ji bo diristkirina dewletek Kurdî da nasîn. Medyaya Turkî weha jî
pêþan da, ku sirûdê Ey Reqîb û nebilindkirina alaya Iraqê di pêþwazîkirina
serokê wezîrên Iraqa federal de, destpêka diristbûna dewleta Kurdistanê ye.
Serdena Nûrî
Malikî
Dr. Nûrî Malikî
serokê wezîrên Iraqa federal di serdana xwe ya di Kurdistanê de hevdîtin û
civînÊn cur bi cur bi rêvebirên Kurdistana azad re pêk anî.
Li hola yekê
þubatê li serokatîya encûmena wezîrên herêma Kurdistanê li bajêrê Hewlêrê,
bi nûnerên partî, alîyên siyasîyên Kurdistanê, rêxistin, sendîkayên pîþeyî û
cemawerîyên komela bajêrî û mamostayên zankoyê re kombûnek danî.
Di vê kombûnê de, behsa pêþveçûnên evê dawîyê yên siyasî li Iraqê û projeya
aþtîya nîþtimanî û karên terorîstan hat kirin. Weha hat nîþandan ku ev karên
tund û dijwar, ji bo safîkirina hesabên çend welatan e, ku dixwazin bi
Amerîka re bibînin. Ji bilî ku ew karên dijwar, ji hizr û ramanên kufrandinê
tên.
Malikî da zanîn, ku ew dê ji bo nebûna þerrê navxweyî û tivêjeyî, hemû
pîkolan bi kar bixîne. Peywendîya nêvbera herêma Kurdistanê û Iraqa federal
jî, alîyekî dinê gotinên Malikî bû. Piþtî hingê, çend pirs ji Malikî hatin
kirin û çend têbînî jî ji alîyê amadebûyan
Nûrî Malikî di hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
de
li ser mesela ku çend kompanyayên
biyanî hatine da ku petrolê li Kurdistanê derxînin û ev yek jî arêþeyekê di
nêvbera herêma Kurdistanê û hukûmeta navendî de çê bike,îxûya
kir û got;" ku evaya nabe jêderekî milmilaneyê. Ji ber ku wezîrê petrolê
hatîye Kurdistanê û piþtî hingê dê þandeya Kurdistanê jî bê Baxdadê."
Serokê wezîrên Iraqa federal li ser projeyê aþtîyê û geþkirina aborîya Iraqê
got.. ku çend grûpên dijber dixwazin çoga hukûmetê biþkînin û aþtîya
nîþtimanî beravêtî bikin. Ew kesana êrîþî jin û zarokan dikin. Belê
berdewambûna evê rewþê weha li me nake, ku em sazkirin û avakirinê ji bîr
bikin. Heta niha, gelek bersiv ji alîyê grûpên dijber ve ji me re hatine, ku
dixwazin beþdarîyê di prosesa aþtîya nîþtimanî de bikin. Lê di heman demê jî
de, hinek alîyan bi rengekî aþkira neqayilbûna xwe li ser projeyê aþtîya
nîþtimanî dane pêþ. Belê em bi xwe, bi her rengekî amade ne, ku dan û
standinê bi her grûpekê re bikin, ku ew grûp bawerîyê bi xebata siyasî bîne
û tundî û dijwarîyê ret bike.
çavkanîya
giþtî:ktv,pna
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|