|
Kurdistan
Pêywendîyên Kurdistan-Brîtanya pêþdikeve
08 Tîrmeh, 2006 12:19:21 (GDK)
Serokê
hukûmeta Kurdistanê û wezîrê dewletê yê kar û barên rojhilata navîn li
wezareta derveya hukûmeta Brîtanya, konferenseka rojnamevanî ya hevbeþ saz
kirin.
Di konferensê de Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta Kurdistanê dîyar kir, ku
di kombûna herdu alîyan de behsa peywendîyên nêvbera Brîtanya û Kurdistanê
hatîye kirin û behsa wan astengan jî hatîye kirin, ewên ku niha rastî herêma
Kurdistanê hatine.
Di
destpêka evê kongireya rojnamevanî de serokê hukûmeta Kurdistanê ragihand,
ku li kombûna bi wezîrê dewletê yê kar û barên rojhilata navîn li wezareta
derveya hukûmeta Brîtanya re, guft û go li ser peywendîyên Brîtanya û
Kurdistanê, prosesa siyasîya Iraqê bi giþtî, qanûna berhemanîna li
Kurdistanê, bi cihkirina maddeya 140 a destûra hemîþeyîya Iraqê û ew
astengên ku niha li Kurdistanê hene, hatin kirin.
Piþtî hingê, Kîm Howells wezîrê dewletê yê kar û barên rojhilata navîn li
wezareta derveya hukûmeta Brîtanya; kêfxweþîya xwe ji bo evê serdanê da
xuyakirin û ragihand: < Bê goman ev dem ji xelkê Kurdistanê re giring e û me
di evê serdanê de bi giringî li ewan amadebûnan nerîye, ewên ku ji bo
pîlandanîn û biwarên dinên li Kurdistanê hatine kirin.
Kîm Howells weha jî got: " Niha li Kurdistanê berhemanîn û demokrasî li pêþ
dikeve û rola min jî di evê serdanê de ew e, ku peywendîyên nêvbera Brîtanya
û Kurdistanê bi hêz bibin û em dê bi berdewamî alîkarîya we bikin, da ku hûn
xewnên xwe bi cih bînin û di rewþek xweþ jî de bijîn."
Paþê.. di bersiva pirsekê de, ku li ser kiþandina hêzên Brîtanya ji Iraqê
bû, Kîm Howells got: " Bawer bikin, em dixwazin ku ewledarî li Iraqê çê
bibe. Ji bo radestkirina dosyaya ewledarîyê jî, em bi berdewamî hêzên Iraqê
geþ dikin, da ku bikaribin evî erkî bi cih bînin.(ktv)
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|