|
Beþa Kurdistan
Serkirdayetî katî partî dîmukiratî Kurdistanî rojava daway otonomî rasteqîne
le Sûrîya dekat
18 Tîrmeh, 2006
17:32:12 (GDK)
Bzutinewey
jiyanewey serkirdayetî katî Partî Dîmukiratî Kurdistan ( suriya) daway
otonomî rasteqîne bo kurdistanî suriya dekat, emeþ wek seretayek, taweku
fîdraliyetî rasteqîne le seranserî suriya dête arawe.
bzutinewey jiyanewey serkirdayetî katî partî (1970), le kobûnewe
naasayekeyan, biriyariyan leser em xalaney xwarewe dawe:
1- Desturî suriya be þêweyekî resmî dan be hebûnî kurd dabinê, wek netewey
duwem le wilat, ke rêjeyan 20% danîþtwanî suriyaiye.
2- Rêzgirtin le kurd le diyarkirdinî çarenûsiyan le çwarçêwey yekêtî
nîþtîmanî, mebestman le mafî çarenûs: otonomî rasteqîneye u berdewambûn le
xebat, taweku fîdraliyetî rasteqîne seranserî suriya degirêtewe.
3- Nehêlanî þuwênewarî siyaset u pirojekanî dagîrker, ke ledijî mafekanî
gelî kurd le kurdistanî suriya cêbecêyî kirduwe.
4- Qerebûkirdinewey kurde koçpêkirawekan, betaybetî ew xêzananey ke leser
destî rjêmî tawanbarî be's rûberuwî zulm u ziyanî madî u me'newî bunetewe.
5- Pabendibûn be binamakanî raperînî qamîþloy xoragir, royþtin leser rêgay
þehîdan, ta bedîhanî serkewtin u szadanî tawanbaran.
6- Daninan be gelî kurd, wek rastiyekî mêjuwî u cugirafî.
7- Karkirdin le pênawî hawpeymaniyetiyekî kurdî giþtgîr le kurdistanî
suriya, emeþ be piþt bestin be stiratîjiyetî yekirêzî, ke lelayen serokî
nemrî neteweyî mela mstefa mhemed barzanî le 1970 nexþey bo kêþrawe.
8- Sud wergirtin le ezmûnî kurdistanî fîdral u yarmetîdan u palpiþtî kirdin
le buniyadinanî kurdistanî fîdral be serokayetî biray hêza, serok mesud
mstefa barzanî.herweha harîkarîkirdin legel 'êraqî fîdral be serokayetî
serok celal talebanî.
9- Karkirdin u xebatî hawbeþ legel giþt hzbe dîmukirasiyekanî suriya u
'erebî, ke baweriyan be dîmukirasî rasteqîne u mafe neteweiye rewakaniman
heye.
10- Xebat kirdin ledijî hemû þêweyekî tîror u tundrewî aynî le nawçeke u
cîhanîþ.
11- Nehêlanî hemû core çekêkî qedexekiraw, betaybetî çekî komelkuj le
nawçeke u cîhan.
12- Bestinî peywendî baþ legel hikumetekan u hêze dîmukirasiyekanî cîhan, ke
baweriyan be mafî gelan heye le diyarkirdinî çarenûsiyan.
13- Pabendibûn be stiratîjiyetî yekirêzî barzanî nemr, wek binemayekî
neteweyî, emeþ bo dozînewey rêgay çareserî bo giþt kêþe helwesrawekanî
kurdistan.(pna)
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|