|
Beþa Kurdistan
Nêçîvan Barzanî;" Dadgeh li ser Siyaset û Partiyan e"
27
Tîrmeh, 2006
weþandin:12:49:08(GDK)
Di
kongireke çapemeniyê de, ku îro 27/7/2006an li Avahiya Seroketiya Hikûmeta
Herêma Kurdistan li dar ketibû, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan rêzdar
Nêçîrvan Barazanî, navên Serok, Cîgir û Endamên Dadgeha Nijadiyê(jêkbirin)
li Kurdistanê, destnîþan kir.
Di kongirê de Cîgirê Herêma Kurdistan birêz Umer Fettah, Cîgirê Serokê
Perleman Dr.Kemal Kerkûkî, Serokê Laperînên Perlemanî, Wezîrê Dad di
Hikûmeta Herêm de, Endamên Komîta Yasayî yê di Perlemana Kurdistan de, Serok
, Cîgir û Endamên Dadgeha Temyîzê( Nijadiyê), amade bûbûn.
Di destpêka kongirê de birêz Barazanî fermana ku ji aliyê Hikûmeta Herêm ve
hatiye der bona binavkirina Serok û Endamên Dadgehê, destnîþan kir:
Li gorî Fermana bi jimara 63 yan, a di 26/7/2006 de, hatye der, destnîþana
van navên li xwar wekû Serok û Cîgir û Endamên Dadgeha Temyîzê (Cudahiyê),
hate standin ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistan ve.
Her wiha Serokê Hikûmetê, bi navê xwe û yê Cîgirê xwe birêz Umer Fettah û
Endamên Rêxistina Wezarî, pîrozbahiya Serok, Cîgir û Endamên Dadgeha
Nijadiyê, kir. Û hêviyên xwe ji bo serkeftina wan di Erkên wan de, anî
ziman. Û Ev ragehandina rêxistina Seroketiya Dadgeha Cudahiyê li Herêma
Kurdistanê bi pesin da û wek destkeftinek ji destkeftinên Gelê Kurdistan
nîþan kir bi van gotinan:
Ev destkeftin miz û berê projeya Yekbûn, Yekrêzî û Yekzimanî ye a Gelê me û
aliyên siyasî ên Kurdistan ê ye jî.
Her wiha Serokê Hikûmetê da zanîn ku:Em wekû Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi
Desalatiya Yasa ve em xwe girê didin, û di eynî çax de, em doza bicîanîna
Yasa li goreî bêje û pirinsîpên wê, û doza karê Azad û rêzgirtina hersê
deselatan Herêm, ji birêzên di Dadgehê dê, dikin.
Barzanî, rewþa welatên ku dadgeh têde cuda bin, þirove kir. û da zanîn ku
debête ku hemî kes bizanibin ku Dadgehên Herêm ne malkane ye ji kesî re yan
jî ji partiyekê ji wan paryiyên siyasî re, û nabe ku tu kes berpêkan li
pêþiya karê wê dayinin yan jî têkiliyan di karûbarên Yasaiyê de bikin û
debête ku Dadgeh li ser siyaset û partiyan be.(pmedia)
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn
|