|
Beþa Kurdistan
Mehmed
Uzun Vegerîya Kurdistanê
15 Tîrmeh, 2006
17:32:12 (GDK)
Nivîskar Mehmet Uzun ku demek beriya niha bi nexweþiya pençeþêrê ket, duh bi
þev bi balafirê hate Amedê. Uzun, li balefirgehê wiha axivî: "Ez hatime ser
axa xwe. Ez ne ji bo mirinê hatim, ez ji bo jiyanê hatim." Nivîskarê kurd ku
demek beriya niha bi nexweþiya pençeþêrê ket, duh bi þev ji Swêdê hate
Amedê.
Uzun,
ji hêla Rêxistina DTP'ê ya Amedê ve bi merasîmekê hate pêþwazîkirin.
Dîsa ji bo pêþwazîkirina Uzun, Þarederê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr,
dayikên aþtiyê, Serokê Baroya Amedê Sezgin Tanrikulu û nûnerên saziyên sivîl
û sendiqayan û gelek amedî amade bûn.
Piþtî ku Uzun ji balefirê peya bû, ew bi ambulansê rakirin Nexweþxaneya
Taybet a Vînîvîdî.
Di dema
ku ambulans hereket kir de, gelek kesên ku ji bo pêþwazîkirinê amade bûn, bi
çepikên xurt û diruþmên wekî "Gelê kurd bi te re serbilind bû" ji Uzun re
xerhatin xwest.
Ji ber
vê yekê ambulans sekinî û deriyê ambulansê vekirin. Uzun gel silav kir û
wiha axivî:
"Ez hatime ser axa xwe. Bila herkes bizanibe ku ez ne ji bo mirinê hatime.
Ez ji bo jiyanê hatime."
Amediyan Uzun li nexweþxaneyê jî bi tenê nehiþtin û jê re þîfa xwestin.
Hate
ragihandin ku hin hunermandên navdar yên Kurd û bîtanî bo serdana Mehmed
Uzun werin Amedê.
Îro jî
Mehemed Uzun li Diyarbekirê li nexweþxaneyek taybetî dest bi tedawîya xwe
kir. Bi hatina Mehmed Uzun ya ji bo Diyarbekirê, berpirsiyarên nexweþxanê û
serokê odeya tabîbên Diyarbekirê Dr. Adem Dursun hatin cem hev û cîvîneke
çapemeniyê li dar xistin.
Bijîþkên
Nivîskar Mehmet Uzun ku bi nexweþiya pençeþêra mîdeyê ketiye, diyar kirin ku
nexweþiya Uzun di asteya xirab de nîn e, hiþê wî li ser wî ye, gelek
pêdiviyên xwe bi xwe bi cih tîne. Bijîþkan da zanîn Uzun gotiye wî hêza xwe
ya nivîskariyê ji Amedê sitendiye û ewê hêza têkbirina nexweþiyê jî, ji
Amedê bistîne.
(dîha,ajansan)
Girêdanên Pêywendîdar
•
Hezkirina Kurdan Bi
Mehmed
Uzun re ye
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|