|
Beþa Kurdistan
Komeleya Mezluman: “Divê pirsgirêka kurd û hêzên çekdar wekhev neyê
nirxandin”
21
Tîrmeh, 2006 12:32:23 (GDK)
Amed / Nevzat Karakeçî
Serokê Giþtî yê Komeleya Mezluman Ayhan Bilgen, ji ber peyamên xwe yên di
derbarê pirsgirêka kurdî de, ji aliyê hêzên tarî yên dewleta tirk ku navê
‘Tugayên Tolgirtinê yên Tirk (TÝT)’ li xwe danîne ve, gefa kuþtinê lê hat
xwarin. Ayhan Bilgen, herweha ji ber heman sedeman, gellek caran ji aliyê
hêzên îslamî ve jî, bi rexneyên tund hatibû rexnekirin. Hatiye diyarkirin ku
van hêzên tarî, ji Ayhan Bilgen xwestine ku dev ji serokatiya Komeleyê
berde.
Rêvebiriya Giþtî ya Komeleya Mezluman, li ser vê yekê daxuyaniyek belav kir
û di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ew peyamên ku bûne sedemê geflêxwarina
Serokê Komeleyê Ayhan Bilgen, ne peyamên wî yên þexsî ne, peyamên fermî yên
Komeleyê ne.
“Em ji tevê malbata mirovatiyê û ji tevê çînên civatê re di eynî duriyê de
ne”
Komeleya Mezluman, di daxuyaniya xwe de bîr û rayên xwe yên di vî derbarî de,
weha eþkere dike; “Peyamên serokê me, di nav raya giþtî de herçiqas wek bîr û
rayên wî yên þexsî hatibin nirxandin jî, lê ev yek, ne rast e. Em dubare dikin
ku ew peyam, ne peyamên wî yên þexsî ne.
Ew, bîr û rayên fermî yên Komeleya me ne. Komeleya me, ji destpêka damezrandina
xwe û heta niha tu car ferqî nexistiye navbera gelan û mirovan û wek prensîb
jî, komeleya me, ji tevê malbata mirovatiyê û herweha ji tevê çînên civatê re
di eynî duriyê de ye. Heta niha tu car di van prensîbên me de tu guhertinek çê
nebûye û çê nebe jî.
“Em li dijî her neyasayî û tundiyê radiwestin”
Em carek din dibêjin; ji ber çi sedemî dibe bila bibe, ji aliyê kî/ê ve dibe
bila bibe, li dijî kî/ê dibe bila bibe, ger bêhuqûqî û tundî, bê bikaranîn, em
li dijî vê yekê radiwestin û vê yekê napejrînin. Em li ser wê baweriyê ne ku
nirxandina pirsgirêka Gelê Kurd û hêzên çendar ya di heman katagoriyê de,
nirxandineke rast nîne û ev yek, pirsgirêkên vî welatî çaresr nake.”
Komeleya Mezluman, di dawiya daxuyaniya xwe de diyar dike ku ji niha û pêve jî,
wê li dijî her bêhuqûqî û binpêkirina mafên mirovan rawestin û helwestên wan
yên bi vî rengî, wê dom bikin.(pukmedia)
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|