|
Beþa Kurdistan
Ji
KNK'ê bo pêþvebirin û parastina kurdî biryarên nû
12
Tîrmeh, 2006 09:43:26 (GDK)
Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KNK'ê bi armanca pêþîlêgirtina asîmîlasyon
û otoasîmîlosyonê, biryarên nû girtin û bang li kurdan kir ku xwedî li
zimanê xwe derkevin. Di civîna komîsyonê de hate destnîþankirin ku kurdî di
jiyana kurdan de di astek pir kêm de tê bikaranîn û ev yek jî talûkeya ji
holêrabûna kurdî bi xwe re tîne. Her wiha di civînê de '14'yê gulanê' wekî
roja 'Cejna Zimanê Kurdî' hate qebûlkirin.
Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi
rojevên ji aliye teorîk û pratîk ve pirsgirêkên kurdî û perwerdeya bi kurdî,
astengiyên li pêþiya ziman û riyên çareseriya pirsgirêkan li hev civiya. Di
civînê de hate destnîþankirin ku kurdî li Tirkiyeyê û li hemû deverên
dîasporayê di warê pratîkê de, di asteya talûkeyê de kêm tê axaftin û di
warên têkilî, danûstandin, nivîskarî û weþangerîyê de jî kêm tê bikarînan.
Di civînê de hate tespîtkirin ku ligel vê qusûr û kêmasîya neaxaftina ziman,
nebûna perwerdeya kurdî jî vê kêmasîyê kûrtir û girantir dike. Komîsyonê li
ser vê bingehê biryarên nû girtin û pêþniyarên pratik ji bo hemû sazî û
dezgehên kurdan kir. Di encama civînê de komîsyonê bi sernavê 'Hewara KNK'ê'
bangaweziyek jî kir û wiha got:
'Talûkeya herî mezin bêberpirsayarî û xwepiþaftin e'
"Komisyona ziman û perwerdeyê, ligel hazirîyên xwe yên teorîk û pratîk, hemû
kar û xebatên organîzasyonên polîtîk, sosyal, kulturî û hunerî yên ku
endamên KNK'ê ne, dane ber çav û li goreyî þert û hewcehiyên îro gihiþte wê
bawerîyê ku zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê û li qadên dîasporayê di nava
talûkeyê de ye. Talûke ji du aliyan ve heye. Yek êrîþkariya dewleta
Tirkiyeyê û asîmîlasyon. Xemsariya kurdan bi xwe û otoasîmîlasyon
(xwepiþaftin). Ji bo balkêþana ser vê pirsê û rê li ber girtina prosesa
asîmîlasyona dewleta Tirkiyeyê û xemsarî û bêberpirsiyariya kurdan bi xwe,
dê çalakiyên ji bo dema navîn û demê dûr bên kirin."
'14'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî' hate qebûlkirin
Her wiha di civînê de ji bo balkiþandina ser ziman '14'ê gulê' wekî Roja
Cejna Zimanê Kurdî hate qebûlkirin û hate xwestin ji sala 2007'an paþve ji
hêla hemû kurdan ve bi awayekî neteweyî bê pîrozkirin. Di civînê de ji bo
fermîkirina zimanê kurdî jî biryara bi slogana 'Ziman Stûna ragirtina
neteweyî ye' 'Kampanyaya zimanê kurdî' bê destpêkirin. Di civînê de hate
daxuyandin ku kampanya berî serdema perwerdeyê û vebûna dibistanan, di 8'ê
rezbera 2006'an de bi ragihandineke çapemenîyê bê destpêkirin.
Di encama nîqaþ û nirxandinên civînê de ev biryar hatin girtin,
*Bi armanca kurdî di nava sîstema perwerdehiyê de bê fermîkirin dê çalakî
bên li darxistin û li dijî polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewleta tirk, bi
çalakiyên demokratîk nerazîbûn bê nîþandayîn.
*Li ser pirsgirêkên ziman, bi taybetî li ser gramerê, dê di nava salekê de
konferansekê bê çêkirin.
*Di nava 6 mehan de di çarçoveya Yekîtiya Eweropayê - pêvajoya endamtiya
Tirkiyeyê- de, li ser rewþa zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî dê
sempozyûmeke polîtîk, akademîk bê lidarxistin û rewþ ji bo her du aliyan jî
bi zelalî bê ragihandin.
*Komîsyon dê li ser rewþa ziman û perwerdeyê li herêmên kurdan û li
dîasporayê raporekê amade bike.
*Ji bo medyaya kurdan cih bide xebatên têkildarî ziman û di vî warî de
tevlêkirina dikeve ser milê xwe bike, dê xebat bêne kirin.
*Ligel nûnêrên dem û dezgehên neteweyî, di 12'ê gelawêja 2006'an de, li
bajarê Almanya, Kolnê, dê civînek berfireh bê kirin û li ser ziman û
perwerdeya kurdî rewþa derfetên xebata hevreyî bê nîqaþkirin.
*Dê bultena zimanê kurdî bê weþandin.
*Arþîva dokument û materyalên li ser zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê
kurdî dê bê girtin.
Her wiha Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KNK'ê bi armanca balkiþandina li
ser girîngiyên ziman û astengkirina asîmîlosyon û otoasîmîlasyona li ser
ziman, bi navê 'Hewara KNK'ê bangawaziyek kir û xwest ku hemû kurd bi zimanê
xwe yê zikmakî biaxivin û xwedî li zimanê xwe derkevin.(dîha)
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|