|
Beþa Kurdistan
"Aferîn
Ji Terorîstîya Te Re Generalê Tirk!"
Tirk terorîzmên xwe bi
"serbilindî" tînin ziman
30 Tîrmeh, 2006
12:13:21 (GDK)

HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Piþtî daxûyanîyên skandanl yê wî generalî
wekî her carê Dewleta Tirk -sîyaset û dawerî- bê denge û li hemberî zêdetir
eþkere bûyîna terorên xwe ser neteweya Kurd di nav bêdengîyeke kûr de
ne.Heta niha bo daxûyanîyên wî hikumet an jî dadgeha sivîl lêpirsîn nedane
destpêkirin.
Þevîn ARÎ /
HAWARDENGÛBAS
Generalê
leþkerî yê teqawid Altay Tokat, di hevpeyvînekê xwe yê nû di kovara tirkî de
got ku wî jî, di wextê xwe de bi destê hin kesan, çend bombeyan daye
teqandin.
Her wiha
got di dema wezîfeya xwe yê li bakurê Kurdistanê de bo tirs û xov bikeve
dilên karmendên dewletê, wî jî di wextê xwe de bi destê hin kesan, çend
bombeyan daye teqandin.
Altay Tokat, li
ser pirsek ya di derbarê bûyerên Þemzînanê de, diyar kir ku “Teqandina wan
bombeyan, çalekiyeke baþ bû. Lê, wan kesên ku li Þemzînanê bombe teqandin
wan kesên ku li Þemzînanê bombe teqandin, ne kêrhatî bûn".Ev jî, ji bo
Artêþa Tirk, bû bêtalihyek
Bi wan
daxûyanîyan gelê Tirk jî matmayî mane ku heta niha wek qehreman lê dinerîyan
niha kêm be jî dibînin ew ne qeremanin lê terorîstin.Niha hêdî hêdî
dêkûdolabên dewleta Tirk ji devên wan derdikeve holê.
Hêjayî gotinê
ye ku serketina Kurdan li Þemzînanê û bi giþtî têkoþîna Kurdan rê li wan
rojan vekir.
Sazîyên
sivîl;"Artêþa
Tirk li Kurdistanê serî li riyên dij qanûnî dide"
Nûnerên Baroya
Amedê jî dan xuyakirin, ku mikurhatinên vî kesî bi awayekî zelal nîþan didin
ku artêþa Tirk li Kurdistanê serî li rêyên dij qanûnî daye û gotin, ewê jî
li dijî vê rewþê serî li rêyên huqûqî bidin. “Altay Tokat, bi þêweyeke
vekirî sûcê xwe îtiraf kiriye."
"Ji ber vê yekê
jî, divê Serdozdarên Dadgehên Amedê û Wanê, li ser mijarê bisekinin û
dosyeyên ku di wan wextan de û ji bo wan bûyerên bombeteqandinan hatine
vekirin, carek din bigrin dest. Lewra, ev daxuyaniyên general, biserên xwe
sûceke mezin e, ji ber vê yekê jî, divê Serdozdarên Komarê bikevin nav
hewldanê û ev general bê darezandin."
Serokê Giþtî yê Mazlûm-Der'ê Ayhan Bîlgen jî der heqê mijarê de daxuyaniyek
da û destnîþan kir, ku bi mikurhatinên Altay Tokat re careke din doznameya
Þemzînanê hatiye piþtrastkirin, ku ji aliyê Dozgerê Wanê Ferhad Sarikaya ve
hatibû amadekirin û dawî li karê Sarikaya anî bû.
Sekreterê Giþtî
yê Komeleya Mafên Mirovan Nejat Taþtan jî di daxûyanîya xwe de got ku ew jî,
ketine nav hewldanê û amadeyî dikin daku doza lêpirsînê, li Altay Tokat
vebikin. Nejat Taþtan, di berdewamiya daxuyaniya xwe de weha dibêje; “ger ev
tiþt, li dewleteke demokratîk pêk bihatan, wê dozdar bixwe biketan nav
hewldanê û do li vî generalî vekiran. "
"Lê, em ne
bawer in ku dozdar, li gor þertên huqûqê wezîfeya xwe bikarbinin. Ji ber vê
yekê jî, em wan dawetê wezîfekirinê dikin. Îtîrafên general didin nîþandan
ku hêzên leþkerî, wezîfeya xwe bi þêweyeke bêhuqûqî bikaranîne û li vê
herêmê mafên mirovan binpê kirine."
Têkîlîya
Altay tokat û Faþîstên Tirk
Altay Tokat, di sala 1999'an de teqawît bûbû û paþê ji lîderê MHP'ê Devlet
Bahçelî re þêwirmendî kiribû, ku MHP wê demê hevkarê deshilatdariyê bû.
Dewleta Tirk li
hemberî skandala mezin bê deng e
Piþtî
daxûyanîyên skandanl yê wî generalî wekî her carê Dewleta Tirk -sîyaset û
dadwerî- bê denge û li hemberî zêdetir eþkere bûyîna terorên xwe ser
neteweya Kurd di nav bêdengîyeke kûr de ne.
Heta niha bo
daxûyanîyên wî hikumet an jî dadgeha sivîl lêpirsîn nedane destpêkirin.
Neteweya Kurd li
Þemzînanê terorîzma bê navber ya Tirkan bi avayekî zelal nîþanî Cîhanê da
Wek tê zanîn li
Þemzînanê Pirtûkxaneya Umut 11 Sermaweza 2005’san de ji alîyê 2 serbaz û
çawiþekî pispor bombe hatibû avêtin û di encamê de M. Zahîr Korkmaz jiyana
xwe ji dest da bû û Metîn Korkmaz jî birîndar bû bû û piþtî bûyerê gelê
Þemzînanê êrîþ biribûn ser erebeya ku ya serbazan bû û bi rojan çalakîyên
gelê þemzînanê berdewam kiribû.
Bi avayekî
zelal eþkere bûyîna Têkîlîya Arteþa Tirk terorkirina gelê Kurd de di
çapamenîya Biyanî û Tirkan de cîheke mezin girti bû.Nijadperestên Tirk ji vê
pêþketinê nerazîn e û dibêjin “tê xwesitin ku rûmeta arteþa Tirk were
þikandin”.
Di dîroka Komara Tirk de ser gelê Kurd bi sedan car bûyerên bi vê rengî hat
kirin lê yekemîn care ku ewqas vekirî sûcdarên bûyerê tên girtin.Bi avayekî
zelal dewleta Tirk bi her avahî (an bixwe-an jî bi destê hêzên din) karên
teroristî dimeþîne.Dewleta Tirkîye xwedî li terora xwe derdikeve dixwaze ser
skandala Þemzînanê û terora xwe bigre.
Pêywendîdar
f

•
Dewleta
Tirk Bi Heman Senaryoyê
xwe Li Ser Dîkê ye

•
Divê Kurd Hiþyar Bin, Armanca
Dewleta
Tirk Çav tirsandin e!
•
Li Tirkîye Plana Hêzên Tarî
Kete Konaxekî Nû
kurdistan
kurdistan kurdistan kurdistan kurdistan
kurdistan kurdistan kurdistan kurdistan
kurdish kurdi kürt kürtçe
kürdistan
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|