|
Beþa Kurdistan
Dewleta
Tirk Bi Heman Senaryoyê Xwe Li Ser Dîkê ye
Dewleta Tirk di her
firesendê de bo pêk anîna armanca xwe ya qirêj hewl dide
nûçe-analîz
HESEN DILGEÞ
weþandin: 20 Tîrmeh, 2006
17:23:42 (GDK)

HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Bi zêde bûna mersaîma cenzayên serbazên
Tirkan dîsa pêla nijadperestîyê bilind bû.Dewleta Tirk bi taybetî
Tirkperwerên faþîst dest bi heqeret û daxwaza zêdekirina zordestîyê ser gelê
Kurd û behsa ketina axa baþûrê Kurdistanê dikin.Medyaya Tirk ji
radigihîne ku Artêþa Tirkeyê amadeyîyên ji bo ketina baþûrê Kurdistanê dike
û dîsa destpêkiriye hêzên xwe li ser sînorê
Kurdistana azad bi cîh dike.Dewleta Tirk di her firesendê de bo pêk anîna
armanca xwe ya qirêj hewl dide.
Bi zêde bûna
mersaîma cenzayên serbazên Tirkan dîsa pêla nijadperestîyê bilind bû û di
medya û raya giþtî yê Tirkan de li dijî PKK nerazîbûnên tund hate nîþan
dan.Dewleta Tirk bi taybetî Tirkperwerên faþîst dest bi heqeret û daxwaza
zêdekirina zordestîyê ser gelê Kurd û behsa ketina axa Kurdistandikin.
Xuyaye ku
êrîþên PKK û kuþtina serbazên Tirk kerî tiþtek naye û tenê zordestîye Tirkan
li bakûrê Kurdistanê zêde dibe û Tirk bo rûxandina Dewleta Federe ya
Kurdistan hincêtan derdixîne holê.
Medyaya Tirk ji
radigihîne ku Artêþa Tirkeyê amadeyîyên ji bo ketina baþûrê Kurdistanê dike
û dîsa destpêkiriye hêzên xwe li ser sînorê Kurdistana azad bi cîh dike. Tê
ragihandin ku hêzên artêþa tirk yên li Geverê bi sedan cemseyan ber bi sînor
çûne û li þemzînan û çiyayê spîrêzê bi cîh bûne.
Wekî meha
nîsanê bi hinceta PKK tê xwestin ku derbasî ser axa Kurdistana azad bê
kirin.Dewleta Tirk di her firesendê de bo pêk anîna armanca xwe ya qirêj
hewl dide.Hêz û dewletên ku dijî pêþkatina Kurdanin jî li dû vê armancê nin.
Îran piþtgirîya
xwe bo Dewleta Tirk ragihand
Piþtî hewldan û
daxûyanîyên dawî ya Dewleta Tirk Îranê jî piþtgirîya xwe ji têketina hêzên
Tirkan bo Kurdistanê re ragihand.Feyrûz Dewlet Ebadî balyozê Îranê li Enqerê
ragihand ku welatê wî dê piþtgirîyek temam ji Turkîyê re bike di proseya
leþkerî de li dijî endamên PKK ê li "bakurê Îraqê"(baþûrê Kurdistanê).
Rêveberîya Kurdistana
Azad,DYE û ya Iraqê nerazîbûneke tund nîþan da
Li alîyekî din
rêveberiya Iraqê, Kurdistana azad û rêveberiya Waþingtinê(Wasington) jî li
dijî operasyoneke muxtemel a li ser Kurdistana azad, nerazîbûna xwe nîþan
da.
Piþtî
þêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Muwaffak El Rubayî, serokwezîrê
rêveberiya Baþûrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî jî li dijî operasyoneke
muhtemel a artêþa Tirk li derveyî sînoran nerazîbûn nîþan da.
Barzanî her wiha bi bîr xist ku mijara PKKê bi awayekî yekalî û tedbîrên
eskerî nayê çareserkirin.
Balyozê DYAyê ê li Enqerê Ross Wilson jî îro ragihand "nabe ku Tirkiye bi
serê xwe tenê hereket bike. Me
ev mesele berê ji xeber da ye. Mesela PKKê ê di hundurê Îraqê de bê
çareserkirin."
Li aliyê din, piþtî balyozê Emerîkayê yê Enqerê, berdevkê wezareta karê
derve yê Emerîkayê Þan Mek Kornek Tirkiye hiþyarkir ji bo bi biryareke
yekalî tevnegere.Mek Kormek di civîna çapemeniyê de daxuyakirin ku eger
Tirkiyê operasyoneke li derveyî sînoran pêk bîne, wê Emerîkayê piþtgirîyê
nede.
Rayedarên Emerîkayê li ser operasyonek koordîneyî ya Tirk û Îranê gotin; 'Ev
yekê bibe rewþeke bi fikar' .Tevî vê yekê jî serokwezîrê Tirkiyê Recep
Tayyîp Erdogan îro danê sibê dubare kir ku çi gava hewce dike wê biavêjin.
Di hefteya dawî de çi bû?
Li ser hev di
hefteya dawî de 17 serbaz,3 polîsên Tirk û 2 cerdevan mirin.Li bakûrê
Kurdistanê li Bidlîsê mayînek di erebeyekî leþkerî ya Tirk de teqîya di
encam de 5
serbaz mir û 4 kesên din jî birîndar bûn. Li gor agahîyan dema ku serbazên
Tirk operasîyonê dizivire li gundê
Îçgecîtê saet di 18:30 de mayîn diteqe di encama vê de 5 serbaz mir û 4
serbazên din jî birîndar bûn.
Serbazên ku jîyanên xwe ji dest dane navên wan evin, Hakan Toydemîr,
Hayretîn Karabiyîk, Nurdogan
Zorgun, Erdal Kavali û Ramazan Okur. Serbazên ku birîndar bûne navê wan
evin, Osman Kaya, Orhan Çetîn,
Ahmet Salkim û Îmdat Çelîk e. Her wiha 3 roj
berê jî li navçeya Erûha Sêrtê pevçûnekî di navberê hêzên Tirk û di
naveberên
endamê PKKê de derket. Di encam de 1 cerdevan û 7 serbazên Tirkîyeyê hate
kuþtin.
Ser wan bûyeran, encumena
Bilind ya þerê Terorîzmê ya dewleta Tirkiyê bi serokatiya wezîrê derve
Ebdullah Gul û bi amadebûna Wezîrê
Dadê, wezîrê Navxweyî, general Fewzî Turkir fermanderê hêzên Cendirme,
general Iþk Koþonar cîgirê
serokerkanê artêþa Tirkiyê, Sekretêrê giþtî yê esayiþa Tirkiyê Yigit
Alsogan, serokê istîxbarata Tirkiyê (MIT)
Cemal Ozkurn û birêvebirê esayiþa Giþtî Kokhan Amîrnir civînek li dar xist.
Li Tirkîye hemû
hêzên faþîst jî piþtgirîyê dan plana ketina axa baþûrê Kurdistanê.Piþtgirîya
herî tund ji aliyê serokê CHPê Deniz Baykalê ku mixrikê serokwezîr Erdogane
ye, hat îlankirin! Baykal got "eger biryara encûmena wezîran biryarek dereng
jî be, dîsan jî biryarek baþ û bi cîh e" Serokê DYPê jî di peyamên xwe da
balkêþa "aktivîtên terorîstên li Qendîlê" kiþand û ragihand ku ew "bi dil û
can piþtgirî hukûmetê ne" Anavatan, MHP, DSP û BBP jî di daxuyanîyên xwe da
çepêkin xwe ji bo biryarên hukumetê lêdan.
Di civînê de mijarên wek sedemên bitofbûna prosesên çekdarî ên PKK û awayê
rawestandina wan, her wiha awayê rêgirtina li ber çalakiyên PKK di civînê de
hatin nirxandin.
Berdevkê Hukumeta Tirkiyeyê Cemil Çicek piþtî civînê ragihand ku "Divê zext
li ser artêþa Îraqê bê kirin ku
da hêzên PKKê ji baþûrê Kurdistanê bi tevayî ji holê rabe û divê DYA jî
alîkariya wan bike. Çîçek dibêje em
ê li benda helwesta hevkariya navnetewî û mutefîkên xwe bisekinin. çi ji
destê me bê em ê wî bikin. Ji sala
1984an vir ve me çi kiribe, em ê dîsa wî bikin."
Çapemeniya Tirkiyeyê ji radigihîne ku Artêþa Tirkeyê amadeyîyên ji bo ketina
baþûrê Kurdistanê dike û dîsa
destpêkiriye hêzên xwe li ser sînorê Kurdistana azad bi cîh dike. Tê
ragihandin ku hêzên artêþa tirk yên li
Geverê îro bi sedan cemseyan ber bi sînor çûne û li þemzînan û çiyayê
spîrêzê bi cîh bûne.
Sewqîyata nû tê kirin
Tê ragihandin, li sînorê baþûr û rojhilatê Kurdistanê ku bi
mehane qasî 250 hezar leþker lê hatine bicîhkirin, çend rojên dawî yekîneyên
nû lê hatine zêdekirin.
Hate diyarkirin, piþtî civînên bilind ên awerte ku 2 rojin li Enqerê pêk
tên, tevî hejmareke zêde ya wesaîtên
zirxî, ji tabûrên komando yên Bolû û Kayseriyê yekîneyên taybet, di Gever,
Þemzînan û Ebexê re
veguheztine sînor.
Dewleta Tirk
heman senaryoyê dileyze
|