|
Beþa Kurdistan
Dewleta Tirk dîsa li pêy pêkanîna dêk û dolabên xwe ye
Dewleta Tirk û hêzên dijî
pêþketina gelê Kurd di listikên xwe de bi israrin
19 Tîrmeh, 2006
14:31:23 (GDK)

HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan-- Di mersaîma cenzayên wan serbazen de dîsa
pêla nijadperestîyê bilind bû û di medya û raya giþtî yê Tirkan de li dijî
PKK nerazîbûnên tund hate nîþan dan.Dewleta Tirk bi taybetî Tirkperwerên
faþîst dest bi heqeret û daxwaza zêdekirina zordestîyê ser gelê Kurd
kirin.Êrîþên PKK û kuþtina serbazên Tirk kerî tiþtek naye û tenê zordestîye
Tirkan li bakûrê Kurdistanê zêde dibe û Tirk bo rûxandina Dewleta Federe ya
Kurdistan hincêtan derdixîne holê.
Li ser hev di
hefteya dawî de 17 serbaz,3 polîsên Tirk û 2 cerdevan mirin.Di mersaîma
cenzayên wan serbazen de dîsa pêla nijadperestîyê bilind bû û di medya û
raya giþtî yê Tirkan de li dijî PKK nerazîbûnên tund hate nîþan dan.
Li bakûrê
Kurdistanê li Bidlîsê mayînek di erebeyekî leþkerî ya Tirk de teqîya di
encam de 5
serbaz mir û 4 kesên din jî birîndar bûn. Li gor agahîyan dema ku serbazên
Tirk operasîyonê dizivire li gundê
Îçgecîtê saet di 18:30 de mayîn diteqe di encama vê de 5 serbaz mir û 4
serbazên din jî birîndar bûn.
Serbazên ku jîyanên xwe ji dest dane navên wan evin, Hakan Toydemîr,
Hayretîn Karabiyîk, Nurdogan
Zorgun, Erdal Kavali û Ramazan Okur. Serbazên ku birîndar bûne navê wan
evin, Osman Kaya, Orhan Çetîn,
Ahmet Salkim û Îmdat Çelîk e.
Her wiha 3 roj
berê jî li navçeya Erûha Sêrtê pevçûnekî di navberê hêzên Tirk û di
naveberên
endamê PKKê de derket. Di encam de 1 cerdevan û 7 serbazên Tirkîyeyê hate
kuþtin.
Dewleta Tirk
heman senaryoyê dileyze
Dewleta Tirk bi
taybetî Tirkperwerên faþîst dest bi heqeret û daxwaza zêdekirina
zordestîyê ser gelê Kurd kirin.
Piþtî
zêdebûneke di þerê çekdarên PKK libakûrê Kurdistan dijî hêzên dewleta
Tirkiyê, encumena
Bilind ya þerê Terorîzmê ya dewleta Tirkiyê bi serokatiya wezîrê derve
Ebdullah Gul û bi amadebûna Wezîrê
Dadê, wezîrê Navxweyî, general Fewzî Turkir fermanderê hêzên Cendirme,
general Iþk Koþonar cîgirê
serokerkanê artêþa Tirkiyê, Sekretêrê giþtî yê esayiþa Tirkiyê Yigit
Alsogan, serokê istîxbarata Tirkiyê (MIT)
Cemal Ozkurn û birêvebirê esayiþa Giþtî Kokhan Amîrnir civînek li dar xist.
Di civînê de mijarên wek sedemên bitofbûna prosesên çekdarî ên PKK û awayê
rawestandina wan, her wiha awayê rêgirtina li ber çalakiyên PKK di civînê de
hatin nirxandin.
Wek tê zanîn roja berê kabîneta hukumeta Tirkiyeyê civîneka taybet bi mijara
'teror'ê li dar xistibû û
rayedarên tirk piþtî civînê di beyanên xwe de îma dikin ku mafê wan heye
operasyonekê li dervayê axa
Tirkîyeyê li darxin.
Dîsa tê ragihandin ku bi taybetî eskerên ku li Bolu û Kayserîyê û ji bo þerê
çiyê (komando) hatine perwerde
kirin, ji bo Kurdistanê tên sek kirin.
Berdevkê Hukumeta Tirkiyeyê Cemil Çicek piþtî civînê ragihand ku "Divê zext
li ser artêþa Îraqê bê kirin ku
da hêzên PKKê ji baþûrê Kurdistanê bi tevayî ji holê rabe û divê DYA jî
alîkariya wan bike. Çîçek dibêje em
ê li benda helwesta hevkariya navnetewî û mutefîkên xwe bisekinin. çi ji
destê me bê em ê wî bikin. Ji sala
1984an vir ve me çi kiribe, em ê dîsa wî bikin."
Çapemeniya Tirkiyeyê ji radigihîne ku Artêþa Tirkeyê amadeyîyên ji bo ketina
baþûrê Kurdistanê dike û dîsa
destpêkiriye hêzên xwe li ser sînorê Kurdistana azad bi cîh dike. Tê
ragihandin ku hêzên artêþa tirk yên li
Geverê îro bi sedan cemseyan ber bi sînor çûne û li þemzînan û çiyayê
spîrêzê bi cîh bûne.
Balyozê DYAyê ê li Enqerê Ross Wilson jî îro ragihand "nabe ku Tirkiye bi
serê xwe tenê hereket bike. Me
ev mesele berê ji xeber da ye. Mesela PKKê ê di hundurê Îraqê de bê
çareserkirin."
Sewqîyata nû tê kirin
Her wiha hate ragihandin, li sînorê baþûr û rojhilatê Kurdistanê ku bi
mehane qasî 250 hezar leþker lê hatine bicîhkirin, çend rojên dawî yekîneyên
nû lê hatine zêdekirin.
Hate diyarkirin, piþtî civînên bilind ên awerte ku 2 rojin li Enqerê pêk
tên, tevî hejmareke zêde ya wesaîtên
zirxî, ji tabûrên komando yên Bolû û Kayseriyê yekîneyên taybet, di Gever,
Þemzînan û Ebexê re
veguheztine sînor.
Dewleta Tirk û
hêzên dijî pêþketina gelê Kurd di listikên xwe de bi israrin
Wekî meha
nîsanê bi hinceta PKK tê xwestin ku derbasî ser axa Kurdistana azad bê
kirin.Dewleta Tirk di her firesendê de bo pêk anîna armanca xwe ya
qirêj hewl dide.
Tirkîye li pêy
têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanêye. Tirkîye wek 15 salên dawî dixwaze
Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo pêkanîna vê armancê jî bi
taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne û wek berê jî
lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta PKK û “teror”ê dixwazin êrîþî
Kurdistana Azad bikin.Ji bo pêkanîna vê armancê li bakûrê Kurdistanê jî
zexta ser gel tê zêde kirin.
Êrîþên PKK û
kuþtina serbazên Tirk kerî tiþtek naye û tenê zordestîye Tirkan li bakûrê
Kurdistanê zêde dibe û Tirk bo rûxandina Dewleta Federe ya Kurdistan
hincêtan derdixîne holê.(hawardengûbas,ajansan)
kurdistan
kurdistan kurdistan kurdistan kurdistan
kurdistan kurdistan kurdistan kurdistan
kurdish kurdi kürt kürtçe
kürdistan
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|