|
Beþa Kurdistan
Ciwan ji rêveberîyê nerazîne û ji Kurdistana azad Direvin
/
taybet
05
Tîrmeh, 2006 07:41:19 (GDK)
Li
gor agahîyên dawî li gel aramî û pêþketina Kurdistanê ciwanên Kurd,
Kurdistana azad bi cî dihêlin û ber bi Ewrûpayê ve diçin.Piþtî ewqas têkoþîn
û berxwedan û azad kirina vê perçeya Kurdistanê koçberîya ciwanan ji
Kurdistaneke azad yanî koçberîya hêza mêjîyê ya Kurdistanê bo dahatûyê
xeterên mezin diafrîne.
nûçe-analîz:Hesen
DILGEÞ/HAWARDENGÛBAS
Li
Kurdistana azad bi taybetî di demên dawî de
rexne û
nerazîbûnên ciwanan tê rojevê.
Di demên
nêzîk de xwendekarên zankoyan jî gelek caran bo rexne kirina hikumeta
Kurdistanê xwepêþandanan li dar xistibûn.
Li gor agahîyên
dawî li gel aramî û pêþketina Kurdistanê ciwanên Kurd, Kurdistana azad bi cî
dihêlin û ber bi Ewrûpayê ve diçin.
Piþtî ewqas
têkoþîn û berxwedan û azad kirina vê perçeya Kurdistanê koçberîya ciwanan ji
Kurdistaneke azad yanî koçberîya hêza mêjîyê ya Kurdistanê bo dahatûyê
xeterên mezin diafrîne.
Civaka
Kurdistanê de ji layê hejmarî nifusa ciwanan ji rêza yekem de ye.Ango ciwan
lokomotîfa pêþ ve xistina Kurdistanê ne.
Kêþeyên Ciwanan li Kurdistana azad
Pirsgirêka herî
mezin ya ciwanan li Kurdistana azad bê karî ye.Bi giþtî kêþeyên sereke ya
ciwanan ewin;
• Bê karî û bê
edeletîya aborî;
Meseleya
herî girîng bê kar bûna ciwanan e, ku wan ber bi çûyîna welatekî din
dikþînin.Li seranserê Kurdistana azad pirsgirêka bê karîyê heye.Hikumetê
Kurdistanê bo çareser kirina vê mesleyê hewl dide lê çareser kirina vê
meseleyê bi temamî girêdayî pêþketina aborîya Kurdistanê ye.Her wiha
malbatên ku bi salan bo rizgarîya Kurdistanê ked dane,þehîd dane û niha bi
hêjarîyê re rûbirû nin.Ev yek jî dibe sedema nerazîbûna ciwanan.Wekî mînak;
hin kesên ku di demên berê de qet tevlî têkoþînê nebûne û niha diçin bi
dêkûdolaban bi hikumeta Kurdistanê re kar dikin û cihê herî bûha ya Hewlêrê
de rûdinin.Ev yek dilê, bi taybetî malbatên pêþmerge û þehîdan diêþîne.
• Gendelî,Ruþwet,Bêrêtî;
Pirsgirêkeke
din ya girîng a li Kurdistana azad bêretî û ruþwet e.Gellek ciwanên jîr û
þareza ku bi salan û dixwînin û dixebitin û hinek wan bê kar dimînin di
layêkî din de jî dezgeh û sazîyan gendelîyê dibînin û bi avayekî xwezayî jî
naxwazin di nav vî bê edeletîyê de bimînin.Hin ciwan dîyar dikin ku
"Wexta em dibînin endemeke parlemena Kurdistanê di resturantekê de bi
hezaran dolar xerc dike, em nikanin vî tiþtî re tehemmul bikin, em nikarin
bibêjin ev hikumet hikumeta me ye"
• Hizbeyatî û kêmasîyên
dezgehên hukmî;
Di
dezgeh û sazîyan de ji ber hizbeyatî bi avayekî adilene xizmet naye
dayîn.Her wiha bandorên nêyenî ya hizabeyatî di hemû warên jiyanê de
derdikeve pêþ.Her çiqas hikumet yek bin jî hê sînora xeyalî ji nava
Kurdistana azad nehatîye rakirin.
Dezgeh û
sazîyên hikumeta Kurdistanê temamî bi rêkûpêkî kar nakin.Hikumeta bandora
xwe û hêza nikare bi temamî dezgêh û sazîyên xwe nîþan bide.Li ser
parlementerên Kurd jî hin nêzîkahîyên bi guman heye.Li gelek cîhan tê gotin
ku hin lawên axayan an jî kesên bi îmtîyaz bi torpîlê bûne endema parlemena
Kurdistanê an jî memûreke di dezgehên hikumetê de.
Gazinceke din
ya ciwanan jî bersiv nedayîna daxwazname û gilîyên wan e ji alîyê hikumeta û
parlemena Kurdistanê ve.Tê dîyar kirin ku gelek caran bo gilî an jî pêþkeþ
kirina projeyan serî li hikumet û parlemen3E tê dayîn û gellek caran bersiv
naye dayîn.
• Fiþara civakî û kêmasîya
jiyana sosyal;
Li Kurdistana
azad fiþarên olî,civakî,malbatî hê serdest e.Xwekuþtina keçan wek bakûrê
Kurdistanê li baþûr jî pirsgirêkeke cidîye û sedemê vê yekê jî paþde mayîna
civakê ye.Wekî tê zanîn li hin deverên Kurdistana azad grubên Îslamî(yên
ku paþverûne) serdestin û xwedî sîyaseteke radîkal Îslamin.Heta mûzik
guhdarî kirinê jî heramdibînin.Keç û xortan nikarin bi rehetî bi hevre
bigerin û hevaltîyê bikin.
Li Kurdistana
azad di warê navêndên çandî,hunerî,werziþî û perwerdehî de kêmasîyek mezin
heye.Her wiha paþdamayîna bajarvanîya Kurdistanê jî dibe sedema sînor kirina
jiyana sosyal.Cihên modern bo rûniþtinê, parkên pêþketî,cihên konser û
festîvala di asta cîhanî de,cihên þahînî,pirtûkxane,navendên lêkolînê,
navendên çand û hunerê divê.
Revîna bo Ewrûpa ne Çareserîye
Ciwanên Kurd li
beramberî wan nerêtîyan çewtîyeke pirr mezin dikin û axa xwe ku bo azadîya
vî xakî bi sedhezaran þehîd xwîna xwe rijandine, terk dikin.Kesên ku heta
niha reviyane dîyar dikin ku,çûyîn ne çareserîye.Xezîpêanîn ango hewesa bi
welat,çand û zimanên din re anîn xeter þaþîtîyek mezin e.
Kesên ku ji
welatên xwe direvin û diçin li Ewrûpayê penaber dibin bi salan nikarin kar
peyda bikin,nikarin bi jiyana Ewrûpa re entegre bibin,Ewrûpayî zû bi zû
kesên bîyanî qebul nakin û nagrin navxwe.Her wiha garantîya mayîna li Ewrûpa
jî nîne.Pavþe vedigerînin û dersînor dikin.Gelek mînak hene ku çûne Ewrûpa û
hezar carî poþman bûne.
Revîn bêþit
ecizîye.Kurdistan bi keda hemû Kurdan hate vê konaxe xwedîyê vê Kurdistanê
jî dîsa ciwanên îro ne.Li þûna revînê divê heta dawîyê berxwebidin û bo
çareserkirina kêmasîyan hewl bidin.
Hemû welatên
Cîhanê ,hemû welatên Ewrûpa bi vî þeklî hatin vê astê.Jixwe revîn ne
çareserîye.Ji ber ku li Ewrûpa jî nan û pere nê hêsan.Bê xebat li tu derê
pere nîne.
Pirsgirêkên
wisa li Tirkîye jî hene li Îranê jî Sûrîye jî hemû welatên li vê herêmê
xwedîyê pirsgirêkên wisa ne.Ewrûpa jî 60 sal berê piþtî þerên Cîhanê ya 1. û
2. ketibûn rewþeke pirr xirab.Lê ew xebitîn,pêþketin û hatin wan rojan.
Navê
Kurd û Kurdistanê êdî her roj li Cîhanê belav dibe.Li bakûr jî tevde
berhemên Kurdî di qadên mûsîk, edebîyat,sînema,þono û di her warê çand û
hunerê de pêþdikeve.Hin
berhemên bi Kurdî hatina vê merheleyê ku êdî bi cîhanê re tê miqayese kirin
heta di warê mûzîk,sînema û hin qadên din de ji gelek welatên pêþketî
baþtir berhemên Kurdî tê afirandin.
Aborî di riya
pêþketinê de ye.Lê ew pêþketin wê encax bi hewl û xebatên ciwanan pêþbikeve
û berdewam bike.
Divê hikumet bi hestîyarî tevbigere
Kurd dive li
gel hemû kêþe û kêmasîyên xwe divê bi bîrûbawerîyên paþvemayî têbikoþe.Pîþtî
deh salan netewa Kurd li gel kêmasî û þaþîyan niha dewletek ava dike.
Bi
hikumeta Kurdistan,parlemena Kurdistan,wezaretên hikumeta Kurdistan,medya,bi
dehan sazî,dezgeh,rêxistinên neteweyî afirandin.Îro beþekî ji xaka
Kurdistanê ber bi serbixwe bûyîne ve diçe.
Hewceye ku
hikumeta Kurdistan xwe nêzîkî gel bike û daxwazên gel bicîhbîne û
rêveberîyeke þeffaf(zelal) biafrîne da ku him rê li pêþketina Kurdistan
negre,dijmînên Kurdan û rêveberîya baþûrê Kurdistanê kêfxweþtir neke û
piþtgrîya Kurdên li Ewrûpa û li perçeyên din jî ji dest neçe.
Ya herî girîng
jî kêmasîyên civaka Kurd bi taybetî ya ciwanan bigre pêþ çavan û li gel
bernameyekî acîl arîþeyan ji hêsanê ber bi dijwarê çareser bike.divê
rêvebarîya Kurdistanê hikmê xwe bi her avayî sazî û dezgehên xwe bike û wana
kontrol bike.Ger sîstemek rêkûpek were bi cîh kirin wê çareserîya arîþyên
dahatû jî bi hêsanî nê danîn û ser vê sîstema rêkûpêk rêveberîyeke baþ were
damezirandin.
Ger ciwan
ji Kurdistanê birevin (bi revînê ev bi xwe zirarê bibînin jî) û baþûrê
Kurdistanê ji vê potansyelê mehrum bibe eþkereye ku hewldanên niha li ser
bingehek puç tê pêkanîn.
Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|