|
Beþa Kurdistan
Biryara pêwîsker ya doza Þemzînanê hat eþkerekirin
19
Tîrmeh, 2006 21:32:55 (GDK)
Dadgeha
Cezayê Giran ya bajarê Wanê ku li Daweya bûyerên Þemzînanê dinhêrt, biryara xwe
ya biûþt
(gerekçeli)ya derbarê sûçdarên bûyerên Þemzînanê de eþkere kir. Di vê biryarê
de hatiye diyarkirin ku
çûndina berbazên leþkerî Ali Kaya û Ozcan Ýldeniz ya Þemzînanê, ne ji bo
berhevkirina agahiyên îstîxbaratî
bûye. Ji bo bombekirin, kuþtin û birîndarkirina mirovan bûye.
Nevzat Karakeçî-Wan
“Çûndina wan ne ji bo îstîxbaratê, ji bo bombekirin û kuþtina mirovan bûye”
Li gor ku ji aliyê medyaya Tirk ve hatiye belavkirin, Dadgeha Cezayê Giran ya
bajarê Wanê, di biryara xwe ya
biûþt de, ya di derbarê sûçdarên bûyerên Þemzînanê berbaz Alî Kaya û Ozcan
Ýldeniz û îtirafkarê PKKê
Veysel Ateþ de temam kir û ji raya giþtî re eþkere kir.
Dadgeha Cezayê Giran ya
bajarê Wanê, di biryara
xwe ya biûþt de diyar dike ku van her sê mirovan, di çerçevoya rêxistineke
çeteyî ya bidizî de lihev kirine û
bihevdûre sûcên wek êriþên bombekirinê, kuþtin û birîndarkirina mirovan,
kirine. Herweha, di biryarê de hatiye ragihandin ku yên van bûyeran bi van
berbazan dane kirin, fermandarên wan in. Lewra, ne mimkune ku ew bi serê xwe,
van bûyeran bi kar bînin. Herweha, hatiye diyarkirin ku çûndina berbazên
leþkerî Ali Kaya û Ozcan Ýldeniz ya Þemzînanê, ne ji bo berhevkirina agahiyên
îstîxbaratî bûye. Ji bo bombekirin, kuþtin û birîndarkirina mirovan bûye.
Wek tê zanîn, di 9ê Çiriya paþîn de li Þemzînanê, bi bombekirina pirtûkxaneyek
bûyeran rudabûn û di
encama van bûyeran de, berbazên leþkerî Alî Kaya û Ozcan Ýldeniz û îtirafkarê
PKKê Veysel Ateþ, ji aliyê
xelqê Þemzînanê ve li ser sûc hatibûn girtin û –ku di erebeya wan de gellek
çek, bombe, krokî belge û
belgename jî hatibûn dîtin- teslîmê hêzên dewletê hatibûn kirin. Piþtî wan
bûyeran, pêvajoya dadgehkirinê
dest pê kir û van sûcdaran, bi 39 sal û nîv î hatin cezakirin.
“Ev rêxistina çeteyî bi destên fermandaran hatiye damezrandin”
Dadgeha Cezayê Giran ya bajarê Wanê, di biryara xwe ya biûþt de, herweha
radighîne ku hatiye tespîkirin ku
van kesên êriþker, girêdayiyê rêxistineke çeteyî ya bidizî ne. Lê ev rêxistin,
bi destên van berbazan nehatiye
damezrandin. Lewra, delîl û belgeyên bidestxistî didin nîþandan ku ev rêxistin,
bi destên hi kesên din ango
fermandarên van berbazan hatiye damezrandin. Lê van berbazan, van bûyeran jî,
di çerçevoya vê rêxistinê de
û bi emrê fermandarên xwe, bi kar anî ne. Dadgeh, herweha ji rayedarên dewletê
daxwaz dike ku li ser vê
rêxistinê, dest bi lêkolîn û lêpirsîneke berfireh bê kirin û kesên piþt perdê
ango yên veþartî bên dîtin û
eþkerekirin.(pukmedia)
Girêdanên Pêywendîdar

•
Hewlên Veþartina Terora Dewleta Tirk ya
Li Þemzînanê û Yasaya Nû ya “Dijî Terorê
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.
|