|
Beþa Kurdistan
Angaþta pêþî lê girtina hewleke terorîstî ya MÎTê ji
Pêþmergeyan ve
25
Tîrmeh, 2006
weþandin:14:32:41(GDK)
Îro di
rojnameya Takvîm ya ku bi bêqelîta bûna xwe tê zanîn û di manpera
8sutun.com de ser hewldaneke sûîkastê ser serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û
girtina kesên(endamên MÎTê) ji alîyê pêþmergeyên Kurdistanê ve angaþtek
belav kir û vê angaþt ji alîyê dezgehên fermî ya Dewleta Tirk jî daxûyanîyek
berovajî nehate dayîn.
Li gor
rojnameyaTakvim, di meha gulana 2006ê de vê carê pêþmergeyên Kurdistana azad
telîs(çewal) xistine serê leskerên Tirk.
Wek tê zanîn di 4ê tîrmeha 2003yê de li Silêmaniyê amerîkiyan çewal xistibûn
serê 11 efser û serbazên tirk ku xwe amade dikirin waliyê Kerkûkê
Ebdurrehman Mistefa bikujin.
Li gor rojnameya tirk vê carê jî pêþmergeyan çewal xist serê eskerên tirkan.
Di gulana
derbasbûyî de 3 endamên MÎTa tirk li gel PKKyiyekî mukurhatî bi dizî di
herêma Zaxoyê re derbasî nav axa Kurdistanê bûn ku rêya derbasbûna çekdarên
PKKê, ciyê mayina wan û guzergaha bizava wan tesbît bikin û gihîþtin Zaxoyê.
Lê li vê derê pêþmergeyên Kurdistanê ew li ser sûcê wan zeft kirin, çewal
xistin serê wan, destê wan li piþt girêdan û birin navenda asayiþa
Kurdistanê.
MÎT piþtî demkê ku agahî ji endamên xwe negirt du kesên din þand ka çi bi
serê wan her çar kesan de hat. Peþmerge van jî zaft kirin û çewal xistin
serê wan jî.
Li gor îdîaya rojnameyê li asayiþê têra wan li wan xistin, dawiyê ew xistin
kamyonetekê avêtin nêzî sînorê Tirkiyeyê. Piþtî bi saetan þofêrên kamyonan
MÎTçî dîtin teslîmî eskerên tirkan kirin. Ew berê li Nexwþxaneya Eskerî a
Diyarbekirê piþt re jî li GATAya Anqerê hatin tedawîkirin.
Rojname îdîa dike ku Peþmergeyan ji mîtçiyan re gotiye ”Ev der îdî Kurdistan
e. Em careka din we li vê derê bibînin em ê we bi lêdanê nahêlin, bikujin.
Bila ev bibe dersek ji bo we.”
(çavkanîyên
giþtî;hawardengubas,takvîm,netkurd)
© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê
rave hatiyê danîn ser navê
Hawar
Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn
|