|
Kurdistan
Gotinên Rast yê Mam Celal
Tirkan Eciz Kir
REBIWAR KURDO -
SERHAD B.RÊNAS /
HAWARDENGÛBAS
27
Rezber(Îlon), 2006 weþandin:13:12:43 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,WAÞINGTON,Emerîka--Celal
Talabanî Tirkan bi gotinên dîplomatîk him di mijara Kerkûkê de him jî rewþa
bakûrê Kurdistanê de hiþyar kir.
Li
Dewleta Tirk ji ber daxûyanîyên serokkomarê Iraqê û serokê Yekîtîya
Niþtimanê Kurdistanê Celala Talabanî qiyamet rabûye.
Celal
Talabanî li Emerîkayê tevlî bernameyeke radyoya bi navê National Publîc
Radio bû û ji bûyerên þîdetê yên Iraqê Tirkiye, Îran û Suriye berpirsyar
girtini bû. Talabanî goti bû ku, rêveberiyên Tirk, Îran û Suriyê tevlî karên
hundurîn yên Iraqê dibin û ji bo alozî dewam bikin jî, piþtgiriyê didin
derdorên mûxalîf.
Serokdewletê Iraqê Celal Talabanî destnîþan kir ku, ji ber vê helwesta
Tirkiye, Îran û Suriyê bêhna wan teng bûye û got: ‘Em ji cîranên xwe
dixwazin tiliyên xwe naxin nav karên me. Bi hurmet nêzî serxwebûn û
serdestiya Iraqê bibin’.
Celal
Talabanî bi vî avahî Tirkan bi gotinên dîplomatîk him di mijara Kerkûkê de
him jî rewþa bakûrê Kurdistanê de hiþyar kir.Tê zanîn çend roj berê destûra
Kurdistanê çend roj berê li parlemena Kurdistanê hatibû nirxandin.
Di
destûrê de dîyarkirna parastina mafê çarenûsê gelê Kurd û madeya tevlî
kirirna Kerkûkê bo nav sînorên Kurdistanê jî li Tirkîye bû bû cihê eciz
bûnê.Tirk her tim bi avayekî derî mentiq dijminahîya Kurdan dike û dixwaze
tilîyên xwe tevî karên Kurdan bike û di vê varî de jî bi Erebên dij-Kurd,bi
ajanên xwe û bi Tirkmenan têkdana serketina Kurdan hewl dide.
Gotinên Celal Talabanî jî di vî warî de hiþyariyek tund e bo dewleta Tirk
Çend
roje ku li Tirkîye bi taybetî medyaya Tirkî ji ber gotinên Celal Talabanî
bêzar û eciz in.Serokwezîrê dewleta Tirk derabrê gotinên Talabanî de got
"gotinên Talabanî gotinên qirêj û nebaþin".Her wiha çend parlementerên Tirk
jî dibêjin ku qaþo ew Celal Talabanî kesekî mihîm nabînin.Ji alîyekî dinjî
nerazîbûna wan a tund û cidî negirtina wan nakokîyek mezin e.
Dewleta
Tirk ji ber Kurd bûna Celal Talabanî û pêþketininên li Kurdistana azad
li dijî hemû gotinên rayedarên Kurd bêtehhmulin. hev
dixîne.Dewleta Tirk dijminahîya xwe bi her avyekî bo Kurdên li her derê
nîþan dide.Dewleta Tirk her tim bi vê helwesta xwe dixe rewþekî pêkenînî.
Dewleta tirk nikare Kurdistanê dagir bike
Mam
Celal di daxûyanîyeke xwe yê din de li Emerîka dîyar kir ku divê kêþeya Kurd
a li bakûrê Kurdistanê bi riyên demokratîk were çareser kirin.Her wiha got:"
da zanîn ku hebûna hêzên leþkerî yên DYAyê, li ber hewldanên dagirkirina
Kurdistana Federe asteng e, loma jî ew alîgirên hebuna hêzên leþkerî yên
DYAyê ne.
Talabanî çend
roj berê di daxuyaniya xwe de anî bû ziman ku PKK ji bo agirbestê îqna
kirine û wê PKKê di nava çend rojan de bi awayekî fermî agirbestê îlan bike. (HAWARDENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|