|
Kurdistan
Erebên Sûnî û Tirkmen bi
piþtgirîya Tirkîye dijî serketina Kurdan li Kerkûkê planek hevbeþ çêkirin! /
TAYBET
ÞEVÎN ARÎ /
HAWARDENGÛBAS
27
Rezber(Îlon), 2006 weþandin:14:22:09 (GDK)
HAWARDENGÛBAS,KERKÛK,Kurdistan--Erebên
sûnî û cepheya Tirmenan ku maþaya dewleta Tirkin li dijî cêbecekirina madeya
140. di nava plan û hewldanên qirêj de ne.
Erebên sûnî û
cepheya Tirmenan ku maþaya dewleta Tirkin li dijî cêbecekirina madeya 140.
di nava plan û hewldanên qirêj de ne.
Tê ragihandin
ku di hefteyên dawî liçend deverên bajarê Kerkûkê navbera Erebên dij-Kurd û
bereya Tirkmanan de civînên bo pêkanîna planek hevbeþ ji bo asteng kirina
tevlî bûna Kerkûkê û derdorê wê ser sînora Kurdistana azad.
Rayedarên Iraqê bi
berpirsyarî tevnagerin
Endamekî Kurd li lijneya cêbecekirina madeya 140. a destûra Iraqê rexneyî
wezîrê navxwe ya
Iraqê kir.Hate dîyar kirin ku gellek civîn derbarê vê mijarê tê li dar
xistin lê rayedarên Iraqê di meselya
Kerkûkê de bi berpirsyarî tevnagerin.
Wek tê zanîn
di sala 2007ê de bo çareserkirina meselya Kerkûkê dê referandûmeke bêne
çêkirin.Dewleta Tirk û Tirkmenan dixwazin rê li ber vê referrandûmê
bigrin.Ji ber ku ev dizanin ku bi vê referandûmê hemû derew û dêk û dolabên
wan derkevin holê û Kerkûk wê bikeve sînora Kurdistana azad.
Kerkûk
bajareke girîng ya Kurdistanê ye û ji ber yekê dijminên Kurdan ditirsin ku
kerkûk bikeve destê Kurdan û bi vî avahî hêza Kurdan hin zêdetir be.Her wiha
girêdana bajara Kerkûkê bo îdareya hikumeta Kurdistanê wekî pengavekî dawîn
ya serxwebûna Kurdistanê tê dîtin û ditirsin ku bi Kerkûkê Kurdistan
welateke pirr pêþketî be.
Enîya Tirkmenan li pêy tevlîhevîyê ne
Endamên enîya
Tirkmenan ku di rêvebirya parêzgeha Kerkûkê de ne çend rojin ku bo
pêknehatina xala 140ê hewl didin.
Siyaseta
Tirkiyê hemî ser pêþî lêgirtina damezirandina Dewleta Kurdistanê hatiye
danîn. Armanca wan ya esasî ev e. Û ji wê dakeve ji bo astengiyan ji Kurdan
re derbixin çi ji destê wan tê qet texsîrê nakin.
Tirkîye gelek
caran xwest bi hincêta Tirkmenan jî êrîþî Kurdan bikin lê hilbijartinên li
Kerkûkê derxist holê ku Kerkuk bajarekî Kurdîye û angaþtên Tirkan pûç
derketin.
Kerkûk û Neft(enerjî) meseleyên
bingehin û kilît in
h
Kurd
di Kerkûkê de çewsandin,biþaftin,zoradarî û hovîtîyên cûrbecûr re rûbirû man
e.Tehrîbên mezin li ser Kurdistanîyeta vî bajarî hatine kirin.Hin jî ji
%50yê wan tehriban paþve nehatiye vegerandin.Kurd wek mafêkî rewa axa yê
dîrokî dixwazin.
Wekî tê zanîn
him serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û him jî rêveberên din ya Kurdistana
Azad gelek caran ser mijarên Kerkûk û nefta Kurdistanê bi eþkereyî diaxifin
û di demên dawî de di hin deverên Kurdistana azad de dest bi kolandina bîrên
neftê hate kirin.
Serokê
Kurdistanê derbarê kêþeya Kerkûkê de çend meh berê jî wiha axifî bû; "Merc
nîne ku Kerkûk paytexta Kurdistanê be û reþnivîsa destûra Kurdistanê de jî
kevne û ew pêþnîya re lê ne merce û niha Hewlêr paytexte, lê babeta Kerkûkê
ne tiþtekî hêsa ne û em dest jê bernadin"
Barzanî di
axaftina xwe de zelal kiribû ku wekî hemû dewlemendîyên serax û binaxa
Kurdistanê, petrola Kurdistanê jî aîdî Kurdan e.
Di dawîya 2005’an de li Qebaruxa nêzî Zaxoyê beþdarî merasima ji xenî
Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, kolana bîreka petrolê bûbû
ku ji aliyê kompanya DNO kolan jî tevlî bû bû. Herî dawî jî li teq teqê dest
bi kolandina bîrên neftê hatibû kirin.
Wekî tê zanîn petrol li Cîhanê çavkanîya enerjîyê ya herî girîng e.Bo bi hêz
bûna di nava sîyesata Cîhanê de pêwîsitî bi xwedî bûna çavkanîya enerjîyan
heye.Hikumeta Kurdistanê di bo bikaranînana petrolên Kurdistanê hewlên xwe
zêde dike.(HAWARDENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|