|
Kurdistan
Çi Eleqeya Dewleta
Tirk Bi
Perwedeya Lêþkerên Kurdistanê Heye!
HESEN DILGEÞ / AMED /
HAWARDENGÛBAS
21
Rezber(Îlon), 2006 weþandin:11:42:51 (GDK
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan--
Dewleta Tirk her tim dest dirêjî karên navxwe ya Kurdistana azad dike.Vê
carê jî mijar perwedeya leþkerên Kurdan e..
Ev çend
roje ku li Tirkîye ser bernameyeke televîzyona BBC'yê ku serbazên Îsraîl
ragihadine ku wan li Kurdistanê Pêþmerge perwerde kirine dinya li hev
dixîne.
Dewleta
Tirk dijminahîya xwe bi her avayekî, bo Kurdên li her derê nîþan dide.
Armanca Tirkan
fît kirin e
Dewleta
Tirk her tim bi vê helwesta xwe dixe rewþekî pêkenînî.Rastîya
Kurdistana azad ku êdî hemû Cîhan têdigêhe lê dewleta Tirk naxwaze qebûl
bike.
Mafê her
neteweya ku bo parastina xwe arteþa xwe avabike û pêþ bixîne. Dewleta Tirk
di her waran de dijî pêþketina Kurdan e.Wek tê zanîn li Kerkûkê dema
çareserîyê nêzîk dibe.Dewleta Tirk bo têkdana serkeftina Kurdan bi derdorên
din yê dijberên Kurdan di nava hewldanê de ye.
Medyaya
Tirkan bi pêþxistina nûçeyên bi vî rengî di vê dema hesas ku dijeyatîya bo
Îsraîlê mezin bûye dixwaze nerazîbûnên li dijî Kurdan zêde bibe û bi vî
avahî him raya giþtîyê xwe him jî hêzên din fît dike.
Di
alîyekî din de jî wek tê zanîn Dewleta Tirk di gellek waran de bi Îsraîlê di
nava hevkarîyê de ye û karên havbeþ dimeþînin.
Dewleta Tirk ditirse ku Kurd di hêla leþkerî de jî pêþkevin û di rojhilata
navîn de bibin hêzekî girîng û planên têkdana Kurdan jî pûç
derkeve.Kurdistana azad di demên dawî de bo pêþketina arteþa Kurd hewldan
tên zêde kirin.
Serokê
Kurdistanê jî 2 meh berê ser hêza leþkerîya Kurdistanê jî axifî bû û goti bû
"Divê bo parastina destkeft û mafên rewa ya neteweya Kurd pêwîstiya me bi
damezrandina leþkerekî Kurdistanî ya pêþketî heye.Wek tê zanîn pêþketina
arteþa milletekê li Cîhanê hêza biryar dayînê jî zêde dike.
Serokê
dïwana serokatiya Kurdistanê Dr. Fuad Husên;"Çi Pêwîstî heye ku em bi dizî
bikin"
Dr. Fuad Husên serokê
dïwana serokatiya Kurdistanê derbarê vê mijarê de di daxwûyaniyek
da kanalê televîzyona el Cezîre.
Daxûyanîya Dr. Fuad Huseyîn, li ser
nûçeya ku ji alîyî televîzyona BCCyê ve hatibû belav kirin , ku hin serbazên
Îsraîl ragihandine ku wan li Kurdistanê Pêþmerge perwerde kirine, hat
belavkirin û dewleta Tirk û medyaya Tirkan vê mijarê mezin dikin wisa bû;
"Nûçeyên di vî warî de hatine belavkirin, hemû derew in. Ger pêwîstîya me
perwedeyeke akademîk hebe, leþkerên Emerîka li Iraqê ne û dikarin pêþmerge bi
vekirî perwerde bikin.Çi pêwîstîya bi perwerdeya bi vaþartî heye?Em çima bi
dizî bikin!(HAWARDENGÛBAS)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn. |