|
Beþa Kurdistan
“Zimanê me xaniyê bûneweriya me ye”
Kurdistan-Rojev/Hawar
Dengûbas
07 Rêbendan, 2006
Hevgirtina
Rewþenbîrên Kurdên Rojava yên li devreyê welat, ji bo parastin,
dewlemendkirin û pêþvebirina zimanê kurdî bangewaziyek belav kir û xwest ku
sala 2006 an bibe sala pêþketina zimanê kurdî. Rewþenbîran, di destpêka vê
bangê de weha ragihandin; “em dixwazin sala 2006ê li zimanê xwe pîroz
bikin, zimanê kurdî yê ku îro li pêþberî metirsiyeke mezin radiweste û di
bareyeke sosretane de dijî.”
Di bangewaziyê de
“Gelî serok û rêxistin û dezgeh û saziyan !
Gelî rewþenbîr û
xemxur û azadîxwaz û gelî kurdan!
Zimanê kurdî, ji bilî
ku spardeya herî pîroz a dîroka me û henasa hebûna me ye, xaniyê parastina
çand û keseyatiya me ya neteweyî ye û alava herî ronak a destnîþankirina
taybetmendî û awayên cihêrengiya me ye jî.
Hewldanên tund û
dijwar ên li dijî tunekirina zimanê kurdî hêjî li sê beþên welatê me
berdewam in, bi vê berdewamiyê re, dagîrkerên Kurdistanê roj li pey rojê,
êrîþên xwe yên çandî û kultûrî, bi alîkariya dibistan û zanko û alavên xwe
yên ragihandinê kûrtir dikin û qada asîmilasyonê, qada þûþtina hest û
mêjiyê Kurdan berfirehtir dikin.
Em bi vê bangê re,
hawara xwe, dûbare, digihînin hêz û rêxistin û kesayetî û saziyên kurdan,
çi li derve û çi li hundir, ku sala 2006ê bi çalakiyên derbarê çesipandina
zimanê kurdî û geþkirina çanda neteweyî dewlemendtir û watedartir bikin.
HRKRD jî, di vê
çarçeweyê de, dê bi giranî hewl bide ku projeya xwe bi þêwazekî serkeftî û
tekûz pêk bîne, Hin ji xalên projeyê jî ev in:
-Dê di malpera
rojava.net de rûpeleke taybet bi navê sala 2006ê sala zimanê kurdî ye,
Zimanê Me Xaniyê
Bûneweriya Me û Wateya Nasnameya Me Ye, veke.
- Dê pirtûkekê bo
fêrkirina zimanê kurdî, bi taybetî bo rojavayî kurdistanê, li welêt
çap bike.
- Dê Belgenameyekê
derbarê birîndarkirin û çewisandina çanda kurdî bo dezgehên navnetewî, bi
taybetî UNESCO, di gel çalakiya berhevkirina 100 hezar imzeyan, amade û li
dar xîne.
- Dê hewl bide ku
Konfiranseke navnetewî derbarê çewisandina zimanê kurdî li rojavayê
Kurdistanê, yan li Brukselê yan jî li Strassburgê amade bike.
Hevgirtina me, di
dawiya vê banga xwe de, nav di xemxur û evîndarên zimanê kurdî dide, ku bi
cegerdarî beþdarî parastina ziman û çanda xwe bibin û bi hev re raperin da
ku sala 2006ê bibe gava yekemîn ji gavên azadiya ziman û çanda neteweya
Kurd.
Bila zimanê me xaniyê
bûneweriya me be!
Bila zimanê me wateya
rasteqîne ya nasnameya me be.-Dema Nû-
|