|
Beþa Kurdistan
Li Kurdistana Azad
Serdema Yekîtîyê Destpêkir.
Neteweya Kurd Li
Benda Pêþvexisitin û Bi Hêz Bûna Yekîtîye ye.
22 Rêbendan Yekþem 2006,08:30(G.D.K)
|

Rûniþtina Parlemana
Kurdistanê Bo Yêkbûnê
|
HAWARDENGÛBAS,HEWLÊR,Kurdistan- Bo biryara yekxistina her du îdareyên
Hikumeta Kurdistanê duh Parlemana Neteweyîya Kurdistanê bi avayek avarte
kom bû û biryara yekîtîyê pejirand û bo hemû raya giþtî yekîtîya Kurdan
hate ragihandin.
Wekî tê zanîn ku di navbera herdû
Partiyên desthelatdarên Dewleta Federe ya
Kurdistanê Yekîtiya Niþtimanê Kurdistan(YNK) û Partiya Demokrata
Kurdistan(PDK) di 7'ê Rêbendanê de belgenameya yekirinê hatibû îmzekirin lê
ji ber betlaneya Cejna Qurbanê pesendkirina wê ya Parlemanê ji piþtî cejnê
re hatibû gîrokirin.
Dûh jî li gor dema Hewlêrê 15:25 de Parlamentoya Kurdistanê di
çerçoveya vê biryarê de bi avayekî avarte kom bû.
Civîn bi tevlî bûna Serokê Kurdistanê Mesûd BARZANÎ û Serkomarê Iraqa
Federal CelAl TALABANÎ pêk hat.
|

Serokê Kurdistanê û Serokomarê Iraqa
Federal Li Cem Hevin
|
Ednan Miftî serokê Parlamentoya Kurdistanê civîn vekir û vexwend ku
amadebûyî deqeyekê ji bo rêzgirtina ruhê þehîdên Kurdistanê rawestin. Ednan
Miftî dûvre bixêrhatina mêvanan kir.
Di merasimê de balyozê DYA, Brîtanya, Çîn, Fransa, Îran û hin welatên
din amade bûn. Eyyad Ellawî û hevalên xwe jî di merasimê de cih girtibûn.
Parlemana Neteweyîya Kurdistanê de piþtî axaftinan biryara yekîtîyê
hate pejirand û bo hemû raya giþtî yekbûna îdareyên Kurdistanê bi avayekî
fermî hate ragihandin
Serokê Kurdistanê di axaftina xwe ya di Parlemena Kurdistanê de wiha
got:” Her rojek bighîne berjewendî netewî û berjewendî hizbî, ez bawerim ku
partî û yekîtî dê berjewendîya netewî hildibjêrin. Herweha sebaret bi
qurbanan û malbatên qurbanên þerê navxwe de Barzanî got: Tenê xale ku tu
niha ez hest bi îhracekî mezin dikim, ew jî li hember kesûkarên qurbanên
þerî navxwe ye, divê ji alîyê me de û ji alîyê wan de jî ew girîya nemîne,
û careke din jî ez ji vir de lêborînê li wan dikim, tenê ewna jî ku ez hest
pê dikim pêwîste bo carek din daxwaza lêborînê lê bikin. “
Daxwaza min bo herdu birêzan serokê hikûmetê û cîgirê wî ewe ku hemû
wa birayên beþdar dibin di kabîneyê de pêwîste yek ji van karan hilbijêrin,
yan birpirsîyaretî wergirin yan bazirganîyê bikin nabê herdu bi hevre
bihête kirin.herweha got: divê tek û cemawer azad bin di derbirîna nerînên
xwe de, lê dîsan divê di çarçêweya yasa de be.
Serokê Kurdistanê derbarê bi desthilata hikûmeta dahatû ya Kurdistanê
de wiha axifî: “Desthilata reha (mutleq) bêguman gendelî jê pêda dibe, ji
vê divê desthilat bihête dabeþ kirin û þefafîyet di hemû tiþtekî de hebe û
pêwîste li gor mîzac nedirê û li gor yasa be, eger Partî û Yekîtî bi tebayî
û birayetî û pirwawe berve damezrandna dezgehan (Muesesatan) neçin û nebin
bi hizbên medenî, ez pir xweþ bîn nabim, ez ditisim encam xirabtir be, ji
ber vê ez daxwazê ji milet û parlemanê dikim eger rojekê ew tebaye
biçûktirîn girift tûþê bû, wîn wêkê nedinê.”
Ragihandina vê biryara girîng di nava hemû Kurdistanîyan de bû cihê
þadî ye û her wiha êdî Neteweya Kurd
li benda pêþvexisitin û bi hêz bûna yekîtîye ye.
Her wiha bawerîya hemû kes,rexistin û dezgehên Kurdistanî ewe ku bo nêzik
bûna Kurdistanakê serbixwe û pêþketî divê ev yekîtî her berdewam be,bila rola
parlemana Kurdistanê were bihêz kirin.
|